Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Fussilet 1 / 54
1
Ha, Mîm.
B.M.Amin 41:1
2
Daxistinek hin bi hin ji (Xudayê) mihrîban î dilovan e.
B.M.Amin 41:2
3
Kitêbek e ku ayetên wê ji hev hatine veqetandinê, ji komelekî zana re Qur´anekî erebî ye.
B.M.Amin 41:3
4
Mizgînvan û hiþyarker e; vêca pirrî wan rû zivirand, êdî ew nabihîzin.
B.M.Amin 41:4
5
Û gotin ku: "Dilên me ji tiþtê tu me bal ve gazî dikî di perda de ye û di gohên me de giranî heye û di navbera me û te de perde heye, êdî tu bixebite, bêguman em jî xebatkar in."
B.M.Amin 41:5
6
Tu bêje ku: "Bêguman ez jî her mirovekî wekî we me ku bal min ve tê wehî kirin ku bêguman Xudayê we her Xudakî yekta ye, êdî hûn xwe bal ve rast bikin û jê bexþînê bixwazin. Xulî li serê pûtperestan be!"
B.M.Amin 41:6
7
"Ewên ku xwe bi yektaperestiyê ji pûtperestiyê pak nakin û ew bi axretê jî kafir in."
B.M.Amin 41:7
8
Bêguman ewên ku bawerî anîne û karên qenc kirine ji wan re xelatek bêkêmasî û bêdawî heye.
B.M.Amin 41:8
9
Tu bêje ku: "Ma hûn bera bi ewê ku zemîn di du rojan de aferandiye kafir dibin û jê re hemtayan çêdikin? Evê han perwerdekarê hemû alema ye.
B.M.Amin 41:9
10
Û li ser rûyê zemîn tê de çiyayên paydar çêkiriye û tê de firehî çêkiriye û tê de di çar rojan de zadê wan li wan parve kiriye; ji hemû hewcedaran re wekî hev bi pîvan daye.
B.M.Amin 41:10
11
Paþê bal asîman ve ku ew hê dû bû qesd kir vêca jê re û ji zemîn re got ku: "Hûn herdû bi dil yan bêdil werin." Herdûyan jî got ku: "Em bi dilê xwe tên."
B.M.Amin 41:11
12
Vêca wî wan di du rojan de kir heft asîman û di her asîmanî de karê wî wehî kir. Me asîmanê dinê (jêrîn) jî bi (sitêrkên wekî) çirayan xemiland û me wan parast. Lihevanîn û pîvana (Xudayê) serkeftiyê zana eva haye.
B.M.Amin 41:12
13
Êdî eger wan rûliba xist, vêca tu bêje ku: "Min we bi qêrîna (ezabek) wek qêrîna (ezabê) Ad û Semûd hiþyar kir-tirsand."
B.M.Amin 41:13
14
(Di bîr bîne) dema pêxember, beriya wan û piþtî wan ji wan re hatin ku: Hûn ji Xuda pêve nehebînin, wan got ku: "Eger perwerdekarê me bixwestana wê feriþteyan daxistana. Vêca bêguman em bi tiþtê hûn pê hatine þandin kafir in."
B.M.Amin 41:14
15
Vêca heçî Ad, wan bi neheqî di rûyê zemîn de quretî kir û gotin ku: "Ji me bihêztir kî heye?" Ma qey wan nedît ku bêguman Xudayê ku wan aferandiye ew ji wan bihêztir e? Wan ayetên me hey înkar dikir.
B.M.Amin 41:15
16
Vêca me, di rojên bi peþk de bayekî pirr sar bi ser wan de þand; ji bo ku em di jîna dinê de ezabê rûreþiyê bi wan bidin tam kirin, lê ezabê axretê hê bi rûreþîtir e, û ew nayên yarî kirin jî.
B.M.Amin 41:16
17
Û heçî Semûd jî êdî me wan da ser rêya rast lê wan korîtiyê di ser rêya rast re girt-hiz kir, êdî bi sedem tiþtê bi dest xistibûn ezabê riswatiyê wan girt.
B.M.Amin 41:17
18
Me ewên bawerî anî bûn û ew xweparêz bûn jî rizgar kir.
B.M.Amin 41:18
19
Roja dijminên Xuda bal agir ve têne civandin êdî ew (pêþî û paþiyên wan) bi hev têne gihandin.
B.M.Amin 41:19
20
Heya gava ew tên gohên wan û çavên wan û çermên wan bi tiþtê kirine li ser wan danasî didin.
B.M.Amin 41:20
21
Û ji çermên xwe re gotin ku: "We çima li ser me danasî da?" Wan got ku: "Xudayê ku her tiþtî daye axaftin me jî da axaftin tevî ku cara pêþî wî we aferand û hûnê her bal ve bêne vegerandin."
B.M.Amin 41:21
22
We nikarbû hûn xwe veþêrin ku ne gohên we û ne çavên we û ne jî çermên we li ser we danasî bidin, lê belê we guman dikir ku bi rastî Xuda pirrî tiþtê hûn dikin nizane.
B.M.Amin 41:22
23
Eva gumana we ya han ku we bi perwerdekarê xwe guman dikir, we têk bir; êdî hûn bûn ji ziyankaran.
B.M.Amin 41:23
24
Vêca eger ew hewya xwe bînin, êdî agir þûna wan e, û eger bixwazin ku bal dilxwaziyê xwe ve bên vegerandin da ku qayil bibin, êdî ew nayên vegerandin ku qayil bibin.
B.M.Amin 41:24
25
Me ji wan re hin hevalan bikar kir, vêca wan ji wan re tiþtê pêþiya wan û tiþtê paþiya wan xemiland û gotina (ezabê) ku di nav komelên ji cinn û mirovan ku berî wan derbas bûbûn li ser wan pêwist bû. Bêguman ew ziyankar bûn.
B.M.Amin 41:25
26
Û ewên kafir bûne, gotin ku: "Hûn li vê Qur´ana han gohdarî nekin û hûn gotinê pûç û beredayî derbareê wê de bêjin hêvî heye ku hûn bi ser kevin."
B.M.Amin 41:26
27
Vêca bi sond, emê ezabek zor dijwar bi ewên kafir bûne bidin tam kirin û emê wan bi pîstirê tiþtê dikirin bidin celat kirinê.
B.M.Amin 41:27
28
Evê han celata neyarê Xuda agir e; ji wan re tê de warê hertimî mayînê heye, celatekî ye ji ber ku wan ayetên me înkar dikir.
B.M.Amin 41:28
29
Ewên kafir bûne gotin ku: "Perwerdekarê me! tu ji cinn û mirovan wan herdûyê ku me ji rê þaþ kirin nîþanî me bide, emê wan têxin binê piyên xwe ji bo ku ew bibin ji wanê herî nizimketî."
B.M.Amin 41:29
30
Bêguman wanê ku gotin: "Perwerdekarê me Xuda ye." Paþê xwe sere rast kirin, ew feriþte bi ser wan ve dadikevin ku: "Hûn netirsin û xemgîn jî nebin û hûn bi bihiþta ku hûn hatibûn wade dayîn mizgîn-dilþa bibin."
B.M.Amin 41:30