Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
İnsan 1 / 31
1
Bi sond! meriv qe hêj tu tişt ne bûye, ku navê wî bihata gotinê; dan û demê pir dirêj li ser da borîye (paşê ji xalya qîmîtîye bênketî hêdî hatîye afirandinê).
B.M.Amin 76:1
2
Bi rastî mc meriv di temtêlne pey hev da,ji aveke tevlihevê (ji nêr û mêyan) afirandîye, îdî ji bo ku emê ewî biceribînin, me ji bona wî ra bihîstin û dîtin çê kirîye.
B.M.Amin 76:2
3
Bi rastî me ji bona wî ra rê nîşan daye, îdî ewa (meriva) ya sipazî û ya jî nankorî dike.
B.M.Amin 76:3
4
Bi rastî me ji bona filan û nankoran ra, zincir û bend û doja hilopît amade kirîye.
B.M.Amin 76:4
5
Bi rastî ewanê qenc jî hene! ewanan, meya ku tevê kafûrê bûye, di şelbikan da vedixwun.
B.M.Amin 76:5
6
(Ewa meya) kanyeke wusane, bendanê Yezdan ji wê (kanîye) vedixwun.(Ewanbendan ewê) kanîyê ça bixwazin, wusa didine kişandinê.
B.M.Amin 76:6
7
Ewan (qencan) gorînê xwe pêk tînin. Ewanan ji wê roja ku aşîta wê belav dibe ditirsin.
B.M.Amin 76:7
8
Bi hez kirina xwe, xurekan ji bona belengaz û sewî û zebûnan ra didin.
B.M.Amin 76:8
9
Ewan (ji bona hewcan ra aha dibêjin): "Em hey ji bona qayîlbûna Yezdan bi we didine xwurinê. Loma me ji we qe xelat û sipazî navên.
B.M.Amin 76:9
10
Loma bi rastî em di roja rû tirş û bi mirûz da ji (şapata) Xuda yê xwe, ditirsin.
B.M.Amin 76:10
11
İdî Yezdan jî ewanan ji şapata wê royê parisandin û Yezdan ji bona wan ra (rûyekî) bi ken û (dilekî) fire daye.
B.M.Amin 76:11
12
Bi sedema, ku ewan li ser (cefan) hew kirine, xelata wan (di wê ro­yê da) behişt û hevirmûş e.
B.M.Amin 76:12
13
Ewanan di (behiştê da) û ser kursîyan paldayîne ewanan di (behiştê da) germa (şewatok) û serma (qermandok) nabînin.
B.M.Amin 76:13
14
Û sîne (darê behiştê) bi ser wan da hatîye vegirtinê, çiqilên (daran ji bona weşandina beran) berjêr bûne, hatinê jêrê.
B.M.Amin 76:14
15
Bi firaqê ji zîv û bi misînên ji biloran li ber wan digerin.
B.M.Amin 76:15
16
Ewan îstekanê ji zîv in, bi pîvandin hatine pêk anînê.
B.M.Amin 76:16
17
Û ewanan (di behiştê da) bi aveke wusa têne avdanê, ku ewa (ava) bi zencefîlê hatine tevdane (di wan şûşan da) vedixun.
B.M.Amin 76:17
18
Eva di (behiştê da) kanyeke jêra selselbîl tê gotinê.
B.M.Amin 76:18
19
Ewan (vexurinan) zarên, ku di (behiştê da) hermaîne li dora wan da digerînin. Gava tu (ewan zaran) dibînî, tu dibê qey luluyê zêr kildayîne.
B.M.Amin 76:19
20
Tu çi gavê li wura mêze bikî (tu di wura da) qencî û maldar ya mezin dibînî.
B.M.Amin 76:20
21
Li ser (behiştîyan) kincê ji hevirmûşê kesk û birqonek hene. Ewan ji bazinê zîv xwe xemilandin e. Xuda yê wan, ewan bi aveke paqij dane avdanê.
B.M.Amin 76:21
22
Bi rastî ewa ji bona we ra xeleteke û xebata we hatîye sipaz kirinê (litê kirinê).
B.M.Amin 76:22
23
(Muhemmed!) bi rastî me Qur´an bi vekirî li ser te da hînartî ye.
B.M.Amin 76:23
24
Îdî ji bona berawanî ya Xuda yê xwe tu hew bike û tu ji wan (filan) qe bigotina tu gunehkar û nankoran neke.
B.M.Amin 76:24
25
Û tu bi navê Xuda yê xwe di sibeh û êvaran da perestî bike.
B.M.Amin 76:25
26
Û di hinekî şevê da, îdî tu ji (Xuda yê xwe ra) kunde behere û tu di şeva dirêj da jî perestî ya (Xuda yê xwe) bike.
B.M.Amin 76:26
27
Bi rastî evanan (ji vê cihana) zû çûyî hez dikin û dest ji wê roja girane pêş ya xwe da berdan e.
B.M.Amin 76:27
28
Me ewan afirandine û me (momikên wan) pevxistine û ewan bi hez kirine û gava em bivên jî, emê ewanan bi hinekî wekî wan ra biguhurînin.
B.M.Amin 76:28
29
Evan beratan şîret in; îdî kîjan bivê, wê li bal Xuda yê xwe da ji bona xwe ra rêyekî bigire.
B.M.Amin 76:29
30
Û hûn bi xweber jî ji pêştirê vîna Yezdan qe tu tiştî navên.Loma bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye.
B.M.Amin 76:30