1
Nûn. (Arşa van tîpên di serê ferkeran da hatine hey Yezdan dizane) Bi nûn û nivîsdarok û bi nivîsandina, ku (bi nivîsdarokê) tê rêz kirinê.
2
(Muhemmed!) tu bi qencîneke Xuda yê xwe tepa nakebî.
3
Bi rastî ji bona te ra kiryeke bê paşî heye.
4
Bi rastî tu li ser xûyekî mezinî.
5
Îdî tuyê jî (di nêzîk da) bibînî ewanê jî, bibînin.
6
Ka kîjan ji we (herdu destan ji rêya rast) darketîye (tepa ketîye).
7
Bi rastî Xuda yê te bi xweber ça bi wanê hatine (rîyarast) çêtir dizan e, bi wanê, ku ji rêya wî der- ketine jî çêtir dizan e.
8
Îdî (Muhemmed!) tu bigotina virekan nek e.
9
Ewan hiz kirine, ku tu bi wan ra bi nermayî derbas bikî, îdî ewan jî bi wa ra bi nermayî derbas bikin (carna tu bi gotina wan, carna jî ewan bi gotina te bikin)
10
(Muhemmed!) hemî (kesên) sond xwarin e riswa
11
Gotegotê bi navok (di nava kesan da) axiftinan digerîn e.
12
Nahêle (kes) qencîyan bike, ji tuxûbê xwe borî û gonehkar.
13
Ku bi hêrs in ji piştî hêrsê jî bê nişan e.
14
Ji ber ku bi mal û kur in, tu bi gotina (wan) neke. Loma, ewan ji tuxûbê xwe borîne rast nînin).
15
Gava berateyên me ji wî ra tê xwundinê (aha) dibêje,"Evanan çîvanokê berêne."
16
Di nêzîk da emê li ser pozê wî durufê daynin.
17
Bi rastî me ça hevrîne rêz û baxan ceribandibûn. Kanê wan sond xaribûn, ku ewanê di serê sibehê da (darê bostanê xwe biweşînin).
18
Qey ewan tu tişt ji hev venediqetandin (ne digotin: Heke Xuda hez bike).
19
Îdî ewan bi xweber jî hêj razaîbûne li ser wan da aşîtek ji Xuda yê te çerixî.
20
Îdî rêz û baxê wan wekî pirêzên zevîyan man e.
21
Ewan di sibehê da qîrdane hev.
22
Ku hûnê herin (daran) daweşînin; zû herin hûn dereng man e, gotine.
23
Îdî ewan rabûne çûne, di nava hev da bi dizî axiftin e.
24
Di îro da bila tu xezan (di rêz û baxçe da) neyê bal me.
25
Ewan zû çûn. Guman dikirin, ku dişîn qe tu xezanî nexne baxçê xwe.
26
Îdî gava ewan çûne (bostanê xwe) dîtine (aha) gotine: "Bi rastî me rêya rast wuda kirîye".
27
Bi rastî em di berê da ji wî (bostanî) hatine bê par kirinê
28
Ewê nîvwarê ji wan (ji bona wan ra aha) gotîye: "Qey min ji bona we ra negot; gotî hûn Xuda yê xwe ji kêmasîyan paqij bikin
29
Ewan jî (aha) gotine; "Xuda yê me! bi rastî em te ji kemasîyan paqij dikin, loma bi rastî em ji cewrkaran bûne.
30
Îdî hinekê ji wan berê xwe dane hinekên wan li hev tilf kirine.
Sonraki 22 ayet →