Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Tegabun 1 / 18
1
Tiþtê di asimana û tiþtê di zemîn de her Xuda pak bêrî didêrin. Mulk ê wî ye. Pesn û sipas her jê re ne. Ew bi her tiþtî dikare.
B.M.Amin 64:1
2
Ew e ê ku we aferandiye; vêca hin ji we kafir in û hin ji we jî bawermend in. Xuda, tiþtê hûn dikin baþ dibîne.
B.M.Amin 64:2
3
Asîmana û zemîn bi rastitê aferandiye, û sikûm û rûçik bi we daye vêca sikûm û rûçikên we xweþik çêkiriye. Veger her bal wî ve ye.
B.M.Amin 64:3
4
Tiþtê di asîmana û zemîn de dizane û tiþtê hûn vediþêrin û tiþtê hûn diyar dikin jî dizane. Xuda zanayê bi veþariyê di singan de ye.
B.M.Amin 64:4
5
Ma xebera ên berê kafir bûne ji we re nehat ku wan sezayê karê xwe tam kirin. Ji wan re ezabekî bi jan jî heye.
B.M.Amin 64:5
6
Evê han ji ber ku bi rastî pêxemberên wan bi nîþanên xuya ji wan re hatin vêca wan got ku: "Ma wê mirovekî me bide ser rêya rast?" Vêca ew kafir bûn û rû zivirandin. Xuda (ji wan) bêhewce bû-tu paxevê bi wan nekir. Xuda devlemendê bêhewce hêjayê pesn e.
B.M.Amin 64:6
7
Ewên kafir bûne, guman kirin ku wê tu car (ji goran) neyên rakirin. Tu bêje ku: "Belê çewa (hûnê neyên rakirin); Bi perwerdekarê xwe kim hûnê her bêne rakirin paþê hûnê bi kirinê xwe bêne haydar kirin. Evê han li ser Xuda pirr hêsan e."
B.M.Amin 64:7
8
Nexwe hûn bi Xuda û pêxemberê wî û ronahiya ku daxistiye bawerî bînin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye.
B.M.Amin 64:8
9
Roja ku wê we ji bo roja civîne (roja qiyametê) bicivîne; ew (roja) han roja kar û ziyanê ye. Kî bi Xuda bawerî bîne û karê qenc bike, ewê nepakiyên wî jê bibe û wê wî têxe bihiþtên ku çem ji bînê wan diherikin, wê hertimî hertim tê de bimînin. Rizgariya mezin eva haye.
B.M.Amin 64:9
10
Ewên kafir bûne û ayetên me derewandine ehlê agir her ewên han in, wê hertimî tê de bimînin. Çi þûnvegerek ne rind e!
B.M.Amin 64:10
11
Her musîbeta çêbibe hey bi destûra Xuda ye. Kî bi Xuda bawerî bîne wê ew dilê wî bal rastiyê ve rêberî bike.Xuda zanayê bi her tiþtî ye.
B.M.Amin 64:11
12
Hûn peyrewtiya Xuda û peyrewtiya pêxember bikin. Vêca eger hûn rû bizivrînin êdî bêguman li ser pêxemberê me tenê daxuyandinek aþîkar heye.
B.M.Amin 64:12
13
Xuda,ji wî pêve tu Xuda nînin. Êdî bira bawermend her xwe bispêrin Xuda.
B.M.Amin 64:13
14
Gelî ên bawerî anîne! bêguman hin ji jinên we û zarûkên we ji we re neyar in; vêca hûn xwe ji wan biparêzin. Eger hûn lêbiborin û xweþ bibînin û bibexþînin, êdî bêguman Xuda bexþendekar e dilovan e.
B.M.Amin 64:14
15
Bêguman malên we û zarûyên we ji we re her sihêtî ne. Xuda li balê xelatekî mezin heye.
B.M.Amin 64:15
16
Vêca hûn biqasî dikarin xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin û guhdarî bikin û peyrewtî bikin û ji xwe re qencî bikin. Kî ji çikûsî û timatiya xwe bê parastin êdî ên rizgarbûyî her ewên han in.
B.M.Amin 64:16
17
Eger hûn deynekî rind bi deyndarî bidin Xuda ewê wî ji we re pirrtir bike û ji we re bibexþîne. Xuda sipaskar e mulayim e.
B.M.Amin 64:17
18
Zanayê bi penhan û peyda ye serkeftiyê hîkmetdar e.
B.M.Amin 64:18
Tegabun suresi tamamlandı