Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Yasin 1 / 83
1
Yasîn (Zilamo!)
B.M.Amin 36:1
2
Bi Qur´ana hîkmetdar kim,
B.M.Amin 36:2
3
Bêguman tu, her ji pêxemberan î.
B.M.Amin 36:3
4
Li ser rêyan rastîn î.
B.M.Amin 36:4
5
(Eva) daxistina (Xudayê) serkeftiyê dilovan e.
B.M.Amin 36:5
6
Ji bo tu komelekî ku bav û kalên wan nehatine hiþyar kirin hiþyar bikî-bitirsînî; vêca wan hay jê nîne.
B.M.Amin 36:6
7
Sond be, gotin, li ser pirrî wan pêwist bûye; êdî ew hew baweri tînin.
B.M.Amin 36:7
8
Bêguman me xeleka avêtiye (dest û) sitûyên wan û vêca heya çena wan girtiye; êdî ew ser rakirî mane.
B.M.Amin 36:8
9
Û me ji pêþiya wan ve bendekî çêkiriye û ji paþiya wan ve jî bendekî; vêca me wan rapêçandiye; êdî ew nabînin.
B.M.Amin 36:9
10
Û ji wan re jî wekî hev e; çi tu wan hiþyar bikî-bitirsînî û çi tu wan hiþyar nekî-netirsînî,ew hew bawerî tînin.
B.M.Amin 36:10
11
Bêguman tu, tenê ê daye pey zikrê (Qur´anê) û bi penhanî ji (Xudayê) Mihrîban tirsiyaye hiþyar dikî-ditirsînî; vêca tu mizgîna bexþandin û destmuzekî rind bidê.
B.M.Amin 36:11
12
Bêguman her em miriyan vedijînin û em tiþtê bi pêþ xistene tevî rêç û þopê wan dinivsînin. Me, her tiþtî jî di kitêbek (pêþwayek) diyar de jimartiye-parastiye.
B.M.Amin 36:12
13
Tu ji wan re ehlê wî bajarî wek mînak bide ku gava qasid hatinê.
B.M.Amin 36:13
14
(Di bîr bîne) dema me du (qasida) þand bal wan, vêca wan, herdû (qasida) derewand; êdî me (wan) bi ê sisiyan piþtvanî kir; vêca gotin: "Bêguman em bal we ve hatine þandin."
B.M.Amin 36:14
15
(Ehlê bajêr) gotin: "Hûn jî hin mirovên wekî me ne, û (Xudayê) Mihrîban tu tiþtî danexistiye, hûn hey derewa dikin."
B.M.Amin 36:15
16
(Qasida) got: "Perwerdekarê me baþ dizane ku bêguman em bal we ve hatine þandin."
B.M.Amin 36:16
17
"Û ji ragihandinek aþîkar pêve jî li ser me nîne."
B.M.Amin 36:17
18
"(Ehlê bajêr) gotin: "Bêguman peþka we li me ketiye. Sond be,eger hûn bes nekin, emê we kevirbaran bikin-biricimînin û wê îþkencekî bi jan ji me bigihê we."
B.M.Amin 36:18
19
(Qasida) got: "Peþka we bi we re ye. Ma qey ji ber hûn hatine þîret kirin (peþk li we ketiye?). Ne, ji xwe hûn komelekî bergîberdan in."
B.M.Amin 36:19
20
Zilamekî ji devera herî dûrê bajêr bilez hate got: "Gelê min! hûn bidin pey qasidan."
B.M.Amin 36:20
21
"Hûn bidin pey kesê ku tu destmuzî ji we naxwaze û ew her li ser rêya rast in."
B.M.Amin 36:21
22
"Û ma çi bûye ji min ku ez (Xuday) ê min aferandiye û hûnê her bal ve bêne vegerandinê nehebînim?"
B.M.Amin 36:22
23
"Ma qey ezê ji wî pêve hin Xudayên din bigrim ku eger (Xudayê) Mihrîban ziyana min bixwaze, mehdervaniya wan bi tu tiþtî bi kêra min nayê û ew min xelas jî nakin?"
B.M.Amin 36:23
24
"Bêguman ez ew gav dikevim þaþîtîkî xuya."
B.M.Amin 36:24
25
"Bêguman min bi perwerdekarê we bawerî aniye; vêca hûn min seh bikin."
B.M.Amin 36:25
26
(Gava wî zilamî ew gotin got, gelê wî ewî pelixand, êdî jê re) hat gotin ku: "Tu têkeve bihiþtê." Wî got ku:"Hey xwezîka gelê min bizanbûna;"
B.M.Amin 36:26
27
"Bi tiþtê ku perwerdekarê min ji min re bexiþandiye û min kiriye ji mazûrvanên herî rind."
B.M.Amin 36:27
28
Me piþtî wî tu leþkerî ji asiman bi ser gelê wi de danexist; nedibû em daxînin jî.
B.M.Amin 36:28
29
Ew (têkçûna wan) tenê yek qêrînek bû; vêca ew pêre pêre vemirîn (bêhis û deng man).
B.M.Amin 36:29
30
Hey çi heyf e li bendeyan! Her pêxemberê ji wan re tê, ew hey pê tinaza dikin.
B.M.Amin 36:30