Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Zümer 1 / 75
1
Daxistina kitêbê hin bi hin ji Xudayê serkeftiyê hîkmetdar e.
B.M.Amin 39:1
2
Bêguman me kitêbê bi rastiyê bal te ve daxistiye vêca tu Xuda bihebîne, dîn jê re pak bidêrîne.
B.M.Amin 39:2
3
Hay jê bin! dînê pak her ê Xuda ye. Ewên ku ji Xuda pêve hin yar û yaweran girtine (û dibêjin ku:) "Em wan dihebînin ji bo ku ew me hey bal Xuda ve nêztir bikin"; bêguman wê Xuda di navbera wan de di tiþtê ku tê de bi hev ketine de hukim bike. Bêguman Xuda ewê ku derewkarê pirr kafir e nade ser rêya rast.
B.M.Amin 39:3
4
Eger Xuda bixwesta ku zarû bigire wê ji tiþtêdiaferîne a hiz dike hilbijartana. Ew pak bêrî ye. Ew Xuda yektayê herî serkeftî ye.
B.M.Amin 39:4
5
Wî asîmana û zemîn bi rastiyê aferandiye; þevê li ser royê dipêçe û royê li ser þevê dipêçe; ûroj û hîvê sitûxor kiriye. Tev jî ji demek navdayî re diherikin. Hay jê bin! serkeftiyê pirr bexþendekar her ew e.
B.M.Amin 39:5
6
We ji yek canekî aferandiye, paþê jê hevala wî jî çêkir û ji we re ji dewara heþt cota daxistiye (aferandiye). We di zikê dayîkên we de di sê tarîtiyan de bi aferandinek piþtî aferandinek diaferîne. Ev Xudayê han perwerdekarê we ye. Mulk her ê wî ye. Ji wî pêve tu Xuda nînin. Nexwe hûn çewa têne zivirandin?
B.M.Amin 39:6
7
Eger hûn kafir bibin, êdî bêguman Xuda ji we bêhewce ye, û ew ji bendeyên xwe bi kufrê qayil nabe. Eger hûn sipas bikin ew pê ji we qayil dibe. Tu bardarê guneha barê gunehê yekî din hilnagire. Paþê vegera we her bal perwerdekarê we ve ye; vêca wê we bi tiþte we kiriye haydar bike. Bêguman ew baþ zanayê bi tiþtê di singan de ye.
B.M.Amin 39:7
8
Gava nebaþîkî têkilî mirov dibe ew gazî perwerdekarê xwe dike, bal ve vedigere, paþê gava qencîkî ji xwe pê dike, ew tiþtê berê bal ve gazî dikir ji bîr dike, û ji Xuda re hemtayan çêdike ji bo ku (mirova) ji rêya wî þaþ bike. Tu bêje ku: "Tu bi kufra xwe hindikî kêfxweþ be. Bêguman tu ji hevalê agirî."
B.M.Amin 39:8
9
Ma (evê han baþ e) yan ê ku nîvê þevê radibe serê xwe datîne û li piya limêj dike, ji (ezabê) axretê ditirse û dilovaniya perwerdekarê xwe hêvî dike? Tu bêje ku: "Ma ên dizanin û ên nizanin wekî hev in." Bêguman tenê xwedan hiþ difikirin-þîret digrin.
B.M.Amin 39:9
10
Tu bêje ku: "Gelî bendeyên min ên bawerî anîne! hûn xwe ji perwerdekarê xwe biparêzin-bitirsin. Ji ewên di vê dunya han de qencî dikin qencî heye; û axa Xuda fireh e. Bêguman tenê ên bîhnfireh bêjimartin destmuza wan bi tevayî tê dayîn."
B.M.Amin 39:10
11
Tu bêje ku: "Bêguman ez hatime ferman kirin ku Xuda bihebînim, dîn hey jê re pak bidêrim."
B.M.Amin 39:11
12
"Û ez hatime ferman kirin ku ez bibim pêþînê musilmanan."
B.M.Amin 39:12
13
Tu bêje ku: "Bêguman ez, eger bêemriya perwerdekarê xwe bikim, ji ezabê roja mezin ditirsim."
B.M.Amin 39:13
14
Tu bêje ku: "Ez hey Xuda dihebînim, dînê xwe jê re pak didêrim."
B.M.Amin 39:14
15
"Vêca hûn ji wî pêve kî dixwazin bihebînin." Tu bêje ku: "Bêguman ziyankar ew in ku xwe û ehlê xwe roja qiyametê ziyan kirine. Hay jê bin! ziyana herî xuya eva haye.
B.M.Amin 39:15
16
Ji wan re di ser wan re tebeqên ji agir û di bin wan re tebeqên (ji agir) hene. Evê han Xuda bendeyên xwe pê ditirsîne. Bendeyên min! êdî hûn xwe ji min biparêzin-bitirsin.
B.M.Amin 39:16
17
Ewên ku xwe ji pelîd dûr girtine ku wî bihebînin û bal Xuda ve vegeriyane, mizgîn ji wan re ye.
B.M.Amin 39:17
18
Vêca ku gotinê dibihîzin êdî didin pey a herî rindê wê. Evê han in ên ku Xuda wan daye ser rêya rast û ên xwedan hiþ jî her evên han in.
B.M.Amin 39:18
19
Vêca ma ê peyva ezabê li serê pêwist bûye, ma ê di agir de tê xelas bikî?
B.M.Amin 39:19
20
Lê belê, ên xwe ji perwerdekarê xwe parastine ji wan re koþkê bilind ku di ser wan re qonaxên avakirî hene ku di binê wan re jî çem diherikin. Wada Xuda ye ( ku bi wan re wad daye). Xuda ji wada xwe danagere.
B.M.Amin 39:20
21
Ma tu nabînî ku bêguman Xuda avê ji asîman daxistiye, vêca wê di zemîn de kiriye kanî, paþê pê çandiniyê cihê reng derdixe, paþê ew hiþk dibe. Vêca tu wî zerbûyî dibînî paþê wî hûr hûr dike. Bêguman di vî de ji xwedan hiþan re þîret û bîrxistinî heye.
B.M.Amin 39:21
22
Vêca ma ê ku Xuda singa wî ji Îslamê re vekiribe û ew li ser ronahiyek ji perwerdekarê xwe be (wekî ê bêronahî ye?) Vêca xulî li ên ku dilên wan ji bîranîna Xuda hiþk in! ewên han di þaþîkî diyar de ne.
B.M.Amin 39:22
23
Xuda rindtirê peyva ku kitêbek (ayetên wê) dirûvêhev pêdixin, têne dubare kirin, daxistiye ku çermê ên ji perwerdekarê xwe ditirsin jê diguruze, paþê çermê wan û dilên wan bal bîranîna Xuda ve nerm dibe. Evê han rêberiya Xuda ye ku ê bixwaze rêberî rêya rast dike. Kesê Xuda wî ji rê þaþ bike, êdî tu rêber jê re nînin.
B.M.Amin 39:23
24
Vêca ma ê ku roja qiyametê xwe bi rûyê xwe ji dijwariya ezab diparêze (wekî ê ku dikeve bihiþtê ye?) Ji sitemkaran re tê gotin ku: "Hûn tiþtê we bi dest xistiye tam bikin."
B.M.Amin 39:24
25
Ên berî wan jî derewandin, vêca ezab ji alîkî ku haya wan jê nebû hate wan.
B.M.Amin 39:25
26
Vêca Xuda rûreþiya di jiyana dinê de bi wan da tam kirin û ezabê axretê jî her mezintir e, eger bizanbûna (lê ew nizanin).
B.M.Amin 39:26
27
Sond be me di vê Qur´ana han de ji mirovan re her mînakî daye; hêvî heye ku ew bifikirin-þîret bigrin.
B.M.Amin 39:27
28
Qur´anek (bi zimanê) erebî ye, bê tu çewtî ye; hêvî heye ku ew xwe biparêzin-bitirsin.
B.M.Amin 39:28
29
Xuda, zilamek mînak da ku çend kes tê de þirîk in li serê xirecir dikin û zilamek jî ê yekî bitenê ye. Ma ev herdu ji alî mînak ve wekî hev in? Pesn û sipas ji Xuda re. Ne, pirrî wan nizanin.
B.M.Amin 39:29
30
Bêguman tê bimrî û bêguman ewê jî bimrin.
B.M.Amin 39:30