Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Haşr 1 / 24
1
Ê di asîmana û ê di zemîn de her Xuda pak bêrî dêrandine. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e.
B.M.Amin 59:1
2
Ew e ê ku ji ehlê kitêbê ên kafir bûne ji bo civîna pêþîn wan ji warên wan deranî. We guman nedikir ku ew derên, wan jî guman dikir ku wê kelehên wan bera wan ji Xuda biparêze. Vêca Xuda ji derevekî ve hate wan ku wan qet guman nedikir û tirsê avêt dilên wan ku ew xaniyên xwe bi destê xwe û bi destê bawermendan xera dikin. Êdî hûn-gelî xwedan hiþan-ders û îbret bigrin.
B.M.Amin 59:2
3
Eger Xuda bi derketinê li ser wan hukim nekirbûna wê wan di dinê de bida ezabê. Ji wan re di axretê de ezabê agir heye.
B.M.Amin 59:3
4
Evê han ji ber ku bi rastî wan neyartiya Xuda û pêxemberê wî kir. Kî neyartiya Xuda bike, êdî bêguman Xuda ezab dijwar e.
B.M.Amin 59:4
5
Her darê xurma ku we birrand yan we wan li ser kurmê wan hiþt êdî ew bi destûra Xuda ye; û ji bo ku ew jirêderketiyan celat bike.
B.M.Amin 59:5
6
Her tiþtê Xuda (bê ceng) ji wan sitendiye daye pêxemberê xwe, êdî we li serê ne tu hesp û ne tu deve daye-hinda kiriye. Lê belê Xuda, pêxemberên xwe bi ser ê bixwaze dixe. Xuda bi her tiþtî dikare.
B.M.Amin 59:6
7
Her tiþtê Xuda ji ehlê welatan distîne dide pêxember xwe, êdî ew ji Xuda û ji pêxember û ji merivên nêz (malbata pêxember) û sêwî û belengaz û rêwiyên li rê mane re ye; ji bo ku ew (mal) tenê di nava dewlemendên wede, nebe (sermiyanekî dest bi dest dibe). Tiþtê pêxember da we êdî hûn wî bigrin û tiþtê we jê dûr kir jî êdî hûn jê dûr bimînin. Hûn xwe ji Xuda biparêzin. Lewra bêguman Xuda ezab dijwar e.
B.M.Amin 59:7
8
Ji xizanên koçber yên ku ji warên xwe û malên xwe hatine derxistin ku ew li qencî û qayilbûna Xuda digerin û yariya Xuda û pêxemberê wî dikin re ye jî. Ên rasgo her ewên han in.
B.M.Amin 59:8
9
Û ewên ku berî wan, war û baweriyê amade kirin, ew ji ên ku bal wan ve koçber bûne hiz dikin û ew di dilên xwe de tu hewcetî bi tiþtê ji wan re hatiye dayîn nabînin û her çend hewcetiya wan hebe jî ew (birayên xwe) di ser xwe re digrin. Kî ji çikûsî û dexesiya xwe bê parastin êdî ên rizgarbûyî her ewên han in.
B.M.Amin 59:9
10
Ewên ku di pey wan de hatin dibêjin: "Perwerdekarê me! tu ji me re û ji birayên me yên ku bi bawerî berî me derbas bûne re bibexþîne û tu di dilên me de tu kînekî ji ên bawerî anîne re çêneke. Perwerdekarê me! bêguman tu dilovîn î dilovan î."
B.M.Amin 59:10
11
Ma tu li ewên durûtiyê dikin nanêrî ku ew ji birayên xwe yên ji ehlê kitêbê ku kafir bûne re dibêjin: "Sond be, eger hûn (ji Medînê) bêne derxistin emê jî hey bi we re derên û em derbareê we de tu car peyrewtiya kesî nakin, û eger bi we re þer bête kirin, emê her yariya we bikin." Xuda danas e ku bêguman ew derewkar in.
B.M.Amin 59:11
12
Sond be eger ew bêne derxistin, ew bi wan re dernakevin û sond be eger bi wan re bête þer kirin, ew yariya wan nakin û sond be eger yariya wan bikin jî ewê pîþt bidinê birevin paþê ew nayên yarî kirin.
B.M.Amin 59:12
13
Tirsa we di dilên wan de ji a Xuda zortir e. Evê han ji ber ku ew bi rastî komelekîne kûr tê nagihên.
B.M.Amin 59:13
14
Ew bi tevayî bi we re þer nakin, tenê di bajarên bi kelehên zexm dorgirtî de yan ji pîþt dîwaran ve (ew bi we re þer dikin). Þerê wan di nav wan de dijwar e. Tu wan teva yek guman dikî lê dilên wan cûrbe cûre. Evê han ji ber ku ew bi rastî komelekî ne xwe ranagirin.
B.M.Amin 59:14
15
Wek mînaka ên ji nêz ve berî wan ku celata karê xwe tam kirin. Ji wan re ezabekî bi jan heye.
B.M.Amin 59:15
16
Wek mînaka pelîd ku gava ji mirov re dibêje: "Kafir bibe." Vêca çi gava kafir dibe, ew dibêje ku: "Bêguman ez ji te bêrî me. Lewra bêguman ez ji Xudayê perwerdekarê cîhanan ditirsim."
B.M.Amin 59:16
17
Vêca paþiya herduyan bû ku ewê di agir de hertimî bimînin. Celata sitemkaran eva haye.
B.M.Amin 59:17
18
Gelî ên bawerî anîne! hûn xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin û bira herkes binêre ka ji sibê re çi bi pêþ xistiye? Hûn xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin. Lewra bêguman Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye.
B.M.Amin 59:18
19
Hûn nebin wek ên ku Xuda ji bîr kirine, vêca (Xuda) jî wan bi wan daye ji bîr kirin. Ên jirêderketî her ewên han in.
B.M.Amin 59:19
20
Ehlê agir û ehlê bihiþtê nabin yek. Ên rizgarbûyî her ehlê bihiþtê ne.
B.M.Amin 59:20
21
Eger me vê Qur´ana han li ser çiyakî daxistina, te yê wî bidîtana ku ew ji tirsa Xuda serpêlê jihevbelabûyî ye. Em van mînakên han ji mirovan re didin hêvî heye ku bifikirin.
B.M.Amin 59:21
22
Ew Xuda ye ê ku ji wî pêve tu Xuda nînin. Zanayê bi penhan û peyda ye. Ew mihrîban î dilovan e.
B.M.Amin 59:22
23
Ew Xuda ye ê ku ji wî pêve tu Xuda nînin. Þehînþah e, pakbêrî ye, (xwedan) xweþî ye, pêbawer e, danasê biewle ye, serkeftî ye, serdestê bilind e, mezin e. Xuda ji tiþtê ew dikin þirîk pak bêrî ye.
B.M.Amin 59:23
24
Ew Xuda ye, aferandekar e, çêker e, sikûm û rûçikan dide. Navên herî xweþîk ê wî ne. Tiþtê di asîmana û zemîn de wî pak bêrî didêrin. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e.
B.M.Amin 59:24
Haşr suresi tamamlandı