Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Tevbe 1 / 129
1
Eva ji Yezdan û ji Pêxemberê wî li bal hevrîçêkerên, ku we ji bona wan ra peymana (aştîyê) dabûye, (ewan jî ewa peyman şikênandine, ji bona gizbirîna we) bi rastî belavok û destûrek e.
B.M.Amin 9:1
2
Îdî hûn (gelî filan!) di zemîn da çar mehan (bê tirs) bigerin û hûn evî jî bizanin! Ku hûn nikarin Yezdan bêzar bikin (ku îdî Yezdan nikaribe şapatê bide we) û hûn (bizanin!) bi rastî Yezdanê filan riswa bike.
B.M.Amin 9:2
3
Û eva di roya meztirê hecê da ji Yezdan û ji Pêxemberê wî li bal kesan da belavanokeke, ku bi rastî ewan herduk jî ji hevrîçêker û ji peymana bi wan ra daî dest berdane (ji wan bê gur û bê goman in). Îdî heke hûn (gelî kesan! Ji filetî û ji peyman şikênandinên xwe) poşman bibin, şixwa (poşmanîya we ji wan kirinê we) ji bona we ra çêtir e û heke hûn (ji poşmanîya xwe) rû bifetilînin (dîsa hevrîçêkirinê bikin û peymanên xwe bişikênin) hûn bizanin! Ku hûn nikarin Yezdan bêzar bikin (ku îdî ewa nikaribe şapatê bide we). Û (Muhemmed!) ewanê ku bûne file hene! Tu mizginîya wanan bi şapateke dilsoz bide.
B.M.Amin 9:3
4
Ji pêştirê (peymana) wan hev­rîçêkerên, ku we bi wan ra peymana (aştîyê) daye hev û paşê ewan hevrîçêkeran jî qe ji wê peymanê tu tiştek kêm nekiribin û ewan piştvanîya tu kesekî jî li hemberê we da ne kiribin,hûn jî heya danê paşya peymanê hat, ewa peymana ku we daye hev pêk bînin. Hûn bizanin! Bi rastî Yezdan ji parisvanan hez dike.
B.M.Amin 9:4
5
Îdî di gava ku paşya wan mehên (qirîn di wan da hatîye qedexe kirinê) hat, hûn li kederê rastî wan (hevrîçêkeran) hatin; hûn ça dikarin wusa bi wan ra qirîn bikin û hûn ewan bigirin; di xanî û di duzan da (kelan da) bixne zîndanan û hûn li hemû ciyan da ji bona wan ra didegehan daynin (didarya wan bikin û hemû rêyan li wan bigirin). Îdî heke ewan (ji wan kirinên xwe) poşman bûn û nimêja xwe kirin û baca malê xwe jî dan, hûn îdî rêya wan valakin (dest nedine wan). Bi rastî Yezdan ji penhûgerê kemasîyan û dilovîn e.
B.M.Amin 9:5
6
(Muhemmed!) Heke yek ji hevrîçêkeran xwe avête ber bextê te, îdî tu jî ewî bi ewletî hilde berbextê xwe, heya ku ewa peyvên Yezdan bibêhê, paşê tu ewî bi ewletî bigihîne wî cîyê ku ewa di wura da ewle dibe (ji bo ku tu kes dest nede wî). Ji ber ku ewan komalekî bi tiştan nizanin (tu evan xebatan bi wan ra dikî.)
B.M.Amin 9:6
7
Ji pêştirê wan (fileyên) ku we li bal mizgevta (bi nan Mescid ul-Heram peyman daye hev, we ji bona wanê ku hevrîçêker in (pût perestin) li bal Yezdan û li bal Pêxemberê wî ça peymanê çê be? Îdî ji wan (filan) kîjan ji bona we ra rast bin, hûn jî ji bona wan ra rast bin. Bi rastî Yezdan (ji wanê ku di peymana xwe da) parisvan in hez dike.
B.M.Amin 9:7
8
Wê ça (peymanê) çê be? Heke ewan (filan) li ser we da bi serbestî servahatî bibûnan, ewan (filan) qe di nav we da li tu kesekî pismam û li tu sond û peymanên ku we dabûye hevdu mêze ne dikirin. Ewan (filan) divên ku we devê xwe, bi xwe bidine qayîlkirinê û lê dilê wan qe bi tu cureî qayîl nabe. Şixwa pirên wan bi xweber jî ji rêya rast derketî bûne.
B.M.Amin 9:8
9
Ewan (filan) beratên Yez­dan bi perekî hindik firotine, îdî ewan rêya Yezdan ji ber merivan giredane. Bi rastî tişta ewan dikin çiqa sik e!
B.M.Amin 9:9
10
Ewan (filan) di nava bawergeran da qe li tu kesekî pisman û li tu sond û peymanekî mêze ne dikirin. Şixwa ewanê ku ji tuxûbê xwe borîne; (qe li tu tiştî mêze nakin) evan bi xweber in.
B.M.Amin 9:10
11
Îdî heke evan (filan ji wan kirinên xwe) poşman bûn; nimêja xwe kirin û baca xwe dan, ewan di olê da îdî birayên we ne. Em (evan) beratan ji bona wî komalê ku dizanin vedikin.
B.M.Amin 9:11
12
Û heke ewan (filan) ji piştî peymana xwe, sonda xwe şikênandin û ewan ziman xwe dirêjî ola we kirin (bi we tinaz kirin) îdî hûn jî (gelî bawergeran!) bi wan pêşrewanê wanên ku di filetîyê da pêşrewanî dikin ra qirîn bikin, bi rastî ji bona wan ra tu sond tune ye. (Bi vî awayî) dibe ku ewan (filan) ji wan kirinê xwe, xwe bidine paş da.
B.M.Amin 9:12
13
Qey hûn (gelî bawergeran!) bi wî komalê ku ewan sonda xwe şikênandine û ewan ji bo­na ku Pêxember (ji bajarê Mekkê) derxin, biryar hildane (evan kirinên hanênan) di cara yekem da jî ewan bi xweber dest avêtibûne xebata wan kiribûne, qirînê nakin? Qey hûn (gelî bawergeran!) ji wî (komalê) ditirsin? Heke hûn bi rastî bi Yezdan bawer dikin, îdî babettir e ku hûn ji Yezdan bitirsin.
B.M.Amin 9:13
14
Hûn (gelî bawergeran!) ji bo ku Yezdan (ewan filan) bi destê we şapat bike û ji bona ku ewan sernegûn bike û arîkarêya we bike; ku hûn li ser wan da servahatî bibin, ji bo ku dilê (we) komalê bawerger bi vî awayî mêfa (şifa) bibe, bi wan (filan ra) qirînê bikin.
B.M.Amin 9:14
15
Û ji bona ku Yezdan (ewa kula fila ne, ku di dilê bawergeran da heye) behere. Şixwa Yezdan bi xweber jî, ji bona kîjanî ra bivê, poşmanîya wî ye ji gonehan litê dike. Û bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye.
B.M.Amin 9:15
16
Qey hûn goman dikin, heya ku Yezdan; ewan merivên ji we ne, ku ji bo­na rêya Yezdan tekoşîn dikin û ewan merivan bi xweber jî ji pêştirê Yezdan û ji pêştirê Pêxemberê wî û ji pêştirê bawergeran ji xwe ra qe tu kesekî serkar û bextîyar nagirin, bi wê temtêla wan nizanbe, wê Yezdanê li ser vê temtêla we, dest ji we berde? Şixwa hûn çi bikin, Yezdan bi xweber jî bi wî dizane.
B.M.Amin 9:16
17
Ewan hevrîçêkerên, ku ji bona filetîya xwe ra li ser xwe, bi xweber şahidî didin, ku file ne ewa hene! Ji bona wan ra tu maf tune ye ku mizgeftên Yezdan ava bikin. Ewan kirinê wan hemûşk şewitîne û ewanê di agir da jî tum carî bimînin.
B.M.Amin 9:17
18
Bi rastî mizgeftên Yez­dan hey ewan kesên ku bi Yez­dan û bi ro (danê) para da bawer kirine û nimêja xwe kirine û baca xwe dane û ji pêştirê Yezdan ji tu kesî jî natirsin, ava dikin. îdî dibe ku evan bibine ji wan kes­ên ku hatine rêya rast.
B.M.Amin 9:18
19
Qey hûn (gelî kesan!) av dana hecîyan û ava kirina mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram û ewanê ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan) di rêya Yezdan da tekoşîn ki­rine; wekî hev digirin? Na, ewan li bal Yezdan wekî hev nabin. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast.
B.M.Amin 9:19
20
Ewanê ku bawer kirine û (ji welatê xwe) koç kirine û ji bona qayîlbûna Yezdan) di rêya Yezdan da bi mal û bi canê xwe tekoşîn kirine, hene! Ewan li bal Yez­dan bi payetî meztir in. Ewanê serfıraz jî evan bi xweber in.
B.M.Amin 9:20
21
Xudayê wan li bal xwe ji bona wan ra mizgîna dilovanîyeke ji xwe û qayîlbûna xwe bi wan dide, ku ji bona wan ra bihişt hene, xarina wan bê paşî ne.
B.M.Amin 9:21
22
Ewan bi xweber jî di wê bihiştê da hey manok in. Bi rastî li bal Yezdan xelatên mezin hene.
B.M.Amin 9:22
23
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Heke bav û kal û birayên we, ji bawerîyê pirtir ji filetîyê hez bikin, hûn jî ewan ji xwe ra serkar û mezin negirin. Û kîjan ji we, ewan bav û kal û biran ji bona xwe ra serkar û mezin bigire; îdî bi rastî ewan bi xweber cewr kirine.
B.M.Amin 9:23
24
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "He­ke li bal we bav û kalên we û zarên we û birayên we û zone we û pismam û lêzimên we û ewa malê ku hûn keda wî dikin û ewa kirîn û fîrotina ku hûn ditirsin, ji bona ku hûn di wî da karê nekin û ewan xan û malên ku hûn bi wan qayîl bûne, ji Yezdan û ji Pêxemberê wî û ji wê tekoşîna ku ji bona rêya wî tê kirinê, heztir be, îdî hûn dîdarî bikin, heya ku fer­mana Yezdan (bi teşqeleda­na we) were." Bi rastî Yezdan bi xweber jî ewî komalê ku ji rêya rast derketîye nayne rê.
B.M.Amin 9:24
25
Bi sond! Yezdan di pir cîyan da arîkarîya we ki­rîye û di roya (qirîna) Huneynê da jî (arîkarîya we kirîye): Di wê royê da; piranîya we hûn bi sodretî qure kirine, îdî ewê (piratîyê jî) qe tu tiştek ji we ne daye para danê û zemîn bi firetîya xûya jî li ser we teng bûye û paşê jî we pişta xwe daye qirînê hûn para da revîyane.
B.M.Amin 9:25
26
Pasşê (ji piştî ku hûn revîyane) Yezdan hewdana xwe (bi ber dilî) li ser pêxemberê xwe û li ser bawergeran da hinartîye û ewî leşkerekî wusa hinartîye ku qe we ewa (leşkeran) ne didîtin. (Ewî bi wan leşkeran) ewanê ku filetî dikiribûne şapat kirîye. Û şixwa celata filan bi xwe­ber jî eva ye.
B.M.Amin 9:26
27
Ji piştî vî jî Yezdan poşmanîya evînên xwe litê dike. Û bi rastî Yezdan baxişgerekî dilovîn e.
B.M.Amin 9:27
28
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî ewanê hevrîçêker hene! Ewanan (bi bawerî) pîs in, îdî bira ewanan ji piştî vê sala wane hanê nêzîkê mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram nebin û heke hûn (ji ne hatina wan li bal mizgevtê da) bitirsin, ku hûnê xezan bibin; îdî heke Yezdan bivê şixwa ewê we ji rûmeta xwe zengîn bike. Bi rastî Yezdan zanakî bijejke ye.
B.M.Amin 9:28
29
Hûn (gelî bawergeran!) bi wanê ku ji bona wan ra pirtûk hatîye, ku ewan hêj bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer nakin û ewan ku Yezdan û Pêxemberê Wî ne durist kirine, ne durist nakin (ji wan bi duristî dixun) û ola rast jî (ji bona xwe ra) bi olî litê nakin, qirînê bikin; heya ku ewan xeraca xwe bi destê xerac kûsanan bidin, ku ewan bi xweber jî stûxar bin.
B.M.Amin 9:29
30
Û cihûyan (aha) gotine: "Bi rastî Uzeyr kurê Yezdan e." Û Mexînan jî (aha) gotine: "Bi rastî Îsa kurê Yezdan e." Eva gotina hanê, gotina wan e, bi devê xwe dibê­jin. (Gotina wan) wekî gotina wan fileyên ku hêj di berya wan da (borîna) gotina: (Ewan jî di devê xwe da wekî gotina wan filan digerînin.) Yezdan ewan bikuje! Ewan di kuda evan viran dikin?
B.M.Amin 9:30