Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Lokman 1 / 34
1
E.L.M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yez­dan dizane).
B.M.Amin 31:1
2
Evanan beratên Pirtûk a bijejke ne.
B.M.Amin 31:2
3
(Evan beratan) ji bona qencîkaran beledî û dilovanîyeke (me hinartîye).
B.M.Amin 31:3
4
Ewanê nimeja xwe dikin û baca malê xwe didin hene! (qencîkar ew in). Ewanan bi danê para da jî di nêzîk da bawer dikin.
B.M.Amin 31:4
5
Ewanê ku li ser beledîya ji Xudayê xwe ne, evanan in. Evan bi xweber jî serfiraz bûne.
B.M.Amin 31:5
6
Hinek ji merivan he­ne, ji bo ku rêya Yezdan bi nezanî li ber kesan wunda bikin mijûlîyên beredayî dikirin, ewan (mijûlîyan) ji xwe ra dixne tinaz. Ji bona van ra şapateke bihatî heye.
B.M.Amin 31:6
7
Gava beratên me ji wî ra te xwundinê, ewa pa­ra da bi quretî pişta xwe (dide wan beratan) tu dibê qe ne bihîstîye (diçe). Dibe qey di herdu guhe wî da gûhesin heye. Îdî tu mizgînîya wî bi şapateke dilsoz bide.
B.M.Amin 31:7
8
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Ji bona wan ra bihişta xwurinan heye.
B.M.Amin 31:8
9
(Ewanê di wê bihiştê da) her bimînin. Eva (maîna wan) peymaneke raste ji Yezdan e. Loma bi rastî Yezdan bi xweber jî servahatê bijejke ye.
B.M.Amin 31:9
10
Yezdan hûn ça dibînin ezman bê stûn afirandîye. Ji bo ku zemîn we nehejîne ewî di zemîn da çîyayên direj û bilind danîne. Ji hemîşk candaran ewî di zemîn da reşandîye. Îdî me ji ezmanan da aveke (wusa) hinartîye, em bi wê avê ji hemî zone rindên (hêşînaîyê) di zemîn da hêşîn dikin.
B.M.Amin 31:10
11
Afirandinê Yezdan evan e. Îdî ka hûn (gelî filan) bidine nîşanê min ewanê pêştirê Yez­dan ka çi afirandine? (Ewan qe tu tişt ne afirandine). Lê ewanê cewr kirine hene! Ewan di wundabûneke xwûyadanin.
B.M.Amin 31:11
12
Bi sond! Me ji bona Loqman ra zanîna retkokî anîye; ji bo ku sipazîya Yezdan bike. Kîjan sipazî bike, îdî ewa hey ji bona xwe ra sipazî dike, kîjan jî nonkorî bike, bi rastî Yezdan ji wî (bê perwayê) pesinvan e.
B.M.Amin 31:12
13
Di gavekî da Loqman ji bona kurê xwe ra bi şîret (aha) gotîye: "Kure min! Tu ji bona Yezdan ra hevrîyan çê neke, loma bi rastî hevrîçêkirin cewreke pir mezin e."
B.M.Amin 31:13
14
Me li meriva şîreta da û bavê wan kirîye, "ku ewa meriva sipazî ji bona min û da û bavê xwe ra bike, loma dîya wî ewa bi cefaê li ser cefan hildaye û bardar bûye. Ewa meriva heya du salan paşê ji şîr vebûye. Êwra (para da) hey li bal min da ne."
B.M.Amin 31:14
15
"Heke ewan da û bavê te bi te ra tekoşîn kirin; ku tu ewan tiştên tu zanîna te bi wan tune ye, tu ewan ji bo­na min ra bixî hevrî, îdî tu (di vê tekoşînê da) bi gotina wan neke, tu di cêhanê da bi wan ra bi qencî hevaltîyan bike û tu peyrewîya wan ê ji sikatîyan, li bal min da zivirîne bi­ke. Paşê şixwa hûnê hemîşkê jî li bal min da bizivirin. Îdî (wê gavê) ezê ji bona we ra tişta we kiribû, bêjim."
B.M.Amin 31:15
16
"Kurê min! Heke (keda) te wekî tovê henzelê be jî, di nava kevirê hilû da be, ya jî di ezman û zemîn da be, hey Yezdanê ewê (keda) te bîne. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştên hûrê nexûya ê veşartî agahdar e."
B.M.Amin 31:16
17
"Kurê min! Tu nimêja xwe bike û tu fermana bi qencîyan û parisandina ji sikatîyan bike, tu li ser wan rîpên bi te da tên hew bike. Loma bi rastî (evan kirinên wusan in Yezdan fermana kirina wan) bi vê nevê kirîye."
B.M.Amin 31:17
18
"(Kure min!) Tu rûye xwe ji bona (kirinê) merivan (ji wan) nequrçîmîne û tu bi quretî di ze­mîn da negere. Loma bi rastî Yezdan ji hemî qureyên sewirkar hez nake."
B.M.Amin 31:18
19
"(Kurê min!) Tu di gera xwe da giranî bike û tu dengê xwe nişîv bike. Loma bi rastî siktirê dengan, dengê keran e."
B.M.Amin 31:19
20
Ma qey hûn nabînin, ku bi rastî Yezdan ji bona we ra hemî tiştên di ezman û zemîn da heyî, xistîne bine destê we, ewî qencîyên xwe yên xwûyaî û ne xwûyaî li ser we da pir pêk anîye? (Bi vî ra jî) hi­nek ji merivan hene; bê zanîn bê beled û bê pirtûkên ruhnaîker, tekoşînê (di mafê hebûna) Yezdan da dikin.
B.M.Amin 31:20
21
Gava ji bona wan ra (aha) bê gotinê: "(Gelî kesan!) tişta ku Yezdan hinartîye hûn bibine peyrewê wî." (Ewan bersiv dane û) gotine: "(Na, em bi gotina we nakin) 1ê tişta ku em rast hatin; bav û bapîrên me li pey wan bûn, emê jî peyrewîya wan bikin." Gelo heke pelîd ewan gazî bal agirê hilopît kiribe jî, ewanê dîsa (di şopa bav û kalê xwe da) herin?
B.M.Amin 31:21
22
Bi sond! Kîjanê bi qencîyan rûyê xwe ji bona (perestîya) Yezdan ra xurî kiribe, îdî ewî bi qulpa zexm girtîye. Şixwa encama bûyera (hemî jî) li bal Yezdan da ne.
B.M.Amin 31:22
23
Û kîjan jî fıletîya (Yez­dan) bike, îdî bira fıletîya wî te mirûz neke. Loma dawîyê da jî zivirandina wan li bal me da ne; îdî tişta ewan kirîye emê ji bona wan ra bêjin. Bi rastî Yezdan bi tiştên di singan da heye pir dizane.
B.M.Amin 31:23
24
Em ewan (filan) hindik berxwudar dikin, paşê emê ewan li bal şapateke giran da stûxar bikin.
B.M.Amin 31:24
25
Heke tu ji wan bipirsî, "Gelo kê ezman û zemîn afirandîye?" (Ewanê bersiva te aha bidin û) bêjin: "Yezdan (afirandîye)". Tu (aha) bêje, "Çiqa sipazî hene ji bona Yezdan ra ne." Lê pirê wan nizanin.
B.M.Amin 31:25
26
Çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona Yezdan ra ne. Loma bi rastî Yezdan bi xweber jî zenginê pesinvan e.
B.M.Amin 31:26
27
Bi rastî çiqa darên di zemîn da heye bibine gilîgo (qelem) û avşîn jî bibine hubur, ji peyvîda jî hevt avşîn bibine piştevan, tevê wan hubran be (ewan hemî jî binivîsin) dîsa dawîya peyvên Yezdan nayên. Bi rastî Yez­dan servehatê bijejke ye.
B.M.Amin 31:27
28
Afirandina we (ji piştî) mirinê rakirina we û şandina we (li bal civînê da) wekî (afirandin û raki­rina merivekî) bi tenê ye (qe tu raqetandin) tune ye. Bi rastî Yezdan dibêhê û dibîne.
B.M.Amin 31:28
29
Ma qey tu nabînî, ku bi rastî Yez­dan şevê dixe ro e û royê jî dixe şevê (herdukan bi vî awaî kurt û dirêj dike) û roj û hîv jî di fermana xwe da sernerm kirîye; heryek ji wan heya danê navdaî dikişin? Bi rastî Yezdan tişta hûn dikin bi agah e.
B.M.Amin 31:29
30
Wusa ne! Loma bi rastî Yezdan mafî (bi xweber heye). Lê ewan tiştên ku ewan (filan) ji pêştirê wî perestîya wan dikin, ewan pûç in. Bi rastî Yezdan bi xwer jî bilindê mezin e.
B.M.Amin 31:30