Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Abese 1 / 42
1
Rûyê xwe tirş kirîye û pişta xwe (daye).
B.M.Amin 80:1
2
Ji bo ku ewa kora hatîye.
B.M.Amin 80:2
3
Tu çi dizanî? Bi rastî dibe ku xwe paqij bike.
B.M.Amin 80:3
4
Yan jî şîretan bike, îdî şîret kêrî wî werin.
B.M.Amin 80:4
5
Lê ewê, xwe hewce nabîne.
B.M.Amin 80:5
6
Îdî tu ji bo wî ra raber dibî.
B.M.Amin 80:6
7
Û çi ji te ra ku ewa xwe ji (filetîyê) paqij nake.
B.M.Amin 80:7
8
Lê ewê bi lez hatîye bal te.
B.M.Amin 80:8
9
Ji (Xuda) tirsîyaye, loma hatîye.
B.M.Amin 80:9
10
Îdî tu jî ji wî rû difetilînî!
B.M.Amin 80:10
11
Na! (wusa nabe) loma bi rastî (Qur´an) şîretek e.
B.M.Amin 80:11
12
Îdî kîjan ji vê, wê ewê şîretê hilde.
B.M.Amin 80:12
13
Ewa (Qur´an a) di rûpelne rûmetdar danin.
B.M.Amin 80:13
14
Bilind û paqij e.
B.M.Amin 80:14
15
Di destê balyozne (ji firêşte danin).
B.M.Amin 80:15
16
Ewan (firêştan) rûmetdar û qencîkar in.
B.M.Amin 80:16
17
Xwelî li meriva be, çiqas nankor in.
B.M.Amin 80:17
18
(Gelo) ewa (meiva) qe mêze nake, ka (Yezdan) ewa ji çi afirandîye?
B.M.Amin 80:18
19
(Yezdan) ewa ji aveke tîre avotek afirandîye, îdî paşê ji wî ra rûçik daye.
B.M.Amin 80:19
20
Paşê (Yezdan) rêya wî hêsanî kirîye.
B.M.Amin 80:20
21
Paşê (Yezdan) ewa mirandî ye, îdî ewa xistîye gorê.
B.M.Amin 80:21
22
Paşê gava (Yezdan) bivê dîsa ewî zindî dike(di weşîne).
B.M.Amin 80:22
23
Na! (gotina merivan nîne) bi rastî tişta (Yezdan ferman) kiribû; ewî pêk ne anîbû.
B.M.Amin 80:23
24
Îdî bila meriv carekîli bal xurekê xwe ra mêze bike.
B.M.Amin 80:24
25
Me ça (ji bona piranîya xwarina wî) aveke pir rijandî ye.
B.M.Amin 80:25
26
Paşê me zemîn (ji bo hêşinaîyê) ça çirandî ye.
B.M.Amin 80:26
27
Îdî me (di zemîn da) lub hêşîn kirîye.
B.M.Amin 80:27
28
Û (me) tirî û nefel jî (hêşîn kirîye).
B.M.Amin 80:28
29
Û me zeytûn û xurme jî (hêşîn kirîye).
B.M.Amin 80:29
30
Û (me) bostanne (darê wan) ji hev derbvaz bûyî jî (hêşîn kirîye).
B.M.Amin 80:30