Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Mürselat 1 / 50
1
Bi wan (bayê) şandayê (peywestene) ji bona qencîyan.
B.M.Amin 77:1
2
Bi wan (bayê) bagerok.
B.M.Amin 77:2
3
Bi wan (bayê) vekerokê (tiştan e).
B.M.Amin 77:3
4
Bi wan (bayê) ji hev derxistok.
B.M.Amin 77:4
5
Bi wan (bayê) bûyerên (borî) tîne bîra merivan.
B.M.Amin 77:5
6
Tatan û ya jî hişyarîyê.
B.M.Amin 77:6
7
(Sond dixum!) tişta ji bo­na we ra hatîye peymandanê, wê hatibe.
B.M.Amin 77:7
8
Îdî gava sitêrk biçilmisin.
B.M.Amin 77:8
9
Û gava ezman ji hev çirya (ji hev çû).
B.M.Amin 77:9
10
Gava çîya hatine jenandinê.
B.M.Amin 77:10
11
Û gava qasid (ji bona nihrewanîyê) danê ra dewanîyê dabe.
B.M.Amin 77:11
12
(Aha tê gotinê): "Ji bona kîjan royê "Dan" para hatîye danînê?
B.M.Amin 77:12
13
Ji bona roja berewanî (tê da tê kirinê).
B.M.Amin 77:13
14
Tu ji ku dizanî, ka roja berewanîyê çîye?
B.M.Amin 77:14
15
Di wê royê da, xwelî li derewdêran be!
B.M.Amin 77:15
16
Maqey me ewan (virekê) berê teşqele ne kirîye?
B.M.Amin 77:16
17
Paşê emê ewanê para da mayî jî bûne peyrewê wan.
B.M.Amin 77:17
18
Bi vî awayî em gunehkaran (celat) dikin.
B.M.Amin 77:18
19
Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
B.M.Amin 77:19
20
Maqey me hûn ji aveke sike tîr ne afirandîne?
B.M.Amin 77:20
21
Îdî me eva (ava) di ewreke parisvane bi hêz da cîh kirîye.
B.M.Amin 77:21
22
Heya danekî dîyarî.
B.M.Amin 77:22
23
Îdî me ewa (ava) pîva (xistiye meriv). Îdî pîvdanok çiqa qenc e!
B.M.Amin 77:23
24
Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
B.M.Amin 77:24
25
Maqey me zemîn ne xistîye şûna civînê?
B.M.Amin 77:25
26
Ji bona zindî û miryan.
B.M.Amin 77:26
27
Û me di zemîn da çîyane bilindê dirêj binecî danîne û me hûn bi ava hêsaî û şirin dane avdanê.
B.M.Amin 77:27
28
Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
B.M.Amin 77:28
29
Hûn (gelî filan!) li bal wê (şapata) ku we bi hatina wê derew dikinir, herin.
B.M.Amin 77:29
30
Hûn li bal wê sî ya (doja) sê şax da herin.
B.M.Amin 77:30