Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
İnşikak 1 / 25
1
Gava ezman derizî.
B.M.Amin 84:1
2
(Ezmen) ji Xuda yê xwe des­tûr xwest (ku bi sitûxarî wekî babetî ya wî) bi gotina wî (perestî ya) wî bike.
B.M.Amin 84:2
3
Û gava zemîn direj bûye (rast bûye).
B.M.Amin 84:3
4
Û di hundurê (zemîn da) çi heye, hemî avêtî ye derva, îdî vala maye.
B.M.Amin 84:4
5
Û (zemîn) ji Xuda yê xwe des­tûr xastîye (ku bi sitûxarî wekî babetîye wî) bi gotina wî (perestî ya wî) bike.
B.M.Amin 84:5
6
Merivo! Bi rastî tu dixebitî, ku tu herî bal Xu­da yê xwe, îdî (tu wusa bixebit e) tu yê bigehêjî wî.
B.M.Amin 84:6
7
Di wê gavê da îdî pirtûka kîjanî (bi destê) rastê bê danê.
B.M.Amin 84:7
8
Ewê hijmarek e hindik û hêsanî bibîn e (derbasbibe).
B.M.Amin 84:8
9
Û ewa li bal malîne xwe da bi şahî dizvir e.
B.M.Amin 84:9
10
Lê pirtûka kîjanî di alîyê pişta wî da hatibe daînê.
B.M.Amin 84:10
11
Îdî ewê ji bona xwe ra gazî teşqela bike.
B.M.Amin 84:11
12
Ewê li bal doja pêtan da bê kişandin e.
B.M.Amin 84:12
13
Loma ewa (di cihanê da) di nava malînê xwe da dilşabû ye (qe tiştek ji vê şapatê ne dianî bîra xwe).
B.M.Amin 84:13
14
Loma bi rastî (ewê gunehkar) guman kiribû, ku bi rastî îdî ranabe. -1ı
B.M.Amin 84:14
15
Na! (bi rastî wê bêne şandinê) loma bi rastî Xuda yê wî ewî dibîne.
B.M.Amin 84:15
16
Ho! Bi segura sibehê.
B.M.Amin 84:16
17
Û bi şevê û bi wan tiştên, ku şevê di xwe da pêçaye.
B.M.Amin 84:17
18
Û bi hîva (çarde) şevî.
B.M.Amin 84:18
19
(Sond dixum!) ku hûnê ( bi temtilekî li bal temtêla mayî da bêne rêkxistinê.
B.M.Amin 84:19
20
Îdî gelo ji bona wan (filan ra)çi bûye, ku ewan hêj bawer nakin?
B.M.Amin 84:20
21
Û gava ku Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê ewan (ji bona Yezdan ra) kunde nabin?
B.M.Amin 84:21
22
Lê ewanê bûne file hene! (gava Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê) ewanan (Qur´an ê) didine derewdêrandinê
B.M.Amin 84:22
23
Yezdan bi xweber jî (ewa tişta, ku ewan filan di hundurê xwe da veşartin e) bi wan çêtir dizane.
B.M.Amin 84:23
24
Îdî (Muhemmed!) tu ewan (fi­lan) bi şapateke dilsoz bide mizgîndanê.
B.M.Amin 84:24
25
Bi tenê ewanê bawer kirine û karê aştî kirin e hene! kêryeke bêpaşî ji bona wan ra
B.M.Amin 84:25
İnşikak suresi tamamlandı