3
Bal te ve û bal ên berî te ve wuha wehî dike. Serkeftiyê hîkmetdar her Xuda ye.
4
Tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de ê wî ne. Bilindê herî mezin her ew e.
5
Hin dimîne asîman (ji meznaya Xuda) ji ser wan ve biqeliþin û feriþte jî bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe limêj dikin-wî (ji kêmasiya) pak berî didêrin û ji ên di rûyê zemîn de ne re bexþînê dixwazin. Hay jê bin! bêguman bexþendekarê dilovan her Xuda ye.
6
Ewên ku bêyî Xuda ji xwe re yar û yawer girtine, Xuda li ser wan parêzvan e (kirinê wan dihêle ji bo ku wan pê celat bike). Tu li ser wan ne dîdevan î.
7
Her wuha me Qur´anek erebî bal te ve wehî kir ji bo ku tu dayîka bajaran (Mekkê) û ên dora wê hiþyar bikî-bitirsînî û tu (wan) bi roja civînê (qiyametê) ku tu dudilî tê de nîne hiþyar bikî-bitirsînî. Birrek di bihiþtê de ne û birrek jî di dojehê de ne.
8
Eger Xuda bixwesta, wê wan bikirna yek komek, lê belê ê bixwaze dike dilovaniya xwe; ên sitemkar jî, ne ji wan re yar û yawer hene û ne jî alîkar.
9
Ma qey wan bêyî wî hin yar û yaweran girtiye? Vêca her Xuda yar û yawer e; ew miriyan vedijîne û ew bi her tiþtî dikare.
10
Her tiþtê hûn tê de bi hev ketin, êdî hukmê wî bal Xuda ve ye. Ev Xudayê han perwerdekarê min e; min her xwe sipartiye wî û ez her balê ve vedigerim.
11
Aferandekarê asîmana û zemîn e; ji we bi xwe cotan (nêr û mê) û ji dewaran jî cotan (nêr û mê) çêkiriye we tê de diaferîne (dide jiyandin û pirr dike). Tu tiþt wekî manendê wî nîne. Sehkirê baþ dibîne her ew e.
12
Miftê gencîneyê asîman û zemîn her ê wî ne; ji kesêbixwaze re rozî fireh dike û teng dike. Bêguman ew zanayê bi her tiþtî ye.
13
Ji we re ji dîn tiþtê Nûh pê þîret kiriye û tiþtê me bal te ve wehî kiriye û tiþtê Îbrahîm û Mûsa û Îsa pê þîret kirine, daxuyandiye ku: "Hûn dîn rast bikin-li piya bihêlin û tê de bi hev nekevin-dubendiye çênekin. Tiþtê tu, pûtperestan bal ve gazî dikî pirr mezin e-li zora wan diçe. Xuda, kî bixwaze balê ve hildibjêre û kesê vegere, balê ve rêberî dike.
14
Ew ji piþtî ku zanîn ji wan re hat ji ber dexesiya di nav wan de bi hev ketin-ji hev perçe perçe bûn. Eger ne ji ber peyvekî ku ji perwerdekarê te heya demek navdayî derbas bû, bûna, wê di navbera wan de bihata hukim kirin. Bêguman ên ku piþtî wan bûn mîratxwirê kitêbê, ew jê di bedgumaniyek dudilî de ne.
15
Vêca tu (wan) gazî bal evê han bike û tu çewa têyî ferman kirinê xwe rast bike û tu nede pey hewesên wan; û tu bêje ku: "Min bi tiþtê Xuda ji kitêbê daxistiye bawerî aniye û ez hatime ferman kirinê ku ez di navbera we de bi dadmendî (bi edalet) tevbigerim. Xuda perwerdekarê me û perwerdekarê we ye. Kirinên me ji me re ne û kirinên we jî ji we re ne. Tu xirecir û neyartî di navbera me û we de nîne. Xuda, wê nava me bicivîne. Veger her bal wî ve ye."
16
Êwên ku derbareê Xuda de ji piþtî ku jê re bersiv hatiye dayîn lecbazî-neyartî dikin, ew neyartiya wan li cem perwerdekarê wan pûç û bereday e, û xeþmek li ser wan e û ji wan re ezabek zor dijwar heye.
17
Xuda ye ê ku kitêb û mêzînê bi rastiyê daxistiye. Çi gihaye te? dibe ku danê qiyametê nezîk be.
18
Ewên ku pê bawerî naynin pê dilezînin. Ewên ku bawerî anîne ew jê dilbitirs in û dizanin ku bêguman ew rast e. Hay jê bin! bêguman ewên ku derbareê danê qiyametê de dudilî dikin ew di þaþîtîkî dûr de ne.
19
Xuda bi bendeyên xwe qencîkar e, kî bixwaze rozî dideyê. Hêzdarê herî serkeftî her ew e.
20
Kî kar û xebata ji axretê re bixwaze emê jê re di kar û xebata wî de pirr bikin. Kî jî kar û xebata dinê bivê emê jê bidinê û di axretê de jê re tu par nîne.
21
Qey ji wan re hin þirîk hene ku ji wan re dînakî ku Xuda pê destûr nedaye derxistin? Eger ne ji ber peyva jihevveqetandinê bûna, wê di nabera wan de bihatana hukim kirin. Bêguman sitemkar ji wan re ezabekî bi jan heye.
22
Tu sitemkaran dibînî ku ew ji tiþtê bi dest xistine dilbitirs in, ewê jî bi wan de bê. Ewên ku bawerî anîne û karên qenc kirine, di baxçê bihiþtan de ne; ji wan re li cem perwerdekarê wan tiþtê dixwazin heye. Qenciya herî mezin her eva haye.
23
Evê han e ê ku Xuda bendeyên xwe yên ku bawerî anîne û karên qenc kirine pê mizgîn dike. Tu bêje ku: "Ez, ji ber merivê we me ji hizkirina xwe pêve tu destmuzî li ser (doza xwe) ji we naxwazim. Kî qencîkî bi dest bixe emê jê re tê de qencî pirr bikin. Bêguman Xuda bexþendekar e sipaskar e.
24
Yan qey ew dibêjin ku: "Wî derewa nebûyî avêtiye ser Xuda? Vêca eger Xuda bixwaze wê ser Xuda (pûtperestiya) pûç û beredayî radike û rastiyê bi peyvên xwe bi cîh dike. Bêguman ew zanayê bi veþariyê di singan de ye.
25
Ew e ê ku poþmaniyê ji bendeyên xwe dipejirîne û li nebaþiyan dibore; tiþtê hûn dikin dizane.
26
Û bersiva ên bawerî anîne û karên qenc kirine dide û qenciya xwe ji wan re pirr dike. Kafir jî ji wan re ezabekî zor dijwar heye.
27
Eger Xuda, roziyê ji bendeyên xwe re berfireh raxistina wê wan di rûyê zemîn de tadê bikirna, lê belê ew biqasî dixwaze hin bi hin dadixe. Lewra bêguman ew bi bendeyên xwe kûr zana ye baþ dibîne.
28
Ew ê ku piþtî ew bêhêvî bûn, baranê dadixe û dilovaniya xwe belav dike. Dostê hêjayî pesn her ew e.
29
Aferandina asîmana û zemîn û rawirê di nava wan de belav kiriye ji ayetên (nîþanên) wî ne. Ew gava bixwaze dikare wan li hev bicivîne.
30
Her belayê bi serê we de tê ew bi sedem keda destên we ye, û ew li pirrî (nebaþiyan) jî dibore.
Sonraki 23 ayet →