2
Daxistina kitêbê ji Xudayê serkeftiyê zana ye.
3
Ew bexþendekarê gunehan û litekarê poþmaniyan, ezab dijwarê xwedan qencî ye; ji wî pêve tu Xuda nînin; veger her bal wî ve ye.
4
Ji ewên kafir bûne pêve kes di ayetê Xuda de xirecirê nake vêca bira çûn û hatina wan di welatan de te nexapîne.
5
Berî wan komela Nûh û partiyên piþtî wan jî derewandin. Her civatî dixwest ku pêxemberê xwe bigre (bikuje), lê min wan girt; vêca ka ezabê min çewa bû?
6
Her wuha peyva perwerdekarê te li ser ewên kafir bûne pêwist bû ku bêguman ew hevalê agir in.
7
(Feriþte) yên ku text hildigrin û ên hawîdorê wî bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe limêj dikin-wî pak didêrin û pê bawerî tînin û ji ên bawerî anîne re bexþînê dixwazin (û dibêjin:) "Perwerdekarê me! te bi dilovanî û zanîn her tiþtî dagirtiye, vêca tu ji ewên poþman bûne-vegeriyane û dane pey rêya te re bibexþîne û tu wan ji ezabê dojehê biparêze."
8
"Perwerdekarê me! tu wan û ji bav û kalên wan û pîrekên wan û azbata wan yên qenc bûne têxe bihiþtê xweþiyê de. Bêguman tu, serkeftiyê hîkmetdar her tu yî."
9
"Û tu wan ji nebaþiyan biparêze. Tu, wê rojê, kî ji nebaþiyan biparêzî, êdî bêguman te lê dilovanî kiriye. Rizgariya herî mezin jî her eva haye."
10
Bêguman ewên kafir bûne tên gazî kirin ku: "Hêrsa Xuda ji hêrsa we bi xwe mezintir e. Lewra hûn bal bawerîyê ve dihatin gazî kirin, vêca hûn kafir dibûn."
11
Wan got ku: "Perwerdekarê me! te du cara me mirand û te du cara jî me jiyand, êdî me gunehên xwe li xwe daniye; vêca gelo bal derketinê ve rêyek heye?"
12
Ev (ezab)ê han ji ber vî ye ku bêguman gava Xuda bitenê dihate gazî kirin-hebandin hûn kafir dibûn, û eger jê re þirîk bihatana çêkirin we bawerî dianî. Êdî hukim her ê Xudayê herî bilindê herî mezin e.
13
Ew e ê ku ayetên (nîþanên) xwe nîþanî we dide û ji we re ji asîman rozî dadixe. Ji ê vedigere pêve kes nafikire-þîret nagire.
14
Her çend kafir nexwazin jî êdî hûn her gazî Xuda bikin-wî bihebînin, dîn jê re pak bidêrînin.
15
Ew bilindkirê payeyan e (û) xweyê text e; ji bendeyên xwe kî bivê giyanê (can, wehî, Qur´an, dilovaniyê) ji fermana xwe davê serê ji bo ku (wî) bi roja pergîhatinê hiþyar bike-bitirsîne.
16
Roja ku ew tev li rastê xuya ne; tu tiþt ji wan li ser Xuda veþarî namîne. Mulk îro ê kî ye? Ê Xudayê yektayê herî serkeftî ye.
17
Îro her kes bi tiþtê bi dest xistiye tê celat kirinê. Îro tu neheqî-sitemkarî nîne. Bêguman Xuda, hesaba zû dibîne.
18
Û tu wan bi roja nêzhatî hiþyar bike-bitirsîne dema dil li nik qirika bi tirs û xem dagirtîne; ji sitemkaran re ne dostekî germ heye û ne jî mehdervanekî ku li pey tê çûyîn heye.
19
Ew, bi çavên zexel û bi tiþtê sing vediþêrin dizane.
20
Xuda bi rastiye hukim dike, û ewên ji pêþtirê wî gazî dikin bi tu tiþtî hukim nakin. Bêguman sehkirê baþ dibîne her Xuda ye.
21
Ma qey ew li rûyê zemîn negeriyane ku binêrin ka paþiya ewên beriya wan çewa bû? Ew ji wan bihêztir û di rûyê zemîn de bi rêç þop bêtir bûn; lê Xuda wan bi sedem gunehên wan girt û ji wan re tu parêzvan jî nebû ku wan ji Xuda biparêze.
22
Evê han ji ber ku bêguman ew, pêxemberên wan hey ji wan re nîþanên xuya dianîn lê ew kafir dibûn, êdî Xuda jî wan girt. Lewra bêguman ew hêzdar e ezabdijwar e.
23
Sond be me Mûsa bi ayetên xwe û bi delîlek xuya þand,
24
Bal Fîr´ewn û Haman û Qarûn; lê wan got ku: "Efsûngerek pirr derewkar e."
25
Vêca çi gava ew ji cem me bi rastiyê hate wan, gotin ku: "Hûn zarûyê ên pê re bawerî anîne bikujin û pîrekên wan zindî bihêlin." Lê xax û dafê kafiran hey di þaþîtî û tewþîtiyê de ye.
26
Fîr´ewn got ku: "Hûn min berdim ez Mûsa bikujim û bira ew gazî perwerdekarê xwe bike. Bêguman ez ditirsim ku ew dînê we biguherîne yan ew di rûyê zemîn de xerabkarî derxe."
27
Mûsa got ku: "Ez xwe ji (xerabiya) her qureyê ku bi roja hîsabê (qiyametê) bawerî nayne davêjim perwerdekarê xwe û perwerdekarê we."
28
Zilamek bawermend ji malbata Fîr´ewn ku baweriya xwe vediþart got ku: "Ma hûnê zilamekî ku dibêje perwerdekarê min Xuda ye û tevî ku delîlên xuya ji pererdekarê we ji we re aniye bikujin? Eger ew derewkar be ji xwe derewa wî jê re ye û eger rastgo be, wê hinek tiþtê ji we re wade dide bê serê we. Bêguman Xuda kesê jihedderketiyê pirr derewkar nade ser reya rast."
29
"Gelê min! îro mulk ê we ye, hûn di rûyê zemîn de serdest in, lê eger ezabê Xuda ji me re were êdî wê kî yariya me bike?" Fîr´ewn got ku: "Ez her tiþtê rast dibînim nîþa we didim û ez hey berê we didim rêya rast."
30
Ewê bawêrî anîbû got ku: "Gelê min! bêguman ez li ser we ji (rojekî) wekî roja partiyan ditirsim."
Sonraki 30 ayet →