Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Zariyat 1 / 60
1
Bi (ba) yên ku bi gurrane ji hev belav dikin.
B.M.Amin 51:1
2
Vêca bi (ewr)ên barê giran hildigrin.
B.M.Amin 51:2
3
Vêca bi (keþti)yên ku bi hêsanî diherikin.
B.M.Amin 51:3
4
Êdî bi (feriþte) yên kara parve dikin.
B.M.Amin 51:4
5
Bêguman tiþtê hûn têne wade dayîn her rast e.
B.M.Amin 51:5
6
Û bêguman xelat û celat wê her çê bibe.
B.M.Amin 51:6
7
Bi asîmanê xwedî re (û sitêrk û avahiyê) rind kim.
B.M.Amin 51:7
8
Bêguman hûn her di gotinê tevlîhev de ne.
B.M.Amin 51:8
9
Ê jê (ji baweriyê) hatiye liba xistin tê liba xistin.
B.M.Amin 51:9
10
Ewên pir derewkar bêne kuþtin!
B.M.Amin 51:10
11
Ewên ku di korî û nezaniyê de bêhay in.
B.M.Amin 51:11
12
Dipirsin ku: Roja xelat û celatê kîngê ye?
B.M.Amin 51:12
13
Roja ku ew li ser agir têne þewitandin.
B.M.Amin 51:13
14
(Ji wan re tê gotin ku:) "Hûn þewata xwe tam kin" Evê hane tiþtê ku we pê dilezand.
B.M.Amin 51:14
15
Bêguman xweparêz di bax û baxçe û kaniyan de ne.
B.M.Amin 51:15
16
Tiþtê perwerdekarê wan daye wan digrin. Lewra bêguman ew berî vî qencîkar bûn.
B.M.Amin 51:16
17
Ew ji þevê hindik radizan.
B.M.Amin 51:17
18
Û serê sibeha ew bexþînê dixwazin.
B.M.Amin 51:18
19
Û di malê wan de ji gerok û bêparan re mafek heye.
B.M.Amin 51:19
20
Ji ên bidilbawer re di zemîn de gellek ayet (nîþan) hene.
B.M.Amin 51:20
21
Di we bi xwe de jî hene. Ma hêjî hûn nabînin?
B.M.Amin 51:21
22
Roziya we û tiþtê hûn têne wade dayîn di asîmana de ye.
B.M.Amin 51:22
23
Vêca bi perwerdekarê asîmana û zemîn kim, ew her rast e çewa ku hûn dipeyivin.
B.M.Amin 51:23
24
Ma bera qiseta mêvanên Îbrahîm ên hêja ji te re hat?
B.M.Amin 51:24
25
Gava hatin balê, vêca gotin: "Silav (li te be)." (Îbrahîm jî) got: "Silav (li we be. Hûn) komekî nenas in."
B.M.Amin 51:25
26
Vêca bi dizî vegeriya bal maliyê xwe û golikî xurt (ê qelandî) anî.
B.M.Amin 51:26
27
Vêca wî nêzî wan kir, got: "Ma hûn naxwin?"
B.M.Amin 51:27
28
Vêca di dilê xwe de ji wan tirsiya, gotinê: "Tu netirse" û mizgîna zarûkî zana danê.
B.M.Amin 51:28
29
Vêca pîreka wî qêrîn kir û li rûyê xwe da û got: "Pîrejinek sitewr (wê zarû bîne?)"
B.M.Amin 51:29
30
Gotin: "Perwerdekarê te wuha gotiye. Bêguman ew, hîkmetdarê zana her ew e."
B.M.Amin 51:30