1
Bi sitêrka (Perwînê) dema hinda dibe.
2
Hevalê we (pêxember) ne ji rêya rast þaþ bûye û ne jî þiqitiye.
3
Ew ji hewesa jî napeyive.
4
Ew (Qur´an) her wehyek e ku tê wehî kirin.
5
(Cebraîl) ê zor bi hêz pê daye hîn kirin.
6
Ku xwediyê hêzek rind e. Vêca rast bû.
7
Ew jî li asoyê jorîn bû.
8
Paþê nêz bû, vêca xwe berda jêr.
9
Vêca bû biqasî du kevana yan hê nêztir.
10
Vêca tiþtê bal bendeyê wî ve wehî kir, wehî kir.
11
Dil, tiþtê dît derew nekir.
12
Vêca ma hûn hêjî li ser tiþtê dîtiye pê re xirecirê dikin?
13
Sond be wî carekî din jî dît.
14
Li nik dara paþîn (Sîdretul munteha).
15
Bihiþta hewyegehê li balê ye.
16
Dema darê tiþtê rapeçand, rapêçand.
17
Çav ne çewt çû û ne jî þiqitî.
18
Sond be wî ji ayetê (nîþanê) perwerdekarê xwe yên herî mezin dît.
19
Vêca ma te (pûtên bi nav) Lat û Uzza dît?
20
Û ê din yê sisiyan Menat jî (te dît?).
21
Ma e nêr ji we re û ê mê jî ji me re ne?
22
Ew gav, eva parvekirineke kêm e-ne di cîh de ye.
23
Evên han tenê hin nav in ku we û bav û kalên we li wan kiriye. Xuda, tu delîlî pê danexistiye. Ew hey didin pey gumanê û tiþtê dilên wan dixwaze. Sond be, ji wan re ji perwerdekarê wan rêya rast hat.
24
Ma qey ji mirov re her tiþtê bixwaze heye?
25
Vêca a paþîn (axret) û a pêþîn (dunya) her ê Xuda ne.
26
Di asîmana de çiqas feriþte hene ku mehdervaniya wan bikêra tu tiþtê nayê ji pêþtirî piþtî e ku Xuda bixwaze û pê qayil bibe re destûr bide.
27
Bêguman ên ku bi axretê bawerî naynin ew feriþteyan bi navê mêyan nav dikin.
28
Tu zanîna wan pê nîne. Ew hey didin pey gumanê. Guman jî bi tu awayî ciyê rastiyê nagire.
29
Êdî tu ji ê ku piþt daye zikrê (þîretê) me û ji jîna dinê pêve nexwestiya rû bizivrîne.
30
Ciyê gihîþtina wan ji zanînê evê haye. Bêguman perwerdekarê te, ê ku ji rêya wî þaþ bûye baþ dizane û ê ku rêya rast dîtiye jî baþ dizane.
Sonraki 30 ayet →