4
Pê eliman peyv-daxuyan.
6
Serî datînin giyah û daran.
7
Rakir wî asîman û danî mîzan (mêzîn-terazî).
8
Da ku hûn serkêþî nekin di mêzînan.
9
Û hûn kêþanê bi dadî rakin û kêm nekin mêzînan.
10
Zemîn jî wî daniye ji mirovan (hemû candar û mexlûqan re).
11
Tê de hene fêkî û darê xurma yên goþîdar.
12
Û teneyên bi ka û pel û gulê bi bîhn (rihan).
13
Nexwe hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
14
Wî mirov ji herîkî (hiþk) wekî qafik aferandiye.
15
Û cinna jî ji agirek bêdû aferandiye.
16
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
17
Perwerdekarê herdû rojhelat û perwerdekarê herdû rojavaya ye.
18
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
19
Herdû deryayan berda ku digihên hev.
20
Di navbera wan de perdekî heye ku tevlîhev nabin.
21
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
22
Ji wan morî û mircan dertên.
23
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
24
Keþtiyên bilindê wekî çiyayan ku di deryayan de diherikin jî ên wî ne.
25
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
26
Her kesê li ser rûyê zemîn e, namîne.
27
Tenê rûyê perwerdekarê te yê xwey meznahî û rûmet dimîne.
28
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
29
Ên dî asîmana û zemîn de her ji wî dixwazin. Her roj ew di karekî de ye.
30
Êdî hûn kîjan qenciyê perwerdekarê xwe diderewînin?
Sonraki 30 ayet →