1
(Muhemmed!) maqey me ji bona te ra singê te venekirîye (ku tu îdî zanîna retkokî bi zanî)?
2
Meqey li ser te barê te hil nedaye?
3
Ku ewî (barî ji giranîyê) pişta te dişkênand.
4
Maqey me ji bona te ra nav ü dengê te bilind nekirîye?
5
Îdî bi rastî bi her tengayîyê ra firetîyek heye.
6
Bi rastî jî bi her tengayîyê ra firetîyek heye.
7
Îdî gava (Muhemmed!) tu ji karê xwe valabûyî (rabe) bi karekî dinê ra xebatê bike (nehewe).
8
Îdî li bal Xuda yê xwe da bizvire (perestî bike).