Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Şems 1 / 15
1
Bi roj û bi ruhnaya wê.
B.M.Amin 91:1
2
Û bi hîva gava li pey (rojê) derdivebe
B.M.Amin 91:2
3
Û bi wî roya gava (roj) ewê (vedike.
B.M.Amin 91:3
4
Û bi wê şeva gava taritî ewê som dike.
B.M.Amin 91:4
5
Û bi ezman bi avakerê wî.
B.M.Amin 91:5
6
Û bi zemîn û bi wê, ku (zemîn bi gulokî) raxistîye.
B.M.Amin 91:6
7
Û bi can û (bi wîyê, ku can) bi rûçikî (afirandîye).
B.M.Amin 91:7
8
Îdî ji bona wî (canî ra) gunehkarî û parisandina (ji gunehan) niqandîye.
B.M.Amin 91:8
9
Sond dixum! Kîjan canê xwe ji sikatîyan bi parisîne ewa serfiraz bûye.
B.M.Amin 91:9
10
Û sond dixum! Kîjan ketibe sikatîyan (ji rêya rast derketibe) bi rastî ewî zîyan kirîye.
B.M.Amin 91:10
11
(Komalê) Semûd ji qurebûna xwe (Pêxemberê xwe) dabûne derewdêrandinê.
B.M.Amin 91:11
12
Gava mêrxasên wan serî hildane.
B.M.Amin 91:12
13
Îdî qasêdê Yezdan ji bona wan ra (aha) gotîye: "hûn dest ji deva Yezdan û ji ava vexarina wê berdin.
B.M.Amin 91:13
14
Îdî ewan (mêrxasan pêxember) dane derewdêrandinê; Ewan serê devê jêkirin, îdî Xuda yê wan jî bi sedema gunehê wan şapat li ser wan da pêyweste kir; ewan (bi welatê wan va bi dêrizayî rast kir.
B.M.Amin 91:14
15
Û (Yezdan bi xweber jî) ji encama (şapatê) natirse.
B.M.Amin 91:15
Şems suresi tamamlandı