Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Hakka 1 / 52
1
Maf (bi rastî di roja qarsê da) ne.
B.M.Amin 69:1
2
(Roja) qarsê çîye?
B.M.Amin 69:2
3
Ka çi tişt e bi te daye zanînê(roja) qarsê çîye?
B.M.Amin 69:3
4
Semûdîyan û Adîyan (danê) qarsê (dan e) derewdêrandinê.
B.M.Amin 69:4
5
Îdî Semûdî bi sedema ku ji avarû derketibûn, hatine teşqele kirinê.
B.M.Amin 69:5
6
Lê Adîyan bi babelîzkeke bi denge zor hişk hatine teşqele kirinê.
B.M.Amin 69:6
7
(Yezdan ewa baya) bi ser wan da hevt şev û hevt rojan bi peywestî anîye, îdî te digo qey ewa komala di nava wî baî da bi xwe va çûne, wekî çiqilê darê xurm kefikî, diketin
B.M.Amin 69:7
8
Îdî qe tu ji wan para maîyan dibnî?
B.M.Amin 69:8
9
Fir´ewn û ewanê berya (Fir"ewn jî) û (komalê) bajarê kavil bûne, bi xeletîne xwe va hatine.
B.M.Amin 69:9
10
Îdî ewan bê gotina qasidê Xuda yê xwe kirine, îdî (Xuda yê wan jî, ewnan) bi şapateke mezin (dane şapat) kirinê.
B.M.Amin 69:10
11
Bi rastî gava av rabû ye, me hûn hildane kêleka kişyaî da.
B.M.Amin 69:11
12
Ji bo ku guhekî vala ewî bi xweber bi parisîne, me ji we ra xistîye şîreteke (sodret).
B.M.Amin 69:12
13
Îdî gava di sturî da bi carekî tenê tê puf kirinê.
B.M.Amin 69:13
14
Û zemin û çîyan tene rakirinê, bi yek carekî û hev dikevin.
B.M.Amin 69:14
15
Îdî bûyera qarsê di wê royê dan e.
B.M.Amin 69:15
16
Îdî ezman di wê rojê da çirîye; hatîye daweşandinê.
B.M.Amin 69:16
17
Û ferişten jî li ser lêvê ezman in. Şixwa di wê rojê da arşê Xuda yê te heşt (ferişte) hil didin.
B.M.Amin 69:17
18
Di wê rojê da hûn (ji bona Yez­dan ra) têne raber kirinê, ji we tu veşartî ji (Xuda) penha namînin.
B.M.Amin 69:18
19
Îdî ji bona kîjanî ra pirtûka wî bi destê rastê hatibe dayînê (aha) dibêje: "Ka pirtûka min bi xwûnin (hemî qencîne)."
B.M.Amin 69:19
20
Loma bi rastî min guman kiribû, ku ezê rastê vê hijmarê wer im.
B.M.Amin 69:20
21
Îdî ewa di jîneke pê qayîl dan e.
B.M.Amin 69:21
22
Di behişteke bilind dan e.
B.M.Amin 69:22
23
Guşîne (darê) wê nêzîk in.
B.M.Amin 69:23
24
Bi sedema (wan karên qencîne) ku we di wan rojê borî da (pêş da kirîye) îdî hûn bixun û vexun; li we bigivir e.
B.M.Amin 69:24
25
Lê ewê, ku pirtûka wî bi destê çepê ji wî ra hatîye dayînê; îdî (aha) dibêje: "Xwezîka ji bona min ra pirtûk ne hatibû ya dayînê."
B.M.Amin 69:25
26
Min bi hijmara (kirinê) xwe nizanbû ya.
B.M.Amin 69:26
27
Xwezîka (mirina min) pêk hatibû ya (min evan ne dîtibûnan).
B.M.Amin 69:27
28
Qe malê min bi kêrê min nehat (evan şapatan dûrê min ne xistin).
B.M.Amin 69:28
29
Hêz û seroktî ya min çû(qe tu kar nekir).
B.M.Amin 69:29
30
(Yezdan ji bona nobedarê dojê ra aha) dibêje: "hûn ewî li bal dojê da bavêj in."
B.M.Amin 69:30