Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Tahrim 1 / 12
1
Pêxember! tu çima tiþtê Xuda ji te re rewa dêraye tu ji bûna qayilbûna jinên xwe nerewa didêrî? Xuda bexþendekar e dilovan e.
B.M.Amin 66:1
2
Bi rastî Xuda, ji we re vekirina sondên we (bi dana bergîdana) daxuyandiye. Xuda yar û yawerê we ye. Zanayê hikmetdar her ew e.
B.M.Amin 66:2
3
Dema pêxamber ji hin jinên xwe re gotinek bi dizî got; vêca çi gava wê wî (razî ji jinên din re) got, û Xuda jî haya wî pê xist, wî hinekî wî (razî) nasî û ji hinekî wî jî rû zivirand. Vêca çi gava wî wê pê (bi belavkirina razê wî) haydar kir (jina wî) gotê: "Kî te bi vî haydar kir?" Got: "(Xudayê) zanayê haydar min pê haydar kir."
B.M.Amin 66:3
4
(Hûn herdû jinên pêxember ku we gotinê wî yê bi dizî belav kiriye) eger hûn bal Xuda ve poþman bibin-vegerin êdî bi rastî dilê we (ji rastiyê) xor bûye-ziviriye û eger hûn li serê piþtvaniya hevdû bikin, êdî bêguman yar û yawerê wî her Xuda û Cebraîl û qencê bawermendan e. Piþtî vî feriþte jî piþtvan in.
B.M.Amin 66:4
5
Eger ew we berde, dibe perwerdekarê wî di þûna we de hin jinên ji we çêtir bidê ku musilmanê bawermendê ji dil pê girtiyê tobedarê perestvanê rojîdarê (yan koçberê) jinebî û keç bin.
B.M.Amin 66:5
6
Gelî ên bawerî anîne! hûn xwe û maliyên xwe ji agirê ku þewata wî mirov û kevir in biparêzin. Li serê hin feriþtê sirt û dijwar hene ku tiþtê Xuda ji wan re ferman bike ew bêemriya wî nakin û tiþtê têne ferman kirin dikin.
B.M.Amin 66:6
7
Gelî en kafir bûne! hûn îro doza lêborînê nekin. Lewra bêguman hûn, her bi tiþtê we kiriye têne celat kirin.
B.M.Amin 66:7
8
Gelî ên bawerî anîne! hûn bi poþmaniyek vebirrî bal Xuda ve poþman bibin-vegerin. Dibe ku perwerdekarê we nepakiyên we ji we bibe û we têxe hin bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin; di roja ku wê Xuda, pêxember û ên pê re bawerî anîne riswa neke. Ronahiya wan li pêþiya wan û li rastê wan rohnî dike; ew dibêjin ku: "Perwerdekarê me! tu ronahiya me ji me re bi tevayî pêk bîne û tu ji me re bibexþîne. Bêguman tu bi her tiþtî dikarî."þ
B.M.Amin 66:8
9
Pêxember! tu bi kafir û durûyan re cîhadê bike û li ser wan sirtî nîþan de. Hewyegeha wan dojeh e. Çi þûnvegerek ne rind e!
B.M.Amin 66:9
10
Xuda, ji ên kafir bûne re pîreka Nûh û pîreka Lût mînak da ku ew herdû di binê du bende yên qenc ji bendeyên me de bûn, vêca wan (du jina) bi her du (bendeyên me re) dexesî kir, êdî li hember Xuda tu tiþt bikêra wan nehat, û hat gotin ku: "Hûn jî tevlî ketiyan têkevin agir."
B.M.Amin 66:10
11
Û Xuda, ji ên bawerî anîne re pîreka Fîr´ewn mînak da; dema ku got: "Perwerdekarê min! tu ji min re li cem xwe xanîkî di bihiþtê de ava ke û min ji Fîr´ewn û karê wî xelas ke û min ji komela sitemkaran rizgar bike."
B.M.Amin 66:11
12
Û Meryam keça Îmran (minak da) a ku dawa xwe parast, vêca me ji canê xwe tê pîf kir û wê peyvê perwerdekarê xwe û kitêbên wî rast dêrand û bû ji ên bi dil perestvan in.
B.M.Amin 66:12
Tahrim suresi tamamlandı