Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Zuhruf 1 / 89
1
Ha, Mîm.
B.M.Amin 43:1
2
Bi kitêba aþîkar.
B.M.Amin 43:2
3
Bêguman me wê kiriye Qur´anek erebî hêvî heye ku hûn hiþ tê bibin-xwe ragirin.
B.M.Amin 43:3
4
Û bêguman ew li cem me di dayîka kitêban de pirr bilind e hîkmetdar e.
B.M.Amin 43:4
5
Vêca ma qey li ber ku hûn komelekî ji hedderketî ne (pûtperest in) emê bi tevayî dev ji we berdin (we li ser kufra we bihêlin ezab) bi bîra we nexin?
B.M.Amin 43:5
6
Me di nav peþîyan de çiqas pirr pêxember þandiye!
B.M.Amin 43:6
7
Her pêxemberê ji wan re dihat wan hey pê tinaza dikir.
B.M.Amin 43:7
8
Vêca me ên ji wan bihêztir têkbir û mînaka pêþiyan derbas bû.
B.M.Amin 43:8
9
Sond be eger tu ji wan bipirsî ku: "Kî asîmana û zemîn aferandiye?" wê bêjin ku: "(Xudayê) serkeftiyê zana wan aferandiye."
B.M.Amin 43:9
10
Ewê ku zemîn ji we re kiriye dergûþ û ji we re tê de rêya çêkiriye hêvî ku hûn rêya xwe bibînin.
B.M.Amin 43:10
11
Ewê ku ji asîman avê bi pîvan daxistiye, vêca me pê welatekî mirî vejand; hûnê jî wuha bêne derxistinê.
B.M.Amin 43:11
12
Ewê ku cota teva aferandiye û ji we re ji keþtiyan û dewaran tiþtê hûn lê siwar dibin çêkiriye.
B.M.Amin 43:12
13
Ji bo ku li piþta wan rast (siwar) bibin, paþê gava hûn li ser wan rast (siwar) bûn, hûn qenciyê perwerdekarê xwe di bîr bînin û bêjin: "Pak bêrî ye ê ku eva ji me re sitûxor kiriye û me bi xwe qet pê nikarbû."
B.M.Amin 43:13
14
"Û bêguman emê her bal perwerdekarê xwe ve vegerin."
B.M.Amin 43:14
15
Wan jê re ji bendeyên wî parek (ji zarûyan) çêkir. Bêguman mirov nankorekî aþîkar e.
B.M.Amin 43:15
16
Ma wî ji tiþtê diaferîne keçan ji xwe re girtiye û kuran jî ji we re hilbijartiye?
B.M.Amin 43:16
17
Gava yek ji wan bi tiþtê ji (Xudayê) Mihrîban re mînak dide (bi keçan) tê mizgin dayîn, rûyê wî reþûtankî dibe û ew hêrsa wî di gewriya wî de dimîne.
B.M.Amin 43:17
18
Ma ew (keç)ên ku di nav xiþr û xemle de têne mezin kirin û ew di xirecira de jî (delîla xwe bi hêsanî nikare) diyar bike (ji Xuda re dikin hevpar?)
B.M.Amin 43:18
19
Û wan, feriîteyên ku bendeyê (Xudayê) Mihrîban in kiriye pîrek. Ma ew danasê aferandina wan bûn? Ewê danasiya wan bê nivisandin û wê bêne pirsyarî kirin.
B.M.Amin 43:19
20
Û gotin ku: "Eger (Xudayê) Mihrîban nexwestana me wan nediheband." Tu zanîna wan bi vî nîne. Ew hey derewa dikin.
B.M.Amin 43:20
21
Ma qey me berê wî ketêbek daye wan, vêca ew xwe pê digrin?
B.M.Amin 43:21
22
Ne, (me tu kitêb nedaye wan) gotin ku: "Bêguman me bav û kalên xwe li ser dînekî dît û bi rastî em jî li ser þopa wan rêya xwe dibînin."
B.M.Amin 43:22
23
Her wuha me berî te her hiþyarkerê di welatekî de þand her serdestên wan gotin ku: "Bêguman me bav û kalên xwe li ser dînekî dîtiye û bi rastî em peyrewê þopa wan in."
B.M.Amin 43:23
24
(Her pêxemberî) got ku: "Ma eger min (rêyekî) rasttir ji tiþtê we bav û kalên xwe li serê dîtiye anîbe (hûnê dîsa li pey wan herin?)" Wan got ku: "Bêguman em bi tiþtê tu pê hatî þandin kafir in."
B.M.Amin 43:24
25
Vêca me heyf ji wan sitend, êdî tu binêre ka paþiya ên di derewandin çewa bû?
B.M.Amin 43:25
26
(Di bîr bîne) dema Îbrahîm ji bavê xwe û gelê xwe re got ku: "Bêguman ez ji tiþtê hûn dihebînin bêrî me."
B.M.Amin 43:26
27
"Ji pêþtirê ê ku min aferandiye; êdî bêguman ewê min rêberî bike."
B.M.Amin 43:27
28
Wî, wê (gotinê) di pey xwe re kir peyvekî hermayî, hêvî heye ku ew vegerin.
B.M.Amin 43:28
29
Bi rastî min jî vanê han û bav û kalên wan bi xweþî jiyand heya ku (Qur´an) a rast û pêxemberê diyarker ji wan re hat.
B.M.Amin 43:29
30
Çi gava rastî ji wan re hat gotin ku: "Evê han efsûn e û bêguman em pê kafir in."
B.M.Amin 43:30