1
Qaf. Bi Qur´ana bilind hêja (ewê ji gora bêne rakirin).
2
Ne, ew ku ji wan re hiþyarkerek ji wan hatiye, sosret man, loma kafiran got ku: "Evê han tiþtekî pirr sosret e."
3
"Ma gava em bimrin û bibin xulî (emê dîsa rabin?) Evê han vegerek pirr dûr e."
4
Bi rastî, tiþtê zemîn ji wan kêm dike me zaniye. Li cem me kitêbek parêzwan heye.
5
Ne, çi gava rastî ji wan re hat wan derewand. Êdî ew di karekî tevlîhev de ne.
6
Vêca ma qey ew li asîmanê seriya xwe nanêrin ku me wî çewa ava kiriye û me wî xemilandiye û jê re tu qelþ jî nînin.
7
Û me zemîn jî (çewa) dirêj raxistiye?; û me çiyayên bêhej tê de daniye û me tê de ji her cotê rind (giya) hêþîn kiriye.
8
Ji her bendeyê ji dil vedigere re çavvekirinî û bîrxistin e.
9
Me ji asîman avekî pirr bixweþî daxit, vêca me pê gellek bax û baxçe û tenê çinandinê hêþîn kir.
10
Û darê xurma yên dirêj ku bûtikên wan li ser hev hûnandî ne jî (me pê hêþîn kir).
11
Ji bo rozîniya bendeyan; û me pê welatekî mirî vejand. Derketina (ji goran) jî her wuha ye.
12
Berî wan komela Nûh û ehlê Ressê û Semûd jî derewandin.
13
Û (komela) Ad û Fîr2ewn û birayên Lût jî.
14
Û ehlê Eyketê (satara-daristanê gurr) komela Tubbe´ê jî. Teva jî pêxamberan derewandin; vêca ezabê min pêwist bû.
15
Vêca ma qey em ji aferandina pêþîn bêzar bûn (ku rakirina wan ji goran ji me re zor bê?) . Ne, (em bêzar nebûne lê) ew ji aferandinek nû di dudiliyê de ne.
16
Sond be, me mirov aferandiye û em dizanin ka di dilê xwe de çi çêdike. Em ji þahreha sitûyê wî pê nêziktir in.
17
Dema herdû (feriþte) ji rast û çep ve li hember rûnîþtî ne-çavnêrî dikin digrin û dinivsînin.
18
Gotina (mirov ji devê xwe) bipekîne her parêzvanek amade li balê ye.
19
Sikrata (bêhiþiya) mirinê bi rastî hat. A ku tu jê direviyayî eva haye.
20
Di sûrê de hat pif kirin. Roja ezab eva haye.
21
Û her kes ku pê re ajotvanek û danasek heye hat.
22
Sond be, haya te ji vî yê han nebû. Vêca me perda te ji (ser çavê) te rakir, êdî îro (dîtina) çavê te pirr tûj e.
23
(Feriþte yê) hevalê wî got ku: "Tiþtê li ba min amade ye evê han e."
24
(Xuda gote wan ku:) "Hûn her kafirê serkêþ bavêjin dojehê."
25
"Ewên ku qet nahêlin qencî bibe, ji hed derketî ne, dudil in."
26
"Ewê ku bi Xuda re Xudakî din jî çêkiriye. Vêca hûn wî bavêjin ezabê zor dijwar."
27
(Pelidê) hevalê wî got ku: "Perwerdekarê me! min bi xwe wî serkêþ nekiriye-ji rê dernexistiye, lê belê ew bi xwe ketþaþiyek dûr de."
28
(Xuda got ku:) "Hûn li cem min bi hev re xirecirê nekin. A rast min we berê bi ezab haydar kiribû."
29
"Ne gotin li cem min tê guhartin û ne jî ez li bendeyan sitemkar im."
30
Roja ku emê ji dojehê re bejin: "Ma tu tije bûyî?" Wê bêje ku: "Ma hê bêtir nînin?"
Sonraki 15 ayet →