Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Mülk 1 / 30
1
Ew (Yezdan ê ) ku (serektîya hemî berewan û bûyeran ) di destê wî dane, pîroz e. Û ewa bi xweber jî li ser hemî tiştan bi hêz e.
B.M.Amin 67:1
2
Ji bo ku ewa we bi ceribûn e; ka kîjan ji we karekî rindtir dike ewî mirin û jîn afirandî ye. Şixwa ewa bi xweber jî servahatê baxişkar e.
B.M.Amin 67:2
3
Ewî ezman bi heft ramaxê (wekîhev) afirandî ye (heryekê ji wan di şopa xwe da digere). Tu di afirandîna ( Yezdan ê ) dilovan da qe to alozîyê nabînî. Îdî tu çav bizvirîn e, ka qe tu (di afirandina wan da) tu alozîyekî di bînî?
B.M.Amin 67:3
4
Paşê tu bi car û car çav bizvirîne qe tu (tu alozî nabînî). Ewan çavanê bi bêzarî (ji dîtina kêmaî û alozîyan) bê umîd wê li bal te da bizvirin.
B.M.Amin 67:4
5
Bi sond ! me ezmanê cihanê bi sitêrkne wekî çiran çilwulok xemilandî ye. Me ewan sitêrkan ji bona Pelîdan xistin e kevir afîtok (sitêrkê rijok e). Me ji bona (Pelîdan ra) şapata doja hilopît amade kirîye.
B.M.Amin 67:5
6
Me ji bona wanê ku filetî ya Xuda yê xwe dikin şapata dojê (amade kirîye). Ewa çiqa sikê êwran e !
B.M.Amin 67:6
7
Gava ewan di nava dojê da têne afîtinê, ewan ji dojê dengê zîqînîyê di behên (tu dibê qey ji hizkirina afîtinê) di hîre û ewa li sed hev da pêt davêj e.
B.M.Amin 67:7
8
Nêzîk dibe ku (ewa doja) ji hêrsa ji hev bi çire. Çiqa destek ji wan di nava (dojê da) têne afîtinê, zebanîyê (dojê) ji wan pirs kirîye, « Qe ji bona ew ra hişyarvanekî, ku (hûn ji vê dojê bi dana tirsandinê ) ne hatibû bal we ? »
B.M.Amin 67:8
9
Ewan (aha pisyar dane û) gotine, « erê ! bi sond, li bal me da hişyarvan hatibûn, lê me ewan dane derew dêrandinê, me ji wan ra (aha) gotibû, « Yezdan qe tu tişt ne hinartîye, hûn hey di wundabûneke mezin danin. »
B.M.Amin 67:9
10
(aha jî) gotibûne, « Şixwa heke me ji wan (hişyrvanan) bi bihîsta û me (ji gotinê wan) hiş hilda, em ne diketine nava hevrîne (agirê) hilopît. »
B.M.Amin 67:10
11
Îdî ewan (bi vênevê gotine), « erê ! me (evan gunehê hanênan) kirine. Îdî (tu dest ji wan berde) bi ra hevalê wî (agirê) hilopît bêne hêrandinê, dûr e (dilovanî ya Yezdan bi kebin).
B.M.Amin 67:11
12
Bi rastî ewanê, ku bi dizîka da ji Xuda yê xwe ditirsin hene ! ji bona wan ra baxişkirin û kiryeke mezin heye.
B.M.Amin 67:12
13
Hûn (gelî merivan !) axiftinan, çi veşêrin û çi eşkerke bikin (yek e). Loma tişta di singa da heye (Yezdan) pur pê dizane.
B.M.Amin 67:13
14
Ewa bi xweber bi hemî tiştê hûr (dizane û ) agahdar e, ça bi tişta (afirandîye)nizane ?
B.M.Amin 67:14
15
Ewê, ku zemîn ji bona we ra melûl kirîye heye ! ewa Yezdan e, îdî hûn di nav milê (zemîn da) bigerin û hûn ji rojîne wî bixun. Hey zivirandin li bal (Yezdan) dane.
B.M.Amin 67:15
16
Qey hûn ji wanê di ezmana da ewle dibin, ku ewan we di zemîn da nexne xarê? Gava (evan bi vên, ku we di zemîn da bixne xarê) zemîn heman diheje (hûn bixweber di zemîn da diçine xarê).
B.M.Amin 67:16
17
Yajî qeyy hûn ji wanê di zemîn da hene ewle dibin, ku ewan li ser we da bexûrê neşînin? Di nava wê baxûrê da kevirne, ku hûn bi wan bêne kuştinê hebin. Îdî hûnê di nêzîk da bizanin ka hîşyar ya mine bi tirsdanê, çane ?
B.M.Amin 67:17
18
Bi sond! Ewanê di berya wan da hebûne, hene ! ewan jî (Pêxemberne xwe) dabûne derewdêrandinê, îdî (tu mize bike) ka temtêla wanê,ku (digotin, Xuda) tuneye çane?
B.M.Amin 67:18
19
Maqey ewan li bal wan çûkne, ku li ser wan da ref girtine û baskê xwe diweşînin û req dikin, mêze nakin? Ewan (çûkan) di hewa da hey (Yezdan ê) dilovan digire. Loma bi rastî ewa hemî tiştîdibîne.
B.M.Amin 67:19
20
Qey ji pêştirê (Yezdan ê) dilovan, evan leşkerne wene hanênan wê we (ji şapata Yezdan) biparisînin? Bi rastî file di xapandinêdanin.
B.M.Amin 67:20
21
Qey heke(Yezdan) rojîna xwe ji we bide girtinê, evanê hanê wê ji we ra rojînan bidin? (Tu kes nikare bide!) lê ewan di înça xwe da tekoşînê dikin û (ji rastîyê) vedicinikin.
B.M.Amin 67:21
22
Maqey ewê, ku deverû diçe, ewa li ser rîyaraste yan jî ewê li ser rîyarast diçe hatîye rîyarast?
B.M.Amin 67:22
23
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ewê hûn afirindine heye! Ewa Yezdan e. Ewî ji bona we ra goh û çav û dil çêkirîye. Hûn çiqa hindik sipasî ya (wî) dikin!“
B.M.Amin 67:23
24
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha jî) bêje: “ewê hûn di zemîn da çandine heye! Ewa (Yezdan e) hûnê li bal wî da bêne civandinê.“
B.M.Amin 67:24
25
Ewan ji te (aha dipirsin) û dibêjin: “heke hûn rastbêjin, ka danê wê (şapatê) kîngeye?“
B.M.Amin 67:25
26
Tu (pisyara wan aha bide) û bêje: “ zanîna wî danî hey li bal Yezdan e. Ez bi xweber jî hey hişyardarekî xwuyame.“
B.M.Amin 67:26
27
Îdî gava ewan (nabaweran) ewa (aşîta) di nêzîk da dîtine, rûyê wanê bûne file sikbûya (ji wan ra aha) hatîye gotinê: “ewa şapata we dixwest evaye.“
B.M.Amin 67:27
28
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “hûn mêze bikin, heke Yezdan min û ewanê bi min ra teşqele bike, yan jî dilovanî ya xwe li me bike (em bi xweber qayîlin loma ewa Xuda yê me ye, lê gelo) îdî kê dikare filan ji şapata dilsoz biparêsîne?“
B.M.Amin 67:28
29
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha jî) bêje: “parisvan hey (Yezdan ê) dilovan e, me bi wî bawer kirîyeû me xwe hispartîye wî, îdî hûnê di nêzîk da bizanin ka kîjan di rê wundabûna xûyadane.“
B.M.Amin 67:29
30
Tu (ji wan ra aha jî) bêje: “hûn mêze bikin; heke ava we di (zemîn da) here xarê û bimirçiqe, îdî gelo ji we ra kîjan dikare aveke nexwuyaî bide zayînê bîne?“
B.M.Amin 67:30
Mülk suresi tamamlandı