Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Beled 1 / 20
1
Ho! Ez bi vî bajarî sond dixum.
B.M.Amin 90:1
2
Û tu bi xweber jî di nava wî da rûniştî yî.
B.M.Amin 90:2
3
Û bi nişa merivan û bi ûrta wan.
B.M.Amin 90:3
4
(Sond dixum) ku me nişa merivan (di nava) zoratîyê da afirandîye.
B.M.Amin 90:4
5
Maqey ewa meriva guman dike, ku hêza tu kesî pêda naçe?
B.M.Amin 90:5
6
(Ji bona pesindanê aha) di bêje: "Min di vê rê da bi kulûra mal sixurandîye."
B.M.Amin 90:6
7
Maqey ewa guman dike, ku kes ewê kirina wî nabîne?
B.M.Amin 90:7
8
Qey me ji bona (merivan ra) du çav ne daye.
B.M.Amin 90:8
9
Û zimanek û du lêv (nedaye)?
B.M.Amin 90:9
10
Û me ji bona (merivan) du rê; (rêya qenc û xirabîyan) daye.
B.M.Amin 90:10
11
Îdî ewî (merivî, ji bona sipazîya di hemberê van qencîyan) qe xwe ne avite tu gaz û bêlanê zor.
B.M.Amin 90:11
12
Gaz û bêlanê zor, ka çîye tuyê ji ku bizanî?
B.M.Amin 90:12
13
Ewa (kara) vekirina (zincîra) kolan e (ku tu ewan azad bikî).
B.M.Amin 90:13
14
Yan jî di rojeke axilve da dayîna xurekan e.
B.M.Amin 90:14
15
Ji bona sêwîyên pismam ra.
B.M.Amin 90:15
16
Yan jî ji bona wan belengazê, ku ji birçîya xwe li ser xwelîyê dirêj kirene.
B.M.Amin 90:16
17
Hêj paşê ewa dibe ji wanê bawer kirin e û şîreta bi hewdana (di hemberê cewr û aşîtan da) li hev dikin û bi dilovanî ya li hev kirinê dikin.
B.M.Amin 90:17
18
Hevrîne bi nutûv û rast evan in.
B.M.Amin 90:18
19
Ewanê bi beratenê me bûn e fi­le hene! ewan jî hevrîne bênutûv û çep in.
B.M.Amin 90:19
20
Agirê ku derê wî tê girtinê, ji bona (vanan ra)ne.
B.M.Amin 90:20
Beled suresi tamamlandı