1
Yekê pirsa wê şapata (bi serê wan da) tê, kirîye.
2
(Gava eva şapata were) ji bona filan ra qe tu parisvan tuneye.
3
Ewa (şapata) ji Yezdan ê xwedîyê pay e.
4
Ferişten û can di royeke wekî pêncî hezar sal dirêj (li bal Yezdan da) bilind dibin.
5
Îdî (Muhemmed! Tu di hemberê wan da) rind hev bike.
6
Loma bi rastî ewan (ewê aşîtê) dûr dibînin.
7
Lê em jî, ewê nêzîk dibînin.
8
Di wê rojê da ezman wekî sifrê bahatî dibe.
9
Çîyan jî, wekî hirî ya jenî dibe.
10
Tu pismamek (ji temtêla) pismaman napirs e.
11
Ewan (gunehkaran) hevdu didine nîşanê hev (lê her kes ketîye derdê xwe, hevdu ne nîyasin) di wê rojê da nusîtemkar hez dike, heke ji wê şapatê ferişte bibe, zarê xwe ji bona xwe ra bixe gerew.
12
Hevalê xweyê (jînê) û birayê xwe jî.
13
Ewan malîne, ku di nava wan da jî ye û di nava wan da mezin bûye hemû.
14
Û hemû heyîne di zemîn da (di gerewa xwe da) bide, hey bi tenê fereste be.
15
Na! (ewa fereste nabe) lê bi rastî ewa agirê hilopît e.
16
Bi sedema bahatinê çermê (wan) diçirîn e.
17
(Ewa agira) gazî wanê jê rev û paş da çûyan (hemûyan) dike.
18
Ewî mal berav kirîye, îdî qe ji bona xezana ra nedaye.
19
Bi rastî meriv, tirsonek û bê zar hatîye afirandinê.
20
Gava sikatîk pê da were, zarîn dike.
21
Gava qencîyek pê da were, (ji hewcan ra nade) hişk digire.
22
Ji pêştirê wanê nimêjker.
23
Ewan (nimêjkeran) li ser nimêj kirina xwe peywestene.
24
Di malê wan da (ji bona wan ra) pareke xwuyaî heye.
25
Ji bona xwastî û ne xwastîyan ra.
26
(Ewan nimêjkeran) roja xelat û celatan rast didêrînin.
27
Ewanan ji şapata Xuda yê xwe disilikînin.
28
Loma bi rastî şapata Xuda yê wan, ewletî çê nabe.
29
Ewan ji bona doxîna xwe ra parisvan in.
30
Ji pêştirê zo û yan jî (hevala) bi ked û malê xwe hildaye binê destê xwe, îdî (doxîn vekirin) ji bona van herduyan ra jî bi tilf e.
Sonraki 14 ayet →