1
Bi wan (fireştene) can sitandne fereşandok.
2
Bi wan (fireştene) ku canan bi hêsanî distînin (û dev) bi kenin.
3
Û bi wan sitêrke (di hewa da) melevanî dikin.
4
Û bi wan (fireştene) daberhevne (ku ji hev) di borin.
5
Bi wî yê ku bûyerana pêk tîne (sond di xum)!
6
Ku roja (di stûrî da tê puf kirinê) hej(bi zemîn digire û ) di heje.
7
Li peyda jî hejeke dinê digire.
8
Di wê rojê da dil (ji mirûzûyê) di silikin.
9
Çavê (xweyê wan dilan ji tirsa) di telisin.
10
(Aha ) dibêjin: « ma qey bi rastî (ji piştî mirina me, ku em ketine goran) dîsa emê (wekî temtêla xweyê berê) rabin? »
11
« Qey gava em bibûna hestûyê rizî jî ? »
12
Ewan (aha) gotine: « bi rastî (eva) zivirandina zîyaneke.
13
Îdî (eva) bi rastî zaroke bitenê ye.
14
Nişkêva ewan hişyar bûn e.
15
Bi sond!ji tera dabaşa (serdaborya) Mûsa hatîye.
16
Gava Xuda yê (Mûsa) di newala pîrozê (bi nav) « Tuwa » da gazî wî kirîye.
17
(Ji ra aha gotîye): « tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî ewa ji avaril derketî ye ».
18
Îdî tu (ji bo wî ra aha) bêje: « tu hez dikî, ku ez beledîya te li bal rîya rast da bikim, ku tu (ji sikatîyan) fereste bibî? »
19
Heke îdî tu (ji Xuda yê xwe , yan jî ji danê dawîyê) bi tirsî, ezê belidî ya te li bal Xuda yê te da bikim.
20
Îdî (Mûsa) beratenê mezin daye nîşanê Fir’ewn.
21
Paşê (Fir’ewn)ewan (beratan) dane derewdêrandinê, serî hilda.
22
Paşê pişta (xwe daye Mûsa) bi lez çû ye.
23
(Merivê xwe) civandin îdî (aha) li wan çir kirîye.
24
Û (aha ji bona wan ra) got : “bi rastî ez xudayê weyê bilintirê mezin im.”
25
Îdî Yezdan ewa wusa şapat kir, ku ewa bi wê şapatê ji bona wanê borî û para da tên bûye (bereketa sodret).
26
Bi rastî ji bona wanê , ku (ji Yezdan) ditirsin di van (bûyeran da) beratenê sodret hene.
27
Gelo di afirandinê da (ji piştî mirinê) ku hûn têne afirandinê zor e, yan jî (afirandina) ezmanan ? (ewî ezman) ava kirîye.
28
Ewî (ezman )di jor da bilind kirîye, îdî wekî hev rast kirîye.
29
Û şeva wî (ezmanî) tarî kirîye, roja wî ronahî kirîye.
30
Paşê (Yezdan) zemîn jî gulok kirîye.
Sonraki 16 ayet →