1
Ewa (filan) çi tiştî ji hev dipirsin?
2
(Qey) ewan ji wê Peyva (Qarsîya) mezin ji hev (dipirsin?)
3
Ewa (Qarsî ya) ku ewan (di hebûna) wê da ne wek hevbûne.
4
Na! Bi rastî (wekî gotina wan nîne,lê ewanê) di nêzîk da bizanin.
5
Paşê (dîsa wekî gotina wan nîne, lê ewanê) di nêzîk da bizanin.
6
Maqey me zemîn (ji bona wan ra) nexistîye hêlan?
7
(Me) çîya jî (ji bona zemîn ra ne xistîye) sing?
8
Û me hûn bi zotî afirandine.
9
Me xewa we jî (ji bona ew ra) xistîye rawestandin.
10
Û me şev jî (bi tarîtî ya wê va ji bona we ra) xistîye xewkirin.
11
Û me roj jî (ji bona we ra) xistîye (danê) jînê (ji bo ku hûn tê da bixebitin).
12
Û me di jora we da heft ramaxne bi hêz ava kirîye.
13
Û me (di wan ramaxana da) çirane çilwulok çêkirine.
14
Û me ji ewrne givaştok aveke şîroke hinartîye.
15
Ji bo ku em bi wê (avê) lub û hêşnayan derxin.
16
Û em (bi vê avê) bax û rezne li hevalyaî (derxin).
17
Bi rastî roja (pûçaî û maf) ji hev radiqete heye! Bûye danê radewa ê.
18
Hûnê di roja di stûrî da tê puf kirinê, îdî deste deste werin.
19
(Di wê rojê da) ezman vebûye; îdî derî derî çêbûye.
20
Û çîya (ji şûna xwe) hatine ajotinê, îdî bûne leylan.
21
Bi rastî doj jî bûye dîdevan.
22
Ji bona wanê rê derketî bûye êwir.
23
Ewanê di wura da pur danan bimînin.
24
Ewan (di dojê da) saritî û ave çeşne nakin.
25
Hey hilmojek û kêmê (çeşne dikin).
26
Eva celata (ji bona kirinê wan ra) gavîkan bûye.
27
Loma ewan guman ne dikir, ku wê kirinê wanê bêne hijmartinê.
28
Û ewan beratene me bivir di dane derewdêrandinê.
29
Û hemî tişt me bi nivîsarî hijmartîye.
30
Îdî hûn çeşna (kirinê) xwe bikin, îdî em ji bona we ra hey şapatê pur dikin.
Sonraki 10 ayet →