Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Ala 1 / 19
1
(Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê xweyê bilintir paqîjî ya vî ji kêmayan bike.
B.M.Amin 87:1
2
Ew (Xweda yê te) afirandin kirîye, îdî bi pêkanî rast kiriye.
B.M.Amin 87:2
3
Ewî ji hemû heyan ra (temtêla wan) pîvaye, îdî paşê anîye rêya rast.
B.M.Amin 87:3
4
Ewî kovîçêr derxistîye.
B.M.Amin 87:4
5
Îdî paşê ewa (çêra) xistêye gîhakî reşê hişk maye.
B.M.Amin 87:5
6
(Muhemmed) di nêzîk da (bi Cibraîl) emê (Qur´an ê) ji te ra bidin xûndinê, îdî tu bîrva nekî.
B.M.Amin 87:6
7
Ji pêştirê tişta Yezdan (bîrva kirina wê) va ye. Loma bi rastî Yezdan bi tişta xûyayî û bi tişta veşartî dizane.
B.M.Amin 87:7
8
Û emê ji bona te ra rêya hêsabûna (berkirinê) pêk bîn in.
B.M.Amin 87:8
9
(Muhemmed) heke şîreta (bi Qur´an ê)ji bona wan ra kêr tê tu ji wan ra şîretan bike.
B.M.Amin 87:9
10
Bi rastî ewê (ji Xudê) bitirs e, wê (ji Qur´an ê) şîretan hilde.
B.M.Amin 87:10
11
Ewê gunehkarê ji rê derketî heye! Ewa jî xwe (ji şîretê Qur´an ê) diparisîn e.
B.M.Amin 87:11
12
Ewa di agirê mezin da tê avêtinê.
B.M.Amin 87:12
13
Paşê (di agirda jî) ne dijî û ne jî dimire.
B.M.Amin 87:13
14
Bi sond! Ewê ku xwe ji (gunehan) paqij kirîye haye! Ewa feredte bûye.
B.M.Amin 87:14
15
Îdî ewî bi navê Xuda yê xwe şîret hildaye û nimêj kirîye.
B.M.Amin 87:15
16
Lê hûnê jîna cihanê heldibijêrin.
B.M.Amin 87:16
17
Jîna parada jî (ji jîna cihanê) çêtir û mayîtir e.
B.M.Amin 87:17
18
Bi rastî evan (şîretan) di pirtûk û rûpelên berêda jî hebûn e.
B.M.Amin 87:18
19
Ewan rûpelan, rûpelê Ibrahîm û Mûsa nin.
B.M.Amin 87:19
Ala suresi tamamlandı