Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Mutaffifın 1 / 36
1
Ewanê ku di keş û pîvandina xwe da kemasî dikin, xwelî li wan be.
B.M.Amin 83:1
2
Ewanan gava tiştekî ji merivan bistînin; pîvandina wî bê kêmasî pêktîn in.
B.M.Amin 83:2
3
Gava ewan ji bona merivan ra bipîvin ya jî bikişîn in; ewan di kêş û pîvandina xwe da kêmasî dikin.
B.M.Amin 83:3
4
Maqey ewan guman nakin ,ku wê ewanê (ji piştî mirinê) rabin herne civînê?
B.M.Amin 83:4
5
Ji bona royeke mezin (wê rabin).
B.M.Amin 83:5
6
ku di wê royê da meriv radibe (hijmara kirinê xwe) ji bona Xuda yê cihanê ra (dide).
B.M.Amin 83:6
7
Na! (gotî ewan kêş û pîvanê xwe bi kêmasî nekin) loma bi rastî nivîsara (ki­rinê) gunehkaran di sicîlan da hatîye pêk anînê.
B.M.Amin 83:7
8
(Muhcmmed!) tu ji ko dizanî ka sicîl çîye?
B.M.Amin 83:8
9
Ewa (sicîla deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hilda ye.
B.M.Amin 83:9
10
Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
B.M.Amin 83:10
11
Ewan (derevdêran) roya xelat û celatan didine derewdêrandinê.
B.M.Amin 83:11
12
Ewê royê hey ewanê ji tuxûbê xwe borî û gunehkar, didine derewdêrandinê.
B.M.Amin 83:12
13
Gava beratenê me ji bona wî ra, tên e xwundinê ewî (aha) gotîye: "Evan çîvanokê berêne."
B.M.Amin 83:13
14
Na! (bi gotina wan nîne). Lê bi rastî bi sedema keda wane kirî gemarê li ser dilê wan girtîye.
B.M.Amin 83:14
15
Na! (bi gotina wan nîne, keda wan jî bi tenê nîne) loma bi rastî ewanan di wê royê da ji Xuda yê xwe rûreş in.
B.M.Amin 83:15
16
Paşê ewanê li bal doji da bîne avêtinê.
B.M.Amin 83:16
17
Wê hej paş da ji bona wan ra aha bêgotinê: "Ewa tişta ku wê pê bawer ne dikir, eva ye (îdî de ji şapata wê çeşne bikin)."
B.M.Amin 83:17
18
Na! (wekî gotina we nîne) loma bi rastî nivîsara kirinê wanê qencîkarê, di jora bilinddan in.
B.M.Amin 83:18
19
(Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka jora bilind çîye?
B.M.Amin 83:19
20
Ewa (jora bilind deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hildan e.
B.M.Amin 83:20
21
Ewan (feriştene) nêzîk, nêhrewanî ya wî dikin.
B.M.Amin 83:21
22
Loma bi rastî qencîkar di (behişta) xurekadan in.
B.M.Amin 83:22
23
Li ser kursîyan temaşa dikin
B.M.Amin 83:23
24
Tu di rûyê wan da, şopa qencîyan nîyas dikî.
B.M.Amin 83:24
25
Ewan, bi meya devgirtî ye xurî tên e avdanê.
B.M.Amin 83:25
26
Derxûnê wî miske (ya jî daw ya wê meyê misk e). Îdî bira dexes (di van xelatan da) dexesî bikin.
B.M.Amin 83:26
27
Pê vexwarina wê (meyî) meya bi nav Tensîm e.
B.M.Amin 83:27
28
Ewa (Tensîm a) kanyeke wusane, ji wê (kanîyê) hey ewanê nêzîkê (Yezdan) vedixun.
B.M.Amin 83:28
29
Bi rastî ewanê gunehkarî dikirin hene! Ewanan, bi wanê bawer kiribûn e dikenîyan.
B.M.Amin 83:29
30
Gava ewanê (gunehkar) li bal wanê (bawerker da) diborîn li hev mêze dikin çav diniqîn in (bi bawerkeran tinazan dikin).
B.M.Amin 83:30