Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Ahzab 1 / 73
1
Ey pêxember" tu xwe ji Xuda biparêze-bitirse û nebe peyrewê kafir û durûyan. Bêguman Xuda hey zana ye hîkmetdar e.
B.M.Amin 33:1
2
Û bide pey tiþtê ji perwerdekarê te bal te ve tê wehî kirinê. Bêguman Xuda bi tiþtê hûn dikin hey kûrzana ye.
B.M.Amin 33:2
3
Tu xwe bispêre Xuda. Bi sipartinê Xuda besî te ye.
B.M.Amin 33:3
4
Xuda, ji tu mêrî re du dila di nava wî de çê nekiriye, û jinên we yên ku hûn hevpiþtî ji wan çêdikin (hûn dibêjin wan: Piþta te li ser min wek a diya min e) bera ji we re nekiriye dê û zirkurên we ji we re bera nekiriye kur. Evê han tenê gotina bi devkî ye. A rast Xuda dibêje û ew digihîne rêya rast.
B.M.Amin 33:4
5
Hûn wan bi bavê wan gazî bikin. Ev li cem Xuda rasttir e. Vêca eger hûn bavê wan nizanbin, êdî ew di dîn de bireyên we-pismamên we (yan jî yar û yawerên we) ne. Di tiþtê we xwe pê þaþ kiriye de tu guneh li ser we nîne. Lê belê tiþtê hûn ji dil qesdî bêjin (de guneh heye). Xuda hey bexþendekar e dilovan e.
B.M.Amin 33:5
6
Pêxember bi bawermend ji wan bi xwe pêþtir e û pîrekên wî dayikên wan in. Û merivên hev, hin ji wan bi hina di kitêba Xuda de, ji bawermendan û koçkiran ji hev re pêþtir in, lê hûn bi yar û yawerên xwe qencî bikin ne tê de. Evê han hey di kitêbê de bi rêz nivsandî ye.
B.M.Amin 33:6
7
Û (di bîr bîne) dema me ji pêxemberan peymana wan girt; û ji te û ji Nûh û Îbrahîm û Mûsa û Îsayê kurê Meryemê jî. Me ji wan peymanekî zexm girt.
B.M.Amin 33:7
8
Ji bo ji rastgoyan rastiya wan bipirse; ji kafiran re jî ezabekî bi jan amade kiriye.
B.M.Amin 33:8
9
Gelî ên bawerî anîne! hûn qenciya Xuda li ser xwe di bîr bînin dema leþkerek giran hate we, vêca me bayekî û leþkerekî ku we wan nedidît bi ser wan de þand. Xuda tiþtê we dikir hey baþ didît.
B.M.Amin 33:9
10
Dema ew ji serya we û ji binya we ve bi ser we de hatin û dema çav li hev weribîn û dil gihîþtin qirika û we bi Xuda gumanên bed guman dikir.
B.M.Amin 33:10
11
Ha wê gav bawermend hatin sihêtî kirin û bi hejekî dijwar hatin hejandin.
B.M.Amin 33:11
12
Û dema durûyan û ên di dilên wan de nexweþîn heye gotin: "Xuda û pêxemberê wî hey xapandinê ji me re wade dan."
B.M.Amin 33:12
13
Û dema hina ji wan got: "Gelî ehlê Yesrîbê (Medînê)! tu cîh ji we re nema; êdî hûn vegerin." Û hin ji wan jî destûr ji pêxember dixwazin, dibêjin ku: "Bêguman malên me vala ne"; lê ew ne vala ne. Ew hey dixwazim birevin.
B.M.Amin 33:13
14
Û eger ku (pûtperest) ji hawîdorê wê (Medînê) ve biketana ser wan de paþê fitnê (tehlîhevî û pûtperestiyê) ji wan bixwestana wê (fitnê bikirna yan) bidana û ji hindikî pêve jî pê nediman.
B.M.Amin 33:14
15
Tevî ku berê wad û ahd dabûn Xuda ku: Bi sond wê piþt nedinê nerevin neçin. Wad û ehda Xuda hey tê pirsyarî kirin.
B.M.Amin 33:15
16
Tu bêje: "Eger hûn ji mirin yan kuþtinê birevin jî rev qet bikêra we nayê û ew gav hûn ji hindikî pêve jî bi xweþî najîn."
B.M.Amin 33:16
17
Tu bêje ku: "Eger Xuda xerabî ji we re bivê yan dilovanî ji we re bivê wê kî we jê biparêze?" Ew ji Xuda pêve ji xwe re ne tu yar û yawer û ne jî tu alîkar peyda dikin.
B.M.Amin 33:17
18
Bi rastî Xuda, ên ji we xwe egle dikin û ên ji birayên xwe re dibêjin: "Werin ba me" baþ dizane. Ew ji hindikî pêve nayên þer.
B.M.Amin 33:18
19
Ji ber ku ew li ser we kîndar in. Vêca gava tirs bê, tu wan dibînî ku ew li te dinêrin, çavê wan wekî ê ku ji mirinê ji xwe çûbe digere. Vêca gava tirs çû ew ji ber çikûsiya li ser mal bi zimanên tûj êrîþî we dikin-we rexne dikin. Evên han bera bawerî neanîne; vêca Xuda jî kirinên wan bereday bir. Evê han li ser Xuda pirr hêsan e.
B.M.Amin 33:19
20
Ew (ji tirsa) guman dikin ku (leþkerê) partiyên (bi ser we de girtine) hê neçûne; û eger ew (leþkerê) partiyan (dîsa) bên ew ji dil hiz dikin ku xwezî ew di nava Erebê çolê de bûna ku pirsa xerebê we bikirna. Eger ew di nava we de bûna jî dîsa wan ji hindikî pêve þer nedikir.
B.M.Amin 33:20
21
Sond be ji we re di pêxemberê Xuda de nimûnên rind hene, ji ewên ku Xuda û roja dawîn hêvî dikin û pirr Xuda di bîr tînin re.
B.M.Amin 33:21
22
Û çi gava bawermendan (leþkerê) partiyan dît, gotin: "Evê han tiþtê Xuda û pêxemberê wî wade dabûn me ye û Xuda û pêxemberê xwe rast gotine." Eva hey bawerî û musilmaniya wan pirrtir dike.
B.M.Amin 33:22
23
Ji bawermendan hin zilam hene ku wad û ehda dabûn Xuda rast derxistin; êdî hina ji wan ehd û nezra xwe bi cîh anî-þehîd bûn û hin ji wan jî li bendê ne û bi tu awayî (wadê xwe) naguherînin.
B.M.Amin 33:23
24
Ji bo ku Xuda rastgoyan bi rastiya wan xelat bike û eger bixwaze durûyan bide ezabê yan toba wan bipejirîne. Bêguman Xuda hey bexþendekar e dilovan e.
B.M.Amin 33:24
25
Xuda (leþkerê) ewên kafir bûne bêyî ku bigihîjin mal (û pîrozîkî) bi kîn û hêrsa wan zivirand. Xuda di þer de besî bawermenda ye. Xuda hey hêzdar e serkeftî ye.
B.M.Amin 33:25
26
Û (Xuda) ji ehlê kitêbê (cihûyê Benî qureyze) ên ku piþtvaniya wan (leþkerê partiyan) kirin wan ji beden (keleh)ên wan daxist û tirsê avête dilên wan; hûn destekî (ji wan) dikujin û destekî jî hûn dîl digrin.
B.M.Amin 33:26
27
Û we kir mîratxwarê axa wan û warên wan û malên wan û axekî ku we hê pê navêtiyê. Xuda, hey bi her tiþtî dikare.
B.M.Amin 33:27
28
Ey pêxember! tu ji pîrekên xwe re bêje ku: "Eger hûn jîna dinê û xeml û xweþiya wê divên, êdî werin ez wê xweþiyê bi we dim û bi berdanekî rind ez we berdim."
B.M.Amin 33:28
29
"Û eger hûn Xuda û pêxemberê wî û warê axretê divên, êdî bêguman Xuda ji jinên qencîkarên ji we re perûkî mezin amade kiriye."
B.M.Amin 33:29
30
Gelî pîrekê pêxember! kî ji we nepakîkî aþîkar bike, ezab jê re bi du qatî tê qat kirinê. Evê han hey li ser Xuda hêsan e.
B.M.Amin 33:30