Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Fecr 1 / 30
1
Bi Segura (sibehê).
B.M.Amin 89:1
2
Bi wan deh şevê (bi nev û nîşan).
B.M.Amin 89:2
3
(Bi hemî afırandê) zo û kit.
B.M.Amin 89:3
4
Û bi şevê gava di çe.
B.M.Amin 89:4
5
Ji bona xayî hişan ra bi rastî di vane borî da sond û ewletî heye.
B.M.Amin 89:5
6
Maqey tu nabînî, ku Xuda yê te komalê Ad ça şapat kirîye?
B.M.Amin 89:6
7
Ewan (komelekî wusa bi hêz bûn) wekî sitûnan bilind bûn.
B.M.Amin 89:7
8
Ewan (komalên wusa bûn e) ku wekî wan tu komal di welatan da ne hatine afirandinê.
B.M.Amin 89:8
9
Û ewan Semûdîne di newalan da, zinar qul dikirin (ji bo ku ji xwe ra xanîyan ava bikin, Xuda yê te ça şapat kirîye?
B.M.Amin 89:9
10
Û (Xuda yê te) Fir´ewn ê xwedîyê hêz û singê jî ça şapat kirîye?
B.M.Amin 89:10
11
Ewan di welatan da (bi zorbetî) ji ava rû derketibûn.
B.M.Amin 89:11
12
Îdî ewan di welatan da pir cewr kiribûn e.
B.M.Amin 89:12
13
Xuda yê te jî, îdî li ser wan da şapatek e zor rijandîye
B.M.Amin 89:13
14
Loma bi rastî Xuda yê te (di hemû deman da) dîdevanê (bendeyê xwe ye).
B.M.Amin 89:14
15
Îdî gava Xuda bivê, ku merivan biceribîn e; ewa merivê, ku Xuda yê wî ji bona wî ra berxudarî dabe (aha) bêje bi rastî Xuda yê min ji min ra qencî kirîye.
B.M.Amin 89:15
16
Lê gava Xuda yê wî ewî bi ceribîne,îdî rojînê wî kêm bike û bê pêar bike îdî ewa jî (aha) di bêje: "Bi rastî xuda yê min, ez riswa kirime."
B.M.Amin 89:16
17
Na! (bi gotina we nîne) lê hûn (gelî merivan!) rûmeta sêwyan na girin.
B.M.Amin 89:17
18
Û hûn ji bona xurek dana belengazan helana nadene hev.
B.M.Amin 89:18
19
Û hûn mîratê qe ji hev naraqetînin, hemî tevê hev dixun.
B.M.Amin 89:19
20
Û hûn ji civandina mal pir hez dikin.
B.M.Amin 89:20
21
Na! (evan kirinê we rast nînin) gava zemîn hejîya bû toz.
B.M.Amin 89:21
22
Û (gava) Xuda yê te hat; ferişte bi gargî rêz bûn.
B.M.Amin 89:22
23
Di wê rojê da doj jî hatîye anînê. Di wê rojê da meriv kirinê xwe tîne bîra xwe, îdî (di wê rojê da) bîranîna wî ji bona wî ra wê ça kêrê wî were?
B.M.Amin 89:23
24
(Di wê gavê da meriv aha) di bêje: "Xwezîka min ji bona vê jîna xwe ra hêj di berê da (qencî) şandibûnan."
B.M.Amin 89:24
25
Îdî di wê rojê da wekî şapata (Yezdan) qe tu kes şapatê nake.
B.M.Amin 89:25
26
Û tu kes jî wekî girêdana (Yezdan) girêdanê nake.
B.M.Amin 89:26
27
Gelî canê rawestîyayê hewda î!
B.M.Amin 89:27
28
Tu li bal Xuda yê xwe da bi qayîlî bizvire.
B.M.Amin 89:28
29
Îdî tu bikeve nava bendenê minê (xurî).
B.M.Amin 89:29
30
Û tu bikeve behişta min.
B.M.Amin 89:30
Fecr suresi tamamlandı