2
Û kitêba rêz bi rêz nivsandî.
6
Û deryaya bi agir tijîkirî.
7
Bêguman ezabê perwerdekarê te wê hey were.
9
Roja ku asîman bi hejek zor dizivire.
10
Û çiya bi meþek dijwar diçe.
11
Edî wêrojê xulî li serê ên diderewînin be.
12
Ewên ku di (qeþmeriyan) de noq bûne dileyizin.
13
Roja ku bal agirê dojehê ve bi zorê têne qewirandin.
14
(Ji wan re tê gotin ku:) "Agirê ku we wî diderewand evê haye."
15
Vêca ma evê han efsûn e yan hûn nabînin?"
16
"Hûn têkevinê-biþewitin. Êdî we divê hewî bînin yan hewî neynin, ji we re yek e. Lewra bêguman hûn tenê bi tiþtê we dikir têne celat kirin."
17
Bêguman xweparêz di bihiþt û xweþiyan de ne.
18
Ew bi tiþtê perwerdekarê wan daye wan dilþa ne. Perwerdekarê wan, wan ji ezabê dojehê parastiye.
19
(Ji wan re tê gotin ku:) "Hûn ji ber tiþtê we kiriye di noþîcanî bixwin û vexwin."
20
Ew li ser textê rêz bi rêz kirî paldayî ne. Me wan bi horiyê çavbelek re kiriye cot-zewicandiye.
21
Ewên bawerî anîne û nivþa wan bi bawerî dane pey wan, me nivþa wan bi wan gihandiye. Me tu tiþt ji kirinê wan ji wan re kên nekiriye. Her kes bi keda xwe gerew e.
22
Û me, ji tiþtê dilê wan diçê pirr fêkî û goþt da wan.
23
Ew tê de kasikê meyê dirêjî hevûdin dikin ku tê de ne serxweþî heye û ne jî guneh.
24
Ji wan re hin zarû (xulam) hene ku li ber (destê) wan digerin, ew her wekî moriyê parastî ne.
25
Hin ji wan li hina zivirîn ji hevdû pirsîn.
26
Gotin ku: "Bêguman em berê di nav maliyên xwe de dilbitirs-dilovîn bûn."
27
"Vêca Xuda bi me qencî kir û me ji ezabê dojehê parast."
28
"Bêguman me berê jî wî diheband. Bêguman ew, qencê dilovan her ew e."
29
Vêca tu bi bîr xinê-þîreta bike; êdî tu bi qenciya perwerdekarê xwe ne penhango yî û ne jî dîn î.
30
Yan qey ew dibêjin ku: "Ew þair e (helbestvan e). Em li bendê ne êþa mirinê pê de were."
Sonraki 19 ayet →