Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Tekvir 1 / 29
1
Gava roj hate pêçandinê, herikî.
B.M.Amin 81:1
2
Û gava siterk (ji hev) verişîn ketne xarê.
B.M.Amin 81:2
3
Û gava çîya (ji zemîn bûne leylan) çûn.
B.M.Amin 81:3
4
Û gava dest ji malê civyayî hate berdanê (ya jî gava dest ji wê dema deh meh li ser da borî; gavê zayîna wê hatîye, hate berdanê).
B.M.Amin 81:4
5
Gava (tarişê) hov hatine civandinê.
B.M.Amin 81:5
6
Û gava avşîn li ser hev da kelîya, tevê hev bû.
B.M.Amin 81:6
7
Û gava can bi hev ra zo dibin.
B.M.Amin 81:7
8
Û gava ji keça hêj bûyî hate pirsînê.
B.M.Amin 81:8
9
Ji bo çi ewa hatîye kuştinê (bi zindî hatîye çal kirinê)?
B.M.Amin 81:9
10
Û gava rûpelên defterên (kirinan) têne vekirinê.
B.M.Amin 81:10
11
Û gava rûyê ezman ji dûmanan hate vekirinê.
B.M.Amin 81:11
12
Û gava doj bi pêtê agir hate pêxistinê.
B.M.Amin 81:12
13
Û gava behişt nêzîkê (merivan) bû.
B.M.Amin 81:13
14
Hemî kes dizane, ka (ji bona xwe ra) çi amade kirîye.
B.M.Amin 81:14
15
Ho! ez bi wan (siterkên ku di rojê da) tene veşartinê.
B.M.Amin 81:15
16
Di şevê da (wekî asan-xezal di guherê xwe da) dicivin.
B.M.Amin 81:16
17
Bi wê şevê, gava pişta xwe (daye taritîyê).
B.M.Amin 81:17
18
Bi wê sibehê gava ruhnaya wê derdikeve û bêhna xwe dide.
B.M.Amin 81:18
19
(Sond dixum!) evanê (Muhemmed ji bona we ra dibêje) peyvê qasidekî (Yezdan ê) ku bi rûmet û dilşad e.
B.M.Amin 81:19
20
Ewa qasida li bal (Yezdan ê) xweyê arşê bi hêz û xweyê cî ye.
B.M.Amin 81:20
21
Bi gotina wî (qasidê) tê kirinê û ewle ye.
B.M.Amin 81:21
22
Û hevalê we bi xweber jî tepa ketî nîne.
B.M.Amin 81:22
23
Û bi sond! (Muhemmed) ewa (qasida) li bêlanê bilindê xûyayî da dîtîye.
B.M.Amin 81:23
24
Û (Muhemmed) bi xweber jî ji bona (niqandina Qur´an ê bi ne xûyayî) nayê rexnekirinê.
B.M.Amin 81:24
25
Ewa (Qur´an a) gotina pelîdê deherandî jî nîne.
B.M.Amin 81:25
26
Îdî bi vira jî ka hûn kuda diçin (û bi çi bawer dikin)?
B.M.Amin 81:26
27
Ewa (Qur´an a) hey ji bona hamû gerdûnê ra şîretek e.
B.M.Amin 81:27
28
Ji bona wî kesê ji we, ku divê xwe rast bike (şîret e).
B.M.Amin 81:28
29
Hûn bi xweber jî hey tişta Yezdan ê Xuda ê cihanê va ye, dikarin ji bona xwe ra bivên.
B.M.Amin 81:29
Tekvir suresi tamamlandı