1
Sad. Bi Qur´ana xwedan zikir (pend û þîret) kim (ku gotina kafiran nerast e).
2
Ne, ên kafir bûne di quretî û neyartiyê de ne.
3
Me berî wan çiqas nifþa têkbiriye, vêca wan hewar û gazî kir, lê dema revê qet nemaye.
4
Ew sosret man ku hiþyarkerek ji wan hate bal wan û kafiran got ku: "Evê han efsûngerek pirr derewkar e."
5
"Ma ew Xudayan dike yek Xudakî? Bêguman evê han tiþtekî pirr sosret e."
6
Û koma sereka ji wan rabûn derketin (û gotin:) "Herin û li ser Xudayên xwe hewî bînin. Bêguman evê han tiþtek e ku tê xwestin."
7
"Me evê han di naf komela paþîn de jî nebihîstiye. Evê han hey derewek bi hev xistîn ye."
8
"Ma ji navbera me zikir (Qur´an) bi ser wî de hatiye daxistin?" Ne, ew ji zikrê min (Qur´anê) di dudiliyê de ne. Ne, wan hê ezabê min tam nekiriye.
9
Ma qey xiznê dilovaniya perwerdekarê te yê serkeftiyê pirr bexþende li cem wan in?
10
Yan qey mulkê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ê wan e? (Eger ê wan e) nexwe bira di rêyê (asîman) de hilkþin!
11
(Ew) li wê der (li Bedrê) ji partiyan leþkerekî þikestxwarî ne.
12
Berî wan komela Nûh û Ad û Fîr´ewn ê xwedî sing jî derewandin.
13
Û Semûd û komela Lût û ehlê Eyketê (satara-daristanê gurr) jî (derewandin). Partî evên han in.
14
Teva jî hey pêxemberan derewand, vêca ezabê min pêwist bû.
15
Evên han hey li benda yek qêrînekî ne qu jê re tu xweþî (û veger û bixwevehatin) nîne.
16
Wan (bi tinaz) got ku: "Perwerdekarê me! tu berî roja hîsabê zûtir defterê me (yê qu xweþî û xelatê para me tê de ne) bide me!"
17
Tu li ser tiþtê ew dibêjin bîhnfirehî nîþan de û bendeyê me Dawid ê xwedan hêz di bîr bîne. Bêguman ew pirr bendewar e.
18
Bêguman me, pê re çiyayan sitûxor kir ku êwar û sibeha (Xuda ji kêmasiya) pak bêrî didêrin.
19
Û teyr jî (li balê) juvandî ne; giþt jê re bendewar in.
20
Û me mulkê wî bihês kir û me hîkmet û zanîna bi xweþî ji hev veqetandinê dayê.
21
Ma xebera wan dozdaran ji te re hat? (Tu goh bidê) dema wan hawîdorê mîhrabê (limêjgehê) girt.
22
Dema ew ketin bal Dawid, vêca ew ji wan bizdiya. Gotinê: "Netirse, em du dozdar in ku hina ji me li hina tadê kiriye, vêca tu bi rastiyê di navbera me de hukim bike û ji rastiyê dûr nebe-ne-heqî neke û tu rêya rast nîþa me bide."
23
"Bi rastî evê han birayê min e, not û neh bizinê wî ne û ê min jî yek bizinekî ye, vêca wî got ku: "Tu wê jî bispêre min û di gotinê de bi ser min ket."
24
(Dawid) got ku: "Bêguman wî bi xwestina bizina te ku tu tevlî bizînê wî bikî li te tadê kiriye. Birastî pirrî ên pezê xwe tevlîhev dikin hin ji wan li hina tadê dikin, tenê ên bawerî anîne û karên qenc kirine ne tê de. Ew jî çiqas hindik in!" Dawid zanî ku me bera wî sihêtî kiriye, vêca bexþînê ji perwerdekarê xwe xwest û li piya xwe xor kir û (ji kirinê xwe) poþman bû-vegeriya.
25
Me jî wî jê re bexþand û bêguman jê re li cem me nêzîkahî û vegera rind heye.
26
Dawid! bêguman me te di rûyê zemîn de kiriye caniþîn, vêca tu di nabeyna mirovan de bi rastiyê hukim bike û nede pey hewesa, vêca wê te jý rþya Xuda þaþ dibin ji wan re bi sedem ku roja hîsabê (qiyametê) ji bîr kirine ezabek dijwar heye.
27
Me asîman û zemîn û tiþtê di navbera wan de pûç û bereday ne aferandiye. Eva gumana ên kafir bûne ye. Vêca ji agir xulî li ên kafir bûne be!
28
Ma qey emê ên bawerî anîne û karên qenc kirine wekî xerabkarên di rûyê zemîn de bigrin? Yan emê xweparêzan wekî gunehkaran bigrin?
29
(Eva) kitêbek pîroz e ku me wê bal te ve daxistiye ji bo ku ew di ayetên wê de hûr bifikirin û xwedan hiþ þîret bigrindi bîr bînin.
30
Û me Silêman bi Dawid bexþand.:i bendekî rind e! Bêguman ew pirr bendewar e.
Sonraki 30 ayet →