Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Duha 1 / 11
1
Bi (danê) taştê.
B.M.Amin 93:1
2
Bi şeva gava tarîtîya wê hewya.
B.M.Amin 93:2
3
(Sond dixum!) Ku Xuda yê te dest ji te bernedaye ji te jî ne xeyîdîye.
B.M.Amin 93:3
4
Û bi rastî (danê para da) ji bona te ra (ji danê) cihanê çêtir e.
B.M.Amin 93:4
5
Û Xuda yê teyê bi rastî ji bona te ra di nêzîk da dayîneke wusa bide, ku tu bi wê dayînê qayîl bibî.
B.M.Amin 93:5
6
Maqey (Xuda yê te)gava tu sêwî bûyî tu xweyî ne kirî?
B.M.Amin 93:6
7
Gava tu wundayî bûyî ewî tu ne anî li ser rêya rast?
B.M.Amin 93:7
8
Gava tu xêzan bûyî ewî tu zengin ne kirî?
B.M.Amin 93:8
9
Îdî tu bi tucureyî li sêwîyan zorê neke.
B.M.Amin 93:9
10
Û bi tu cureyî parsekan bê par neke.
B.M.Amin 93:10
11
Û tu bi wan qencîne, ku Xuda yê te bi te kirîye bi axive.
B.M.Amin 93:11
Duha suresi tamamlandı