Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Enam 1 / 165
1
Ew Yezdanê, ku ezman û zemîn afirandîye û taritî ûrohnayî (şev û ro) çê kirîye; çiqa pesindayîn hene! Hemûşk ji bona wî ra ne. Bi vî ra jî dîsa ewanê ku bûne file ji piştî (vê zanînê) ji bona perestîya Xudayê xwe ra (pûtan di perestîyê da) yek digirin.
B.M.Amin 6:1
2
Yezdan ew e; ku hûn ji heryê afirandine û paşê ji bona we ra danê (jîn û mirinê qedandîye. Û danekî navdayê li bal (Yezdan) heye. Û paşê hûn bi xweber jî di wan danan da dudil dibin.
B.M.Amin 6:2
3
Di ezman û di zemîn da ewa Yezdanekî (bi tenê ye). Ewa bi dizî û bi xûyayên we dizane û bi tişta hûn dikin jî dizane.
B.M.Amin 6:3
4
Û çiqa beratekî ji berateyên Xudayê wan ji wan ra hatibe, ewan ji wê beratê hey rû fetilandine.
B.M.Amin 6:4
5
Îdî bi sond! Di gava ji wan ra maf (Qur´an) hatîye, dîsa ewan, ewa mafa jî dane derewdêrandinê. (Qe tiştek nabe!) Wê di nêzîk da axiftina wan tiştên, ku ewan (bi hatina wan tiştan) tinaz dikiribûne, ji bo­na wan ra were.
B.M.Amin 6:5
6
Qey ewan nabînin, ka me çi­qa komal di berya wan da teşqele kirine? Me ewan komalan wusa di zemîn da bi cîh kiribû, qe me ji bona we ra wusa (di zemîn da) bi cîhkirin ne dabûye û me bi vî ra jî bi ser wan da (ewrên) jorê, ku şilyê dirêjin, şandîye û me di nava (dar û çandinîyên wan da) çemê (avê) dane kişandinê (ewan dîsa evan qencên me bîrva kiribûne) me jî ewan bi gonehên wan teşqele kirîye û me ji piştî (teşqelekirina wan di şûna wan da) hinek nişanên (çaxnên) mayî bi gehijandin afirandine.
B.M.Amin 6:6
7
(Muhemmed!) Heke me bi ser te da pirtûkeke wu­sa, ku ewa pirtûka di kaxizan da hatibûya nivîsandinê, îdî ewan bi xweber jî destê xwe dabûna wê (pirtûka nivîsarî) hinartibûya, wê ewanê ku bûne file hene! Dîsa jî bigotinan: "Eva (pirtûka) hey ançeke ber çevîye."
B.M.Amin 6:7
8
Ewan (aha) gotibûne: "(Gotî) li ser (Muhemmed) da firiştek ne hatibûya hinartinê (ku me jî bi wî bawer bikira)? Û heke me firiştek hinartibûya, şixwa bûyera (bi şapata wan) pêk hatibû, îdî me ne dihîşt ku ewan çavê xwe vekin.
B.M.Amin 6:8
9
Û heke me (pêxember) bixista firişte jî, dîsa meyê ewa (firişta) bixista mêrekî wusa, meyê ewan kincên, ku hûn li xwe dikin li wan jî bikira.
B.M.Amin 6:9
10
(Muhemmed!) Bi sond! Ewan pêxemberên di berya te da hatibûne hene! Bi wan jî hatibûye tinaz kirinê. Lê îdî (ewa şapata) ku ewan bi hatina wê tinaz dikiribûne (ewan tinazkarên) ji wan hildabûye nava xwe da (ewan bi wê şewitî bûne).
B.M.Amin 6:10
11
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn di zemîn da bigerin, paşê hûn li bal (temtêla) wan kesên, ku ewan (bi beratên Yezdan) derew dikiribûne mêze bikin, ka ça bûye!"
B.M.Amin 6:11
12
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hemû tiştên di ezman û di zemîn da heye ji bona kê ra nin?" (Ewan bêzar di­bin nikarin pisyara te bidin, tu ji wan ra aha) bêje: "Ewan (heyan hemûşk) ji bona Yezdan ra nin. Ewî (Yezdanî) li ser xwe bi vê nevê dilovînî nivîsîye. Bi sond! Ewê wê we di wê roya, ku di hatina we da qe tu dudilî tune ye, bicivîne. Ewanê ku bawer nakin hene! Îdî ewan bi xweber xwe xistine zîyanê."
B.M.Amin 6:12
13
Û çiqa tiştên di şev û royan da di êwirin hene! Hemûşk jî ji bona wî ra nin). Û bihîstokê zana ewa bi xweber e.
B.M.Amin 6:13
14
(Muhemmed! Tu aha) bê­je: "Ka ezê ji pêştirê wî Yezdanê, ku ezman û zemîn afirandîye û dide xarinê û qe jî naxwe, ça ji xwe ra serkaran bigirim?" (Muhem­med! Tu ji wan ra aha jî) bêje: "Bi rastî ez aha hatime fermankirinê; ku ez bibime misilmanê cara yekem û (ji min ra hatîye fermankirinê) ku ez nebime ji wanê hevrîçêker."
B.M.Amin 6:14
15
(Muhemmed! Tu aha) bêje."Bi rastî ez ditirsim, heke ez bê gotina Yezdan bikim ku ewa di wê roya mezin da li min şapateke mezin bike."
B.M.Amin 6:15
16
Ewa (royeke wusa ne) heke di wê royê da (Yezdan) merivêkî ji şapatê bizivirîne, bi rastî ewî li wî dilovînî kirîye. Û serfirazîya xûyayî eva ye.
B.M.Amin 6:16
17
Û heke Yezdan bi te da aşîtekî bîne, îdî ji pêştirê wî tu kes nikare ewe aşîtê rake. Û heke ewa qencîyekî bi te bike, bi rastî îdî ewa li ser hemû tiştan bi hêz e.
B.M.Amin 6:17
18
Û hey ewa bi xweber e (ku wekî gotina xwe bi tenê) li hemû bendeyên xwe dişî. Ewa bi xweber e (ku ji bona hemûşk derdan ra) bijejk e û zana ye.
B.M.Amin 6:18
19
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo ji bona şahidîyê çi tişt meztir e?" (Ewan ji pisyarê bêzar dimînin. Tu ji bona wan ra bi pisyarî aha) bêje: "Yezdan di nava min û we da şahid be, ku eva Qur´ana hanê 1i bal min da hatîye niqandinê; ji bo ku ez we bi wê Qur´anê (bi hatina şapatên para da) bidime tirsandinê, wusa jî ewanê, ku Qur´an gehîjtîye li bal wan. Qey hûn bi rastî şahidî didin, ku bi Yezdanê (babatê perestîyê ra) hinek yezdanên mayî jî hene?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez bi xweber şahidî nadim." Tu bêje: "Bi rastî (Yezdanê babetê perestîyê) Yezdanekî bi tenê ye û ez bi xweber jî ji wan tiştên, ku hûn (ji Yezdan ra dixne) hevrî bê gur û bê goman im."
B.M.Amin 6:19
20
Ewanê ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Ewanan (bi wan salixên di pirtûkê da hebûne) ça kurên xwe nas dikin, wusa jî (pêxemberîya Muhemmed) nas dikin. Ewanê îdî bawer nakin hene! Ewan bi xweber xwe xistine zîyanê.
B.M.Amin 6:20
21
Gelo ji wanê ku bi vir li ser (navê) Yezdan (dipeyivin) ya jî bi berateyên (Yezdan) viran dikin, cewrkar kê heye? Bi rastî ewanê cewrkar serfıraz nabin.
B.M.Amin 6:21
22
Di wê roya, ku emê ewan hemûşkan bicivînin û paşê (emê ji bona wanê hevrîçêker ra aha) bêjin: "Kanê ewan hevrîyên we ne, ku we bi derew digirtin, li kêderê ne? (Bira ewan di îro da we fereste bikin)."
B.M.Amin 6:22
23
Paşê çara wan (di wê royê da) hey eva dimîne. Bi wî Yezdanê ku Xudayê me ye, em sond dixun ku em ji wanê hevrîçêker nînin.
B.M.Amin 6:23
24
Tu li wan mêze bike; ka ewan ça derawan li xwe dikin! Û ewan hevrîyên, ku ewan bi vir digirtin, ka ça ji wan wunda bûne!
B.M.Amin 6:24
25
Û ji wan hinek hene, ku (tên) gohdarya te dikin, lê ji bo ku ewan (ji Our´anê) tu tiştî bi zanîn ji hev dernexin, me li ser dilê wan da perda muemayê û di gohê wan da jî keratî, danî. Û heke ewan hemûşk beratan jî bibînin, dîsa bawer nakin. Gava ewan têne bal te, ewan bi te ra tekoşîn dikin. Ewanê bûne file hene! Ewan (aha) dibêjin: "Eva (Qur´ana hanê) ji xêncî çîrokên wanê berê pêştir tu tişt nîne."
B.M.Amin 6:25
26
Ewanan, merivan ji Qur´anê didine dûrxistinê û bi xweber jî ji Qur´anê dûr dikebin. Ewan hey bi xweber xwe teşqele dikin, ewan bi teşqelebûna xwe jî bê agah in.
B.M.Amin 6:26
27
Û heke te ewanan di gava, ku di hemberê agir da di hatina sekinandinê bidîtan, ka ewan çi digotin! Ewa­nan (di wê gavê da aha) digotin: "Qey çi dibûya xwezîka em (dîsa) para da (li bal cîhanê da) bizivîranan û me bi berateyên Xudayê xwe derew ne kiribûya û em bibûna ji wanê bawerger."
B.M.Amin 6:27
28
Wekî dilxwazîya wan nîne, ji ber ku ji bona wan ra hêj di beryê da ewan tiştên ku ewan veşartibûn xûya bûye, wusa dibêjin (heke kirinên wan ji wan ra nehata xûyandinê ewan wusa ne digotin). Û heke ewan di para da (li bal cîhanê da) bihatina fetlandinê, ewanê (dîsa) bizivirîyan li bal wan kirine (ku kirina wan tiştan ji bona wan ra hatibûya qedqxekirinê) bikirinan. Bi rastî ewan derewkar in.
B.M.Amin 6:28
29
Û (ewan, aha) gotibûn: "Ji pêştirê jîna meya cîhanê tu jîn tune ye û bi rastî em bi xweber îdî (nayne zindekirinê, li bal tu civînan da jî) nayne şandinê.
B.M.Amin 6:29
30
Û heke di gava ku ewan di hemberê Xudayê xwe da (ji bona xelat û celatkirinê bi sitûxarî) hew kiribûn, te ewan bidîtanan (ka ewan bi çi awayî lava dikirin! Yezdan ji wan ra) gotîye: "Qey eva (danê hanê) bi rastî maf nebû? (Ewan aha pisyara Yezdan dane û) gotine: "Erê! bi Xudayê me, eva mafakî rast e." (Yezdan ji wan ra aha) gotîye: "De îjar îdî hûn jî bi sedema filetîya xwe şapatê çeşne (tam) bikin."
B.M.Amin 6:30