Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Müddessir 1 / 56
1
Yê xwe di kinca da pêcayî!
B.M.Amin 74:1
2
Tu rabe, îdî tu (merivan) hişyar bike.
B.M.Amin 74:2
3
Û tu Xuda yê xwe (ji hevrîtî ya pûtan) bi mezinahî paqij bike.
B.M.Amin 74:3
4
Û tu îdî cilê xwe paqij bike.
B.M.Amin 74:4
5
Û tu îdî dest ji pîsî ya berde.
B.M.Amin 74:5
6
Û tu tilfa bi kirina xwe neke, ji bo ku tu (hember ya wan) pir hildî.
B.M.Amin 74:6
7
Îdî tu ji bona (qayîlbûna) Xuda yê xwe ra hew bike.
B.M.Amin 74:7
8
Îdî gava (ji bona hewarê) di stûrî da hatibe qîkirinê.
B.M.Amin 74:8
9
Îdî ewa roya royeke pir tenge.
B.M.Amin 74:9
10
Li ser filan qe hêsaî nîne.
B.M.Amin 74:10
11
Tu min û ewî (fileyê) ku min ewa rût afirandîye bi tenê bihêle.
B.M.Amin 74:11
12
Min ji bona wî ra malê peyweste daye.
B.M.Amin 74:12
13
Û zarên xûyaî jî daye.
B.M.Amin 74:13
14
Û min ji bona wî ra qencî raxistibû.
B.M.Amin 74:14
15
Paşê ewî jî dixwast, ku ez ji wî ra hêj pir bikim.
B.M.Amin 74:15
16
Na! (ez ji bona wî ra pir nakim) loma bi rastî ewa ji bona beratene me ra înçkar bûye.
B.M.Amin 74:16
17
Di nêzîk da bi rastî ezê ji bona bilindî ya wî ra (şapatan) raxim.
B.M.Amin 74:17
18
Bi rastî ewî raman kirîye û pîva ye.
B.M.Amin 74:18
19
Îdî ewa bimire (hatîye kuştinê) ka ewî ça pîva ye?
B.M.Amin 74:19
20
Paşê dîsa ewa bimire, ka ewî biçi awayî pîva ye?
B.M.Amin 74:20
21
Paşê li wan (pîvanê xwe) mêze kirîye.
B.M.Amin 74:21
22
Pasê murûzê xwe kirîye û rûye xwe tirş kirîye.
B.M.Amin 74:22
23
Paşê pişta xwe daye xwe qure kirîye.
B.M.Amin 74:23
24
Îdî (aha) gotiye: "Bi rastî eva (Qur´an a) ançeke; ji şopa wan ançne borîne."
B.M.Amin 74:24
25
Bi rastî eva (Qur´an a) hey gotinêmerivan in.
B.M.Amin 74:25
26
Di nêzîk da ezê jî ewî bavêjime (doja) sar.
B.M.Amin 74:26
27
Tu ji kû dizanî gelo ka (doja) sar çîye?
B.M.Amin 74:27
28
(Ewa doja) di para da tu tiştî nahêle û tu kesî bernade.
B.M.Amin 74:28
29
Ewa (doja) çerman hişk dike.
B.M.Amin 74:29
30
Li ser (wê dojê) nuzdeh (ferişteyên fermande) hene.
B.M.Amin 74:30