Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Duhan 1 / 59
1
Ha, Hîm.
B.M.Amin 44:1
2
Bi kitêba aþîkar.
B.M.Amin 44:2
3
Bêguman me wê di þevekî pîroz de daxistiye; bêguman em hey hiþyarker in.
B.M.Amin 44:3
4
Her karê hîkmetdar di wê (þevê) de ji hev tê veqetandin.
B.M.Amin 44:4
5
Karekî ji cem me. Bêguman em hey (pêxemberan) diþînin.
B.M.Amin 44:5
6
Dilovaniyek ji perwerdekarê te ye. Bêguman ew, sehkirê zana her ew e.
B.M.Amin 44:6
7
Eger hûn ji dil bawer in (ew) perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de ye.
B.M.Amin 44:7
8
Ji wî pêve tu Xuda nînin; vedijîne û dimirîne. Perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we pêþîn e.
B.M.Amin 44:8
9
Ne, ew di dudiliyê de dileyizin-pê tinaza dikin.
B.M.Amin 44:9
10
Êdî tu li benda wê rojê be ku asîman dûyekî xuya tîne.
B.M.Amin 44:10
11
Ew mirovan radipêçe. Evê han ezabekî bi jan e.
B.M.Amin 44:11
12
(Gotin:) "Perwerdekarê me! tu ezab ji me rake, bêguman em bawermend in."
B.M.Amin 44:12
13
Çewa ew þîret digrin, tevî ku pêxemberek xuya ji wan re hatiye?
B.M.Amin 44:13
14
Paþê wan jê rû zivirand û gotin ku: "Hînbûyekî dîn e."
B.M.Amin 44:14
15
Bêguman emê hinekî ezab rakin, bi rastî hûnê (dîsa) vegerin.
B.M.Amin 44:15
16
(Di bîr bîne) roja ku emê bi girtina herî mezin (wan) bigrin; bêguman em heyfsitan in.
B.M.Amin 44:16
17
Sond be me berî wan komela Fir´ewn jî sihêtî kir û pêxemberek birûmet ji wan re hat.
B.M.Amin 44:17
18
(Û gote wan:) "Ku divê hûn bendeyên Xuda (zariye Îsraîl) bispêrin min. Bêguman ez ji we re pêxemberek pêbawer im."
B.M.Amin 44:18
19
"Û ji bo ku hûn nebûya navên ser Xuda-li hember wî ranebin. Bêguman min ji we re delîlek xuya aniye."
B.M.Amin 44:19
20
"Û bi rastî min xwe avêtiye perwerdekarê xwe û perwerdekarê we ku hûn min kevirbaran nekin."
B.M.Amin 44:20
21
"Eger hûn ji min bawer nekin jî, êdî hûn dev ji min berdin."
B.M.Amin 44:21
22
Vêca gazî perwerdekarê xwe kir ku: "Bêguman evên han komelekî sûcdarên gunehkar in."
B.M.Amin 44:22
23
Vêca (Xuda gotê ku:) "Tu bi þev bi bendeyên min re bi rê keve; bêguman hûnê bêne peyketin."
B.M.Amin 44:23
24
"Û tu deryayê hêdî bihêle û here. Lewra bêguman ew leþkerekî fetisandî ne."
B.M.Amin 44:24
25
Wan çiqas bax û baxçe û kanî (li pey xwe) hiþt.
B.M.Amin 44:25
26
Û gellek zevî û ciyên rind.
B.M.Amin 44:26
27
Û xweþiyên ku ew tê de kêfxweþ bûn.
B.M.Amin 44:27
28
Me komelekî din wuha kir mîratxwirên wan.
B.M.Amin 44:28
29
Vêca ne asîman li ser wan giriya û ne jî zemîn, û li benda wan jî nehate mayîn.
B.M.Amin 44:29
30
Sond be, me zariyê Îsraîl ji ezabê riswaker rizgar kir.
B.M.Amin 44:30