Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Kıyame 1 / 40
1
Ho! Ez bi roya qarsê sond dixum.
B.M.Amin 75:1
2
Û ho! ez bi canê, ku (li ser kirinê xweyê sik) li xwe tatan dike sond dixum.
B.M.Amin 75:2
3
Qey meriv guman dikin, ku ji (piştî mirinê) em hestûyê wan nacivînin?
B.M.Amin 75:3
4
Erê! (emê hestûyê wan bicivînin) em dişên, ku momikê tilîyê wan jî rast bikin.
B.M.Amin 75:4
5
Lê bi rastî meriv di vên, ku di berxwe da jî (aşîtan) derxin (loma bi peyweste gunehan dikin).
B.M.Amin 75:5
6
(Bê tebat) meriv dipirsin; ka roya qarsê kîngê ye?
B.M.Amin 75:6
7
Îdî gava çav dibirûs e.
B.M.Amin 75:7
8
Û rûyê hîvê hatibe girtinê.
B.M.Amin 75:8
9
Û roj û hîv bi hev ra civyabin.
B.M.Amin 75:9
10
Di wê royê da meriv (aha) dibêjin: "Ka merivê kuda bireve?"
B.M.Amin 75:10
11
Na! (rev çênebe) loma tu penah tune ye.
B.M.Amin 75:11
12
Di wê royê da hewandin hey li bal Xuda yê te ye.
B.M.Amin 75:12
13
Di wê royê da ji bona merivan ra tişta ewan pêş û paş xistîye tê gotinê.
B.M.Amin 75:13
14
Bi rastî (di wê royê da) meriv li ser xwe; bi kirin û ne kirinê xwe dîdevan e.
B.M.Amin 75:14
15
Çiqa hinek tatê xwe jî bêje.
B.M.Amin 75:15
16
(Muhemmed!) tu zimanê xwe (hêj di berya dawî ya niqandê nehatî ye) ji bona lez kirina (ezber ya Qur´an ê) ne hejîn e.
B.M.Amin 75:16
17
Loma bi rastî civandin û xwundina wê (Qur´an ê) li ser me ye.
B.M.Amin 75:17
18
Îdî gava me Qur´an xwund, tu jî îdî bibe peyrewê wê xwundinê.
B.M.Amin 75:18
19
Paşê bi rastî huzwartina wê (Qur´an ê) li ser me ye.
B.M.Amin 75:19
20
Na! (hûn ji lezbûnê para naçin) lê hûn ji lezbûnê hez dikin.
B.M.Amin 75:20
21
Û hûn dest ji para da jî berdidin.
B.M.Amin 75:21
22
Di wê royê da hinek rû hene, ji bedewî ya xwe diçilwulin.
B.M.Amin 75:22
23
Li bal Xuda yê xwe da mêze dikin.
B.M.Amin 75:23
24
Û di wê royê da hinek rû jî hene, temirîn e.
B.M.Amin 75:24
25
Loma guman dikirin, ku wê hestûyê pişta wan bê şikênandinê.
B.M.Amin 75:25
26
Na! (bira lez nekin). Lê gava can gihîjte pira hestûyê stû.
B.M.Amin 75:26
27
Û (aha) bê gotinê: "Gelo kê dikare (ewî derman bike) rake".
B.M.Amin 75:27
28
Û ewî guman kirîye, ku bi rastî îdî danê raqetandina wî ji cihanê ye.
B.M.Amin 75:28
29
Îdî (ji zerpa mirinê) çîq li hev aylan e.
B.M.Amin 75:29
30
Di wê royê da hey şandin li bal Xuda yê te da ne.
B.M.Amin 75:30