Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Sebe 1 / 54
1
Pesn û sipas ji Xudayê ku tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de ê wî ne, û pesn û sipas di axretê de jî ê wî ne. Hîkmetdarê kûrzana her ew e.
B.M.Amin 34:1
2
Ew e tiþtê di zemîn de diçe û tiþtê jê dertê û tiþtê ji asîman dadikeve û tiþtê tê berjor dibe tev dizane. Dilovanê bexþendekar her ew e.
B.M.Amin 34:2
3
Ewên kafir bûne gotin; "Danê qiyametê nayê me." Tu bêje ku: "Ne, ez sond dixwim bi perwerdekarê xwe yê zanayê bi penhan, ewê (ew dan) bê we. Bi qasî serê derziyê jî ne di asîmana û ne di zemîn de ne ji vî biçûktir û ne meztir jê veþarî namîne; tev her di kitêbekî aþîkar de ne."
B.M.Amin 34:3
4
Ji bo ku ên bawerî anîne û karên qenc kirine xelat bike. Evên han ji wan re bexþînekî û roziyekî rind heye.
B.M.Amin 34:4
5
Ewên di ayetên me de dixebitin ku bêzar bikin, ewên han ji wan re ezabekî bi jan ji pîsîtiyê heye.
B.M.Amin 34:5
6
Û ewên zanîn ji wan re hatiye dayîn baþ dibînin ku tiþtê ji perwerdekarê te bal te ve hatiye daxistin rastî her ew e û ew bal rêya (Xudayê) serkeftiyê hêjayî pesn ve rêberî dike.
B.M.Amin 34:6
7
Û ewên kafir bûne (bi tinaz ji hev re) gotin: "Ma em zilamekî nîþanî we bidin ku (ji we re bêje:) "Gava hûn giþt ji hev hûr hûr bûn, bêguman hûnê bi aferandinek nû rabin."
B.M.Amin 34:7
8
"Qey wî ji ber xwe ve derewa nebûyî avêtiye ser Xuda yan dînîtî pêre heye?" Ne, ewên bi axretê bawerî naynin di ezab û þayîtiyek dûr de ne.
B.M.Amin 34:8
9
Ma qey ew ji asîman û zemîn li tiþtê ber xwe û li tiþtê paþ xwe nanêrin-nabînin? Eger em bixwazin emê wan bi zemîn ve serûbin bikin yan emê ji asîman perça bi ser wan de bixînin. Bêguman di vî de ji her bendeyê ji dil vegerkar re ayetek (nîþanek) heye.
B.M.Amin 34:9
10
Sond be me qencîkî ji cem xwe da Dawid, (û me got:) "Gelî çiyaya û tirûda! hûn jî pê re tesbîha bidin (denga lê vegerînin)." Û me jê re hesin nerm kir.
B.M.Amin 34:10
11
(Û me gotê:) "Ku tu (zirx) ên fireh çêke û tu li gorî hewcetiyê bi pîvan çêke (ne kêm û ne zêde, ne teng û ne pirr fireh) û hûn karê qenc bikin. Bêguman ez tiþtê hûn dikin baþ dibînim."
B.M.Amin 34:11
12
Û me ji Silêman re jî ba (situxor kir) ku sêre sibê çûna wî mehekî ye û êwarê dagerîna wî mehekî ye; û me jê re kaniya paxir herikand, û hin ji cinna jî bi destûra perwerdekarê wî li ber destê wî dixebitin. Kî ji wan ji fermana me rû bizivrîne, emê wî ji ezabê agirê hilbûyî bidin tam kirinê.
B.M.Amin 34:12
13
Wan, jê re tiþtê bixwesta ji koþk û mizgevta, û heykel û koþikên wekî hewzê mezin û dîzikên ku ji cîh nedhatin bilindkirin çêdikir. (Me gotê:) "Hûn gelî malbata Dawid sipaskarî bikin" Ji bendeyên min sipaskar hindik in.
B.M.Amin 34:13
14
Vêca çi gava me mirinê li serê hukim kir, her kurmikê axê ku ji gopalê wî dixwar wana bi ser mirina wî vekir-nîþa wan da. Vêca çi gava ew (ji ser gopalê xwe de) ket, (êdî ji mirovan ve) xuya bû ku eger cinna tiþtê penhan zanibûna wê (ew qas) di ezabê nizimker de nemana.
B.M.Amin 34:14
15
Sond be, ji (xelqê) Sebe´e re di þûnwarê wan de ayetek (nî þanek) hebû: ku ji rast û çep ve du baxçe hebûn. (Ji wan re hat gotin ku:) "Hûn ji roziya perwerdekarê xwe bixwin û jê re sipas bikin? Bajarekî rind û pak û perwerdekarekî bexþendekar."
B.M.Amin 34:15
16
Vêca wan (ji rastiyê) rû li ba xist; êdî me jî lehiya zor dijwar bi ser wan de þand û me wan herdu baxçê wan (ê xweþ) bi du baxçeyê fêkiyê tal û tirþoqî û dargezê bi dirrî û tiþtekî hindik jî ji sidrê guherand.
B.M.Amin 34:16
17
Me wan bi sedem kufra wan wuha ceza kir. Ma em ji kafiran-nankoran pêve ceza dikin?
B.M.Amin 34:17
18
Û me di nabeyna wan û bajarên ku me tê de firehî çêkiribû de bajarên bi hev ve-ji hev dixuyan çêkir û me çûn û hat´inê di nava wan de derbas kir; (û me gote wan ku:) "Hûn bi þeva û rojan biewletî di wan de derbas bibin."
B.M.Amin 34:18
19
Vêca gotin: "Perwerdekarê me! tu navbera rêwîtiyên me dûr bike.", û wan li xwe sitemkarî kir; êdî me jî wan kir hin buyer (ji ên pey wan re) û me wan tev ji hev hûr hûr kir. Bêguman di vî de ji her bîhnfirehê pirr sipaskar re gellek ayet (nîþan û îbret) hene.
B.M.Amin 34:19
20
Sond be, pelîd gumana xwe derbareê wan de rast dêrand; vêca ji destekî hindik ji bawermend pêva wan da pey wî.
B.M.Amin 34:20
21
Tu zor û hêza wî li ser wan nebû tenê ev ku da em kesê bi axretê bawerî tîne ji ê ku ew tê de dudil e bizanbin-veqetînin. Perwerdekarê te li ser her tiþtî parêzvan e.
B.M.Amin 34:21
22
Tu bêje ku: "Hûn gazî ewên ku hûn bêyî Xuda bi derew doz dikin, bikin; ne di asîmana û ne di zemîn de bi qasî sere derziyê jî di destê wan de nîne û ji wan re di wan de tu þirîkatî jî nîne, û jê re jiwan tu piþtvan jî nîne.
B.M.Amin 34:22
23
Tu mehdervanî li balê bikêr nayê ji pêþtirê ê ku jê re destûr dabe. Heya gava tirs ji dilên wan sivik dibe, dibêjin ku: "Ma perwerdekarê we çi got?" Gotin: "Rastiyê (gotiye). Bilindê herî mezin her ew e."
B.M.Amin 34:23
24
Tu bêje: "Ma ji asîmana û zemîn kî rozî dide we?" Tu bêje: "Xuda; û bêguman em yan hûn li ser rêya rast in yan jî di þaþîtîkî aþîkar de ne."
B.M.Amin 34:24
25
Tu bêje ku: "Hûn ji sûcê me kiriye nayên pirsîn û em jî ji tiþtê hûn dikin neyên pirsîn."
B.M.Amin 34:25
26
Tu bêje ku "Wê perwerdekarê me, me bicivîne, paþê wê bi rastiyê me ji hev safî bike. Safîkerê herî zana her ew e.
B.M.Amin 34:26
27
Tu bêje ku: "Ka hûn ew þirîkên we pê gihan dibû nîþa min bidin?" Naxêr! serkeftiyê hîkmetdar her Xuda ye.
B.M.Amin 34:27
28
Me te ji bo hemû mirovan re her mizgînvan û hiþyarker þandiye, lê belê pirrî mirovan nizanin.
B.M.Amin 34:28
29
Û dibêjin: "Eger hûn rastgo ne ka ev wada han kîngê ye?"
B.M.Amin 34:29
30
Tu bêje ku: "Wada rojekî ku hûn danakî jî hê ne paþde dikevin û ne jî pêþde dikevin ji we re ye".
B.M.Amin 34:30