Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Tarık 1 / 17
1
Bi ezman û bi sitêrka quloker.
B.M.Amin 86:1
2
(Muhemmed!) ka tu ji ku dizanî ewa (sitêrka) quloker çîye?
B.M.Amin 86:2
3
Ewa sitêrka bi runahî û rêjoke ye.
B.M.Amin 86:3
4
(Sond dixum!) ku li ser hemû candaran, parisvanekî wî heye.
B.M.Amin 86:4
5
Ka bira meriv mêze bike ji çi hatîye afirandinê?
B.M.Amin 86:5
6
Ewa (meriva) ji avekehilavok hatîye afirandinê.
B.M.Amin 86:6
7
Ewa (ava) ji pişta (mêran) û ji nava (her du) memikê (jinan) derdikeve.
B.M.Amin 86:7
8
Bi rastî (ew Yezdan ê, ku bi vî awayî merivan biafirîn e; ji piştî mirinê) di şî ku ewan para da bizvirîn e.
B.M.Amin 86:8
9
Di roya, ku hemû (veşartî) wê derkevin xûya bibin.
B.M.Amin 86:9
10
Îdî ji bo wî merivî ra qe tu hêz û arîkarî namîn e.
B.M.Amin 86:10
11
Û bi wî ezmanê (ku avê hildid e û) para da dîsa dizvirîn e.
B.M.Amin 86:11
12
Û bi wî zemînê (ku ji bona hêşîna ya) çiryanê derizî.
B.M.Amin 86:12
13
(Sond dixum!) ku ewa (Qur´an a) bi rastî pûçî û rastîyê ji hev ra diqetîn e.
B.M.Amin 86:13
14
Û ewa (Qur´an a) tinaz nîn e.
B.M.Amin 86:14
15
Bı rastî ewan (filan ji bona pûçatê ya Qur´an ê) endezan dikin.
B.M.Amin 86:15
16
Ez bi xweber jî (ji bona girtina wan) defikan pev dixim.
B.M.Amin 86:16
17
Îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan filan ra firsetê bide, bi­ra ewan hedî-hedî (di rê ya xwe da her in.
B.M.Amin 86:17
Tarık suresi tamamlandı