Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Araf 1 / 206
1
E. L. M. S. (Arşa van tîpan hey Yezdan dizane).
B.M.Amin 7:1
2
Eva pirtûkeke li bal te da hatîye hînartinê. Îdî ji bo ku tu bi wê (pirtûkê merivan) bidî hişyarki­rinê û ji bona ku tu bawergeran (bi qencîyan) şîret bikî, bira qe tu tengasî di singê te da çê nebe.
B.M.Amin 7:2
3
(Gelî bawergeran!) Hûn bibne peyrewê wan biryarên, ku ji Xudayê we li bal we da hatîye hînartinê û hûn ji pêştirê peyrewîya (wan biryaran) peyrawîya tu dostî nekin. Hûn çiqa hindik şîretan hil didin!
B.M.Amin 7:3
4
Û çiqa niştiman, me teşqele kirine! Îdî gava şapata me bi wan da hatîye; ya ewan di şevê da razabûne, ya jî ewan di (nava royê da) di mijûlbûn û razanê da bûne (haja wan bi hatina teşqele tune bûye).
B.M.Amin 7:4
5
Îdî di gava ku şapata me bi wan da hatîye (hey ewan aha gazî kirine û) gotine: "Bi rastî em cewrkar bûne!."
B.M.Amin 7:5
6
Bi sond! Îdî emê ji wî komalê ku (pêxember) li bal wan da hatine şandinê pirs bikin û emê ji wan pêxemberan jî bipirsin (ka ewan koma wan bi gotina wan kirine, ya ne kirine)?
B.M.Amin 7:6
7
Îdî bi sond! Emê ji wan ra (bûyerên borî) bi zanîn bêjin û em bi xweber jî (ji kirina wan) penha nînin.
B.M.Amin 7:7
8
Di wê roya (rabûna hemû da) kêş rast e (qe tu kêmayê wê tune ye). Îdî kêşa kîjanî giran be, ewanê fereste bûyî îdî evan bi xweber in.
B.M.Amin 7:8
9
Û kêşa kîjanî jî sivik be, îdî ewanê ku bi rastî bi sedema berateyên me, li xwe cewr kirine û zîyana xwe kirine, evan in.
B.M.Amin 7:9
10
Û bi sond! Me hûn di zemîn da êwirandine û me ji bona we ra di zemîn da dilik û xwarin, pêk anîne. Hûn çiqa hindik sipazî dikin!
B.M.Amin 7:10
11
Û bi sond! Me hûn afirandine. Me paşê ji bo­na we ra rûçik û temtêl daye, me paşê (ji bona firitan ra aha) gotîye: "Gelî firiştan! Hûn ji bona (nişa kesan ra) kunde beherin." Îdî ji pêştirê pelîd (firiştan hemûşk jî) ji bona (nişa kesan ra) kunde birin. Bi rastî pelîd ne bûye ji wanê kundeke.
B.M.Amin 7:11
12
(Yezdan ji bo na pelîd ra aha) gotîye: "Gava min fermana te kirîye, ka ji bona çi te kunde (ji bona nişa kesan ra) ne bir? (Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ez ji wî çêtir im; Te ez ji agir afirandime û ewa jî ji heryê afirandîye."
B.M.Amin 7:12
13
(Yezdan aha) gotîye: "Îdî, di naha da ji wura berjêr be, di wura da ji bona te ra qe tu maf tune ye, ku tu xwe qure bikî (bi gotina min nekî). Îdî tu (ji wura) derkebe, bi rastî tu ji wanê piçûk û riswayî."
B.M.Amin 7:13
14
(Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Ka, barî tu heya danê (meriv) radibin; têne civînê ji bona min ra firsetê bide, gav bihêle."
B.M.Amin 7:14
15
(Yezdan ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê ku ji wan ra dan hatîye dayînê hene! Tu ji wan î."
B.M.Amin 7:15
16
(Pelîd aha) gotîye: "Bi sond! Ji ber ku te ez bi sedema wan qewirandim, ezê ji bona wan ra rêya te ya rast daynim."
B.M.Amin 7:16
17
Paşê ezê di pêşya wan da û di paşîya wan da û di rast u çepê wan da, êrişê bînim wan û tu îdî rast nayê, ku pirê wan ji (bona te ra) sipazkar bin."
B.M.Amin 7:17
18
(Yezdan ji bona wî ra aha) go­tîye: "Ka, tu bi riswayî û deherandî ji wu­ra derkebe. Bi sond! (Ji merivan kîjan) bibe peyrewê te (bira ewan bizanin!) ezê ji we hemûşkan dojê tijî bikim."
B.M.Amin 7:18
19
Adem! Tu û bi jina xwe va di bihiştê da biêwirin, îdî hûn herduk ça li kêderê, bi çi awayî hez dikin, wusa bixun û hûn herduk jî nêzîkê vê dara hanê nebin, îdî heke hûn (nêzîkê vê darê bibin) hûnê herduk jî bibne ji wanê cewrkar.
B.M.Amin 7:19
20
Îdî pelîd ji bona wan herdukan awurte çê kirîye; ji bo ku ji wan herdu­kan ra, ji gewdê wan ewan cîyê sikê ku veşartina wî, ji wan herdukan ra hatibû fermankirinê, xûya be; ji wan ra (aha) gotîye: "Xudayê we ji bo ku hûn herduk nebine du firişte, ya jî hûn herduk (di bihiştê da) tum carî nemînin, hûn ji xarina vê darê dane pa­ra da (ji pêştirê vî tu sedemên ma! Tune ne.)"
B.M.Amin 7:20
21
Û (pelîd) ji wan herdukan ra jî sond xwarîye; bi rastî ez ji bona we herdukan ra jî şîretan dikim.
B.M.Amin 7:21
22
Îdî (pelîd) ewan herduk jî, bi xapandin ji şûna wan dane şimitandinê, di gava ewan herdukan ji darê çeşne kirine, ji herdukan ra şûna sikatîya wan xûya bûye. Ewan herdukan ji bona veşartina wan herdu cîyên sikên ji gewdê xwe, belg ji darê bihişti berev kirin, dane ser wan herdu qulên gewdê xwe. Û Xudayê wan (aha) gazî wan kirîye: "Qey min hûn ji xwarina berê wê darê ne dabûne paradanê û min ji bona we herdukan ra ne gotibû; bi rastî pelîd ji bona we her­dukan ra jî neyarekî xûya ye?"
B.M.Amin 7:22
23
Ewan herdukan (aha) gotine: "Xudayê me! Bi rastî me bi xweber li xwe cewr kirîye û heke tu ji bona me ra baxişandinê nekî û tu li me dilovînî nekî bi sond! Emê bibne ji wanê zîyankar."
B.M.Amin 7:23
24
(Xuda ji wan ra aha) gotîye: "Hûn hemûşk jî (ji bihiştê) berjêr bin; hinekên we ji bona hinekên we ra (di cîhanê da) neyar in û ji bona we ra di zemîn da heya danekî, jîn û êwir heye."
B.M.Amin 7:24
25
(Xuda) gotîye: "Hûnê (di zemîn da) bijîn û hûnê di wî da bimirin û hûnê ji wî (paşê zinde bin) derkebin."
B.M.Amin 7:25
26
Gelî zarên Adem! Bi rastî me li ser we da kincên wusa hinartîne; ewan kincan sikatîyên we vedişerin û we dixemilînin jî û kinca (Xuda) parisî ji van çêtir e. Ewan (kincan) ji berateyên Yezdan in, dibe ku ewan ji wan berateyên wî şîret hildin.
B.M.Amin 7:26
27
Gelî zarên Adem! (Bira haja we ji we hebe) ça pelid, da û bav û kalên we (xapandin) ewan ji bihiştê derxistine wî ji wan (da û bavê we) kincê wan rût kirîye, ji bo ku ji wan herdukan ra sikatîyên wan bêne xûyandinê, bira pelîd we jî wu­sa neke. Loma cîyên qe hûn pelîd nabînin, pelîd bi tevê komalê xwe va, we di wura da dibînin. Bi rastî me pelîd ji bona wanê, ku bawer nakin xistîye serkar.
B.M.Amin 7:27
28
(Ewanê bawer nakin he­ne!) Ewanan di gava tiştekî maştoqî kiribin (aha) dibêjin: "Em rastê bav û kalê xwe hatin (ewan jî ewan kirinên hanênan) dikirin û şixwa Yezdan bi xweber jî fermana me ki­rîye (ku emê wan kirinan bikin)." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan fermana (bi kirina) sikatîyan nake. Hûn ça tişta qe tu zanîna we pê tune ye (li ser navê) Yezdan dibêjin?"
B.M.Amin 7:28
29
Tu bêje: "Xudayê min fermana bi dadvanîyê ki­rîye. Û hûn berê xwe di hemûşk mizgevtan da li bal wî bi tenê da bizvirînin (ji wî bi tenê ra perestî bikin) û hûn hey xwurî gazî wî bi tenê bikin, "ol"a rastî hey ji bona wî ra ne. Ewî ça di cara yekem da hûn afirandine, hûnê (dîsa) di para da li bal wî da bizivirin."
B.M.Amin 7:29
30
(Ewî) destek anîye rêya rast û li ser destekî jî rêya wundabûnê maf kirîye. Loma (ewî desta rê wundabûyî) ji pêştirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar girtibûne û ewan goman dikirin jî, ku ewanê di rêya rast da, ewan bi xweber in.
B.M.Amin 7:30