Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Leyl 1 / 21
1
Bi şeva gava taritî ewê som dike.
B.M.Amin 92:1
2
Bi roya gava derdikeve (rohnaî dike).
B.M.Amin 92:2
3
Bi wîyê ku nêr û mê afirandîye.
B.M.Amin 92:3
4
(Sond dixum!) ku xebata we bi rastî cure û cureye.
B.M.Amin 92:4
5
Îdî kîjan (ji bona xezanan ra mal) bi sixurîne û Xuda parizî bike.
B.M.Amin 92:5
6
Û (perestîne) qenc jî bike û rast bi dêrîne.
B.M.Amin 92:6
7
Îdî emê ji bona wî ra (hatina li bal rêya rast da) hêsanî bikin.
B.M.Amin 92:7
8
Kîjan jî çikûsî bike û xwe (ji Yezdan) ne hewce bibîne.
B.M.Amin 92:8
9
Û qencê (gotinan jî) bide derewdêrandinê.
B.M.Amin 92:9
10
Îdî emê ji bona wî ra (çûna li bal rêne zehmet da) hêsanî bikin.
B.M.Amin 92:10
11
Û gava ewa bikeVe dojê, malê wî qe ji bona wî ra tu karê nake.
B.M.Amin 92:11
12
Loma bi rastî hatina wî li bal rêya rast da li ser meye.
B.M.Amin 92:12
13
Û bi rastî cihan û parada jî ji bona me ra ne.
B.M.Amin 92:13
14
Îdî min hûn (gelî gunehkaran!) Bi agirekî pêtdayî dane hişyar kirinê.
B.M.Amin 92:14
15
Ji pêştirê wanê rûreşê ji rêya rast derketî, tu kes nakeve wî agirî.
B.M.Amin 92:15
16
Ewî (rûreşê) maf daye derewdêrandinê, pişta xwe daye (mafê).
B.M.Amin 92:16
17
Bi rastî ji wî (agirî) merivê Xu­da pariz tê dûr xistinê.
B.M.Amin 92:17
18
(Ewê Xuda pariz) ew e, ku malê xwe (di rêya Yezdan da )sixurandîye (mali xwe) paqij kirîye.
B.M.Amin 92:18
19
Û (li bal Yezdan) ji bona tu kesekî ra qe tu qencîyek tuneye, ku ewan bi wê qencîyê bêne xelat kirinê.
B.M.Amin 92:19
20
Ji pêştirê (maldana) ji bona qayîl bûna (Xuda yê xwe) yê bililindtir (heke dabe).
B.M.Amin 92:20
21
Di nêzîk da jî (ewa qencîya) ku Xuda yê wî (ji bona wî ra bide, ewê) bi wê qencîyê qayîl bibe.
B.M.Amin 92:21
Leyl suresi tamamlandı