Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Cin 1 / 28
1
(Muhammed! tu ji bona wan ra aha) bêje: "bi rastî li bal min da hatîye niqandinê, ku çend nijdewanê ji cunûkan eva (Qu´ran a) guhdarî kirine û paşê ji hev ra (aha) gotine: "Bi rastî me guhdarî ya Qu´ran-eke sodret kirîye.
B.M.Amin 72:1
2
Ewa (Qu´ran a) beledî ya rê ya rast dike, îdî me jî bi wê (Qu´ran ê) bawer kir. Îdî em tu kesî naxne hempaê Xuda yê xwe.
B.M.Amin 72:2
3
Bi rastî temtêla Xuda yê me ji her kemasîyan paqij e (Xuda yê me) qe ji bona xwe ra tu hevalê jînê zar ne girtine.
B.M.Amin 72:3
4
Bi rastî nezan û evsenene me di hemberê Yezdan da mijûlîne necê dibêjin.
B.M.Amin 72:4
5
Bi rastî me guman dikir, ku meriv û cunûk li ser (navê) Yezdan derewan nakin.
B.M.Amin 72:5
6
Bi rastî mêrne ji merivan hane! xwe diavîtne berbextê mêrne ji cunûkan, îdî meçetiran jî xwe pir qure dikirin.
B.M.Amin 72:6
7
Bi rastî (cunûkan jî) wekî we guman dikirin, ku Yez­dan tu kesî (ji piştî mirinê) ranake naşîn civîne.
B.M.Amin 72:7
8
Bi rastî me destê xwe da ezmana; me (dêna) xwe dayê, ku nobedarê zor û alava (agirva) tijî bû.
B.M.Amin 72:8
9
Bi rastî ji bona guhdarîyê, em di şûnê xurî da di (ez­man) da rûdiniştin, îdî kîjan di naha da guhdarî bike alava nobedarekî dîdeban rastê wî tê.
B.M.Amin 72:9
10
Bi rastî me nizanîye gelo (Xuda) ji bona wanê di zemîn da sikatî va ye, ya jî Xuda yê wan ji bona wan ra qencî va ye?
B.M.Amin 72:10
11
Bi rastî ji me (cunûkan) aştîkar hene, ça ji me ne aştîkar jî hene, ji bo ku em di rê û olê cure û cure dabûn evan nemekhevyan çê dibûn.
B.M.Amin 72:11
12
Bi rastî me guman dikir ku em nikarin di zemîn da Yezdan bêzar bikin û rava me jî (Yezdan) bêzar nake (ku me celat neke).
B.M.Amin 72:12
13
Gava me bi rastî beledî bihîst, îdî me bi wê (Qu´ran) ê bawer kir. Kîjan bi Xuda yê xwe bawer bike, îdî ewa bila ji kêmaya xelat û celat kirinê netirse.
B.M.Amin 72:13
14
Û bi rastî ji me Misilman jî hene û ji me ji rê ya (rast) derketî jî hene, îdî kîjan Misilman bibe,ewan li rê ya rast geryane.
B.M.Amin 72:14
15
Ewanê ji rê ya rast derketine hene! Îdî ewan ji bona doje ra bûne ardûk.
B.M.Amin 72:15
16
(Yezdan li ser gotina meçêtiran aha dibêje): "heke ewan (cunûkan) di rê ya rast da bi çûnan, meyê ewan bi aveke pir av bidan (ku rojînê wan pir bibû ya).
B.M.Amin 72:16
17
Ji bo ku em ewan di qencîyan da biceribînin (ka sipasî ya qencîne me dikin, ya qe nakin. Û kîjan ji sipasî ya Xuda yê xwe rû bifitilîne (Xuda yê wî) ewî dixe şapateke serberjêrkar.
B.M.Amin 72:17
18
Bi rastî mizgevt hemû ji bona Yezdan r anin, îdî hûn (di wan mizgevtan da) ji tu kesî ra perestî nekin.
B.M.Amin 72:18
19
Bi rastî gava bendeyê Yezdan rabûye gazî bal perestî ya wî kirîye (ewan cunûkan) nêzîk dibûn, ku wekî kulavan ( li dora Pêxember bicivin) ewî binixîmînin.
B.M.Amin 72:19
20
(Muhenuned! tu ji bona wan ra aha) bêje: "ez hey bi rastî perestî ya Xu­da yê xwe dikim. Û ez ji bona Xuda yê xwe ra jî, tu kesî naxme hempa".
B.M.Amin 72:20
21
Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "bi rastî ez ji bona we ra qe tu zîyan û rehberî nakim".
B.M.Amin 72:21
22
Tu (ji bona wan ra) bêje, "bi rastî (heke Yezdan nexwaşyekî bide min) tu kes ji pêştirê wî min naparisîne, ez ji pêştirê Yezdan jî rastê tu kesekî, ku xwe bavêjime berbextê wî nayêm."
B.M.Amin 72:22
23
Ez hey (wan bi yarne) Yezdan û pêxemberî ya wî ku li bal min da hînartîye, li bal we da radigihinim. Kîjan bê gotina Yezdan û qasidê wî bike, îdî ji bona wî ra agirê dojê heye. Ewanê di dojê da her bimînin.
B.M.Amin 72:23
24
Heya ewan, ewê şapata, ku ji bona wan ra hatîye peyman danê dibînin, îdî ewanê bizanin ka bi arîkar kê bêwec û hindikin.
B.M.Amin 72:24
25
(Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez nizanim; gelo ewa (şapata) ji bona wan ra hatîye peymandanê nezîke ya jî Xuda yê minê ji bona wî ra danekî dirêj çêke.
B.M.Amin 72:25
26
Zana yê bi veşartîyan, hey (Yezdan ê), îdî tu kes li ser veşartînê (Yezdan da) nayê.
B.M.Amin 72:26
27
Ji pêştirê ewan qasidên, ku bi xweber ji bona zanîna wan ra qayîl be. Loma îdî (Yezdan) di ber û paşî ya wan (qasidan) dadîdevanan digerîn e.
B.M.Amin 72:27
28
(Yezdan aha) dike; ji bona ku ewa bizane bi rastî ewan pêxemberan fermanê Xuda yê ragihandine. Û çiz anîn li bal wan heye ewî ewn hemû hildane binê zanîna xwe û hemû tişt jî jimartin e.
B.M.Amin 72:28
Cin suresi tamamlandı