Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Müzzemmil 1 / 20
1
Kesê (te) xwe di kincê xwe da peçaî!
B.M.Amin 73:1
2
Di şevê da rabe (perestî bike) ji pêştirê hindikê (ji şevê).
B.M.Amin 73:2
3
Di nîvê şevê da (rabe) ya jî hindik ji wî nîvî jî bibore.
B.M.Amin 73:3
4
Ya jî hinekî ji wî nîvî pir bike û tu Qu´ran ê hêdî û tîpên wî ji hev derxe, bixûne.
B.M.Amin 73:4
5
Bi rastî emê di nezîk da, gotineke giran li ser te da bavêjin.
B.M.Amin 73:5
6
Bi rastî temtêla (merivên) di şevê da rabû î (ji bona xebat û perestîyî) û xwûndinê, şidya û bi hêztir e.
B.M.Amin 73:6
7
Loma bi rastî di royî da ji bona te ra danê xebatên dirêj hene.
B.M.Amin 73:7
8
(Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê xwe (bi xwûne) tu ji hemî (xe­bat û sêwrandinan) dile xwe vala bi­ke, xurî hey li bal (Xuda yê xwe da) bizvire.
B.M.Amin 73:8
9
(Ewa Xuda yê te) Xuda yê rojhilat û rojava ye. Ji pêştirê wî, tu Yezdan ê babetê (Perestîyê) tunene, îdî tu ewî bi tenê ji xwe ra cînîşte bigire.
B.M.Amin 73:9
10
Û tu li ser gotinê wan hew bike, tu bi qencîyan dest ji wan berde.
B.M.Amin 73:10
11
Tu min ü ewanê maldarên virek bi tenê bihêle û tu hindik dan ji wan ra bide.
B.M.Amin 73:11
12
Loma bi rastî li bal me (ji bona wan ra) serberjêr kirin û agirê doja pêketî heye.
B.M.Amin 73:12
13
Xwarinê (bi sturî) û xenoqe û şapata dilsoz heye.
B.M.Amin 73:13
14
Di wê rojê da zemîn çîyan dihejin û çîya di binê wekî tîxê qumê da dimînin.
B.M.Amin 73:14
15
(Geli merivan!) Me ça li bal Fir´ewn da qasidek, şandibû bi rastî wusa jî me li bal we da qasidek şandîye ji bo ku li ser we bibe nihrewan.
B.M.Amin 73:15
16
Îdî Fir´ewn bê gotina wî qasidê kiriye, mejî Fir´ewn bi girtinekî (zor şapat va) îdî girtîye.
B.M.Amin 73:16
17
Erê heke hûn filetî ya wî bikin, ka hûnê ça (ji şapata) wê roya, ku zar tê da kal dibin, xwe biparisînin?
B.M.Amin 73:17
18
Ezman (ji tirsa) di wê royî da çiryaye.Bi rastî peymana (Yezdan bi şapatdana wan) pêk hatîye.
B.M.Amin 73:18
19
Bi rastî evan(beratan) şîret in, îdî kîjan hez bike, ewa (ji bo çûna) li bal Xuda yê xwe da rêyekî digire.
B.M.Amin 73:19
20
Bi rastî Xuda yê te dizane, ku tu ji sê parê şevê nêzîkê duparan, yan jî nîvê şevê, yan jî sê parê şevê, di parekî da radibî (nimêj dikî). Destekî ji wanê bi ter a jî (wekî te radibin, Xuda yê xwe te bi wan jî dizane). Pîvandina şev û royan Yezdan dike. Ji ber ku ewî dizanibû, hûn nikarin (danê xweyê şevê) bipîvin (di wan danan da ranabin) îdî ewî hûn (ji hijmara wan danan) baxişandîne. Îdî ji Qur´an ê (ji bona we ra) çi hêsaîye, ewî bixwûnin (zor nedine xwe)! Ji ber (Yezdan) zanîbû, ku wê ji we nexwaşê hebin û destekî ji we di zemin da ji rûmeta wî rojînê xwe bigerin û destek jî di rê ya Yezdan da qirînê (bi wanê file ra) bikin (eva hêsaya hanê, ji bona we ra pêk anî). Îdî (gelî bawerkeran!) ji (Qu´ran ê ji bona we ra) çi hêsaîye, hûn ewî bixwûnin (zor nedine xwe). Hûn nimêj bikin û baca malê xwe bidin, hûn ji bona qayîlbûna Yezdan, bi qencî ji hev ra deynan bidin. Hûn ji bona xwe ra ji qenrîyan çi pêş da pêk bînin, hûnê li bal Yezdan rastê wî werin, ku ewa (ji bona we ra) qencîyeke û mez­tirê kiryane. Hûn baxişandina xwe ji Yezdan bixwazin, loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
B.M.Amin 73:20
Müzzemmil suresi tamamlandı