Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Ahkaf 1 / 35
1
Ha, Mîm
B.M.Amin 46:1
2
Daxistina kitêbê hin bi hin ji Xudayê serkeftiyê hîkmetdar e.
B.M.Amin 46:2
3
Me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de her bi rastiyê û demek navdayî aferandiye. Ewên kafir bûne ew ji tiþtê (pê) hatine hiþyar kirinê rû liba dixin.
B.M.Amin 46:3
4
Tu bêje ku: "De binêrin tiþtê hûn bêyî Xuda dihebînin, ka nîþanî min bidin wan ji zemîn çi aferandiye? Yan ji wan re þirîkatî di asîmanan de heye? Eger hûn rastgo ne ka kitêbek berî vê (Qur´an) a han yan þopekî ji zanînê bînin!"
B.M.Amin 46:4
5
Ji kesê bêyî Xuda gazî ê ku heya roja qiyametê bersiva wî nade û ew ji gaziya wan jî bêhay in dike, rêþaþtir kî heye?
B.M.Amin 46:5
6
Û gava mirov bêne civandin ew (pûtên wan) ji wan re dibin neyar û ew bi hebandina wan jî dibin kafir.
B.M.Amin 46:6
7
Û gava ayetên me aþkera li ser wan têne xwendin, ên kafir bûne ji rastiyê re çi gava ji wan re tê dibêjin: "Evê han efsûneke aþîkar e."
B.M.Amin 46:7
8
Yan qey ew dibêjin ku: "Wî ji ber xwe ve derxistiye?" Tu bêje ku: "Eger min wê ji ber xwe ve derxistibe êdî (ezabê) ji Xuda ji min re bê tu tiþt di destê we de nîne (hûn nikarin min jê biparêzin). Ew bi tiþtê hûn tê noq dibin zanatir e. Ew bi danasiya di navbera min û we de bes e. Bexþendekarê dilovan her ew e."
B.M.Amin 46:8
9
Tu bêje ku: "Ez ji pêxemberan ê pêþîn nînim (ku hûn ew qas sosret dibînim) û ez nizanim wê bi min û we çi bête kirin. Ez tenê didim pey tiþtê bal min ve tê wehî kirin û ez tenê hiþyarkerek aþîkar im."
B.M.Amin 46:9
10
Tu bêje ku: "Ka binêrin! eger ew (Qur´an) ji cem Xuda be û hûn pê kafir bibin û danasê ji zariyê Îsraîl li serê danasî bide, vêca ew bawerî bîne û hûn quretî bikin (kafir bibin êdî ji we rê þaþtir kî heye?)" Bêguman Xuda, komela sitemkaran nade ser rêya rast.
B.M.Amin 46:10
11
Ewên kafir bêne ji ên bawerî anîne re gotin ku: "Eger ew (dîn) baþtir bûna ew pêþiya me nediketin." Wan çi gava pê rêya rast nedît vêca wê bêjin: "Eva han derewek kevnare ye."
B.M.Amin 46:11
12
Berê wê kitêba Mûsa peþwa û dilovanî bû. Eva han jî kitêbek rastdêr e bi zimanê erebî ye ji bo ku ên sitemkarî kirine hiþyar bike-bitirsîne û ji qencîkaran re jî mizgîn e.
B.M.Amin 46:12
13
Bêguman ên ku gotin: "Perwerdekarê me Xuda ye" paþê xwe rast kirin, êdî ne tirs li ser wan heye û ne jî ew xemgîn dibin.
B.M.Amin 46:13
14
Ewên han ehlê bihiþtê ne, bergîdana tiþtê dikirin wê ew tê de hertimî bin.
B.M.Amin 46:14
15
Me li mirova þîret kiriye ku bi dê û bavê xwe qencî bike. Diya wî bi zor wî hilgirtiye û bi zor wî daniye. Hilgirtina wî û (ji þîr) veqetina wî sî meh e. Heya gava gihîþt hêza xwe û gihîþt çihl saliyê, got ku: "Perwerdekarê min! tu hêz bide min ez sipasî qenciyê ku te bi min û dê û bavê min qencî kiriye bikim û ez karê baþ bikim ku tu pê qayil bibî û tu di nifþa min de ji min re baþî bike. Bêguman ez bal te ve poþmam bûmevegeriya me û bêguman ez ji musilmana me."
B.M.Amin 46:15
16
Evên han in ên ku em rinditirê tiþtê kirine ji wan dipejirînin û em di nav ehlê bihiþtê de ji xerabiyên wan diborin. Wada rast e ku ew hatine wade dayîn.
B.M.Amin 46:16
17
Ewê ku ji dê û bavê xwe re got: "Of ji we re, ma hûn min ditirsînin ku ezê (piþtî mirinê ji gorê) bême derxistin, tevî ku berî min gellek nifþ derbas bûne?" Ew (dê û bavê wî jî) hewarê li Xuda dadixin ku: "Xulî li serê te be! bawerî bîne. Lewra bêguman wada Xuda rast e." Vêca ew jî dibêje: "Evê han çîrokê peþiyan e."
B.M.Amin 46:17
18
Evên han in ên ku gotina (ezabê) di nav komên ji cinn û mirovan ku berî wan derbas bûne de li ser wan pêwirt bûye. Bêguman ew bûne ziyankar.
B.M.Amin 46:18
19
Ji hemûyan re ji tiþtê kirin hin paye (ji xelat û celatê) hene û ji bo ku (Xuda bergîdana) karên wan bêkêmasî bide wan û ew nayên tade kirin jî.
B.M.Amin 46:19
20
Û roja ku ewên kafir bûne li ser agir têne derpêþ kirin (ji wan re tê gotin:) "We, xweþiyên xwe di jiyana dinê de derbas kir û we pê kêfa xwe kir. Îdî îro, hûnê bi sedem ku we di rûyê zemîn de bi neheqî quretî dikir û bi sedem ku hûn ji rastiyê derdiketin, bi ezabê riswatiyê bêne celat kirin."
B.M.Amin 46:20
21
Û (Hûd) birayê (komela) Ad di bîr bîne, dema ku wî komela xwe li Ehqafê (Girên ji qûmê) tevî ku berî wî û piþtî wî gellek hiþyarker derbas bûn jî hiþyar kir ku: "Hûn ji Xuda pêve kesî nehebînin. Bêguman ez li ser we ji ezabê roja mezin ditirsim."
B.M.Amin 46:21
22
Gotinê: "Ma tu hatî me bi derewa ji Xudayên me bizivrînî? Vêca eger tu bera ji rastgoyanî ka tu tiþtê me pê ditirsînî ji me re bîne."
B.M.Amin 46:22
23
(Hûd) got ku: "Bêguman zanîn tenê li cem Xuda ye, û ez tiþtê pê hatime þandin bi we radigihînim, lê belê ez we komelekî nezan dibînim."
B.M.Amin 46:23
24
Vêca çi gava wî (ezabî) dîtin ku ewrek e, ber bi newalên wan tê, gotin: "Evê han ewrek e wê baranê bide me." Ne, ew tiþtê we pê dilezande. Bayekî ku tê de ezabekî bi jan heye.
B.M.Amin 46:24
25
Ewê bi fermana perwerdekarê xwe her tiþtî wêran bike. Vêca ew bûn ku ji ciyên wan pêve nedihat dîtin. Em komela sûcdakarên gunehkar wuha celat dikin.
B.M.Amin 46:25
26
Sond be, me wan di hin ciyan de bi cîh kir ku me we tê de bi cîh nekiribû, û me ji wan re goh û çav û dilan çêkir. Lê ne gohên wan û ne çavên wan û ne jî dilên wan bi tu tiþtî bikêra wan hat; ji ber ku wan ayetê Xuda înkar dikir û tiþtê pê tinaz dikirin hawîdor li wan girt.
B.M.Amin 46:26
27
Sond be, me gellek bajarên derûdora we têk bir û me ayetan daxuyand hêvî heye ku ew vegerin.
B.M.Amin 46:27
28
Vêca ma çima ewên ku bêyî Xuda ji bo nêzikahiyê bi Xudayî digirtin yariya wan nekir. Ne, ew ji wan hinda bûn. Evê han derewa wan e û tiþtê ji ber xwe ve diavetin e.
B.M.Amin 46:28
29
(Di bîr bîne) dema me komekî ji cinna bal te ve liba xist ku Qur´anê gohdarî dikirin. Vêca çi gava hatin balê gotin: "Deng nekin." Vêca çi gava (xwendin) qediya ew bi hiþyarkerî çûne bal komela xwe ve.
B.M.Amin 46:29
30
Gotin: "Gelê me! bêguman me kitêbekî bihîst ku piþtî Mûsa hatiye daxistin, ew, ê berî xwe rast didêre, bal rastiyê ve û bal rêya rastîn ve rêberî dike."
B.M.Amin 46:30