Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Muhammed 1 / 38
1
Ewên ku kafir bûne û (mirovan) ji rêya Xuda girtine (nahêlin bawerî bînin, Xuda) kirinên wan pûç kiriye.
B.M.Amin 47:1
2
Ewên bawerî anîne û karên qenc kirine û bi tiþtê li ser Muhammed hatiye daxistin bawerî anîne-tevî ku ew ji perwerdekarê wan rastî ye, (Xuda) nepakiyên wan ji wan biriye-bexiþandiye û rewþa wan baþ kiriye.
B.M.Amin 47:2
3
Evê han ji ber ku bêguman ewên kafir bûne dane pey pûçîtî û beredayîtiyê û bêguman ên ku bawerî anîne jî dane pey rastiya ji perwerdekarê xwe. Xuda ji mirovan re wuha mînakan dide.
B.M.Amin 47:3
4
Vêca gava hûn (di cengê de) rastî ên kafir bûne hatin êdî hûn li sitûyê wan din (wan bikujin); heya gava we zora wan bir (wana bi pirranî kuþt û dîl girt) êdî hûn girêkan biþidînin (ku ji destê we nefilitin) heya gava cengê çekên xwe danî (hûn bi ser ketin û ew zebûn bûn) êdî piþtre ya bi qencîtî yan jî bi girtina bergîdanekî (hûn dîlan berdin. Kar) evê han e. Eger Xuda bixwesta wê bi xwe heyf ji wan hilanîna. Lê belê (wuha nake) ji bo ku hina ji we bi hina sihêtî bike. Ewên ku di rêya Xuda de hatine kuþtin, êdî (Xuda) kirinên wan hinda nake.
B.M.Amin 47:4
5
Wê (Xuda) wan rêberî bike û rewþa wan xweþ bike.
B.M.Amin 47:5
6
Û wê wan têxe bihiþta ku ji wan re salix daye-xweþ kiriye.
B.M.Amin 47:6
7
Gelî ên bawerî anîne! eger hûn yariya Xuda bikin wê ew jî yariya we bike û piyên we paydar bike.
B.M.Amin 47:7
8
Ewên kafir bûne jî êdî þemitandin-sernûgînî ji wan re be û (Xuda) kirinên wan jî pûç û beredayî derxistiye.
B.M.Amin 47:8
9
Evê han bi sedem ku bêguman ew bi tiþtê Xuda daxistiye dilnexweþ bûn, vêca wî kirinên wan þewitandiye.
B.M.Amin 47:9
10
Vêca ma qey ew li rûyê zemîn negeriyan ku bibînin ka paþiya ên berî wan çewa bû? Xuda, (warên wan) bi ser wan de wêran kir û ji kafiran re jî wekî wî heye.
B.M.Amin 47:10
11
Evê han ji ber ku bêguman Xuda yar û yawerê ên bawerî anîne ye û bêguman kafir, ji wan re tu yar û yawer nînin.
B.M.Amin 47:11
12
Bêguman Xuda, ên bawerî anîne û karên qenc kirine dixe bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin. Ewên kafir bûne kêfa xwe dikin û çewa dewar dixwin ew dixwin û agir ji wan re qonax e.
B.M.Amin 47:12
13
Çiqas bajar ku ew ji bajarê te yê te deranîn bihêztir bûn jî me wan têk bir, êdî tu alîkar ji wan re nînin.
B.M.Amin 47:13
14
Vêca ma ê ku li ser daxuyaniyek ji perwerdekarê xwe be wekî wî ye ku karê wî yê xerab jêre hatiye xemilandin? Wan daye pey dilxwaziyên xwe.
B.M.Amin 47:14
15
Mînaka bihiþta ku ji xweparêzan re hatiye wade dayîn; têde çemên ji ava ne genî û çemên ji þîrê ku tama wî neguheriye û çemên ji meyxwiran re xweþ e û çemên ji hingivê dakirî heye; û ji wan re tê de ji her fêkiyî û bexþînek ji perwerdekarê wan heye. (Ma ê ku di nav van xweþiyan de ye) wekî ê ku hertimî di agir de ye? Ew ji avekî kelandî hatin avdan, vêca rodiyên wan perçe kir.
B.M.Amin 47:15
16
Hin ji wan li te gohdarî dikin, heya gava ku ji cem te dertên, ji ewên zanîn ji wan re hatiye dayîn re dibêjin: "Ma wî hêja çi got?" Ewên han in ên ku Xuda ser dilên wan mohr kiriye û wan daye pey dilxwaziyên xwe.
B.M.Amin 47:16
17
Ewên ku rêya rast dîtine (Xuda) rastiya wan pirrtir kiriye û xweparêziya wan daye wan.
B.M.Amin 47:17
18
Vêca ma ew hey li hêviya danê qiyametê ne ku ji niþkavde bê wan? Vêca bi rastî nîþanên wê hatine. Gava bête wan, êdî þîret girtina wan çi bikêra wan tê?
B.M.Amin 47:18
19
Êdî tu bizanbe ku: Bêguman ew, ji wî pêve tu Xuda nînin û tu ji gunehê xwe û ji mêrên bawermend û jinên bawermend re bexþînê bixwaze. Xuda ciyê çûn û hatina we (bi roj) û ciyê qonaxa we (bi þev) dizane.
B.M.Amin 47:19
20
Ewên bawerî anîne dibêjin ku: "Ma çima sûretek nehatiye daxistin." Vêca gava sûretek biryardayî bê daxistin û tê de behsa cengê bibe, tu ewên di dilên wan de nexweþîn heye dibînî ku ew wek nêrîna ê ji tirsa mirinê bêhiþ ketiye li te dinêrin. Vêca ew ji wan re çêtir e!
B.M.Amin 47:20
21
Peyrewtî û gotina xweþ (hê çêtir e). Vêca gava kar (ê cengê) beratî-ji dil bibe, (ew xwe ji pare didin). Vêca eger ew bi Xuda re rast bûna ewê ji wan re baþtir bûna.
B.M.Amin 47:21
22
Vêca ma nabe ku eger hûn (ji rastiyê) rû bizivrînin, hûnê di rûyê zemîn de xerabkarî bikin û hûnê merivatiya xwe bibirrin?
B.M.Amin 47:22
23
Evên han in ên ku Xuda li wan lanet kiriye vêca wan kerr kiriye û çavên wan kor kiriye.
B.M.Amin 47:23
24
Vêca ma qey ew li Qur´anê hûr nafikirin? Yan li ser dilan qeflên wan hene?
B.M.Amin 47:24
25
Bêguman ên ku piþtî rêya rast ji wan re xuya bû, li ser paþiyên xwe zivirîn (kafir bûn) ew pelîd ji wan re xemilandiye û arzûyên dirêj ber wan xistiye.
B.M.Amin 47:25
26
Evê han ji ber ku wan ji ên ku bi tiþtê Xuda daxistiye dilnexweþ bûn re gotin ku: "Emê di hin karan de peyrewtiya we bikin." Xuda, veþariyên wan dizane.
B.M.Amin 47:26
27
Vêca gava feriþte canê wan bistînin çewa ne ku ew li rûyên xwe û paþiyên xwe dixin?
B.M.Amin 47:27
28
Evê han ji ber ku bi rastî wan da pey tiþtê Xuda hêrs dike û ji qayilbûna wî hiz nekirin, vêca wî kirinên wan þewitand.
B.M.Amin 47:28
29
Ma ewên di dilên wan de nexweþîn heye guman dikin ku wê Xuda kîn û neyartiya wan qet dernexe?
B.M.Amin 47:29
30
Eger me bixwesta, me yê wan nîþanî te bidana vêca te yê wan bi sikûmê wan nas bikirna. Sond be tê wan di nav gotinê wan de binasî. Xuda kirinên wan dizane.
B.M.Amin 47:30