Ana SayfaMealler › B.M.Amin
BM

B.M.Amin

B.M.Amin
B.M.Amin meali ile okumaya başla
Rum 1 / 60
1
E.L.M. (Arşa van tîpên ji hevçûî her Yezdan dizane).
B.M.Amin 30:1
2
(Komalê) Rûmê (di hemberê îranîyan da) sernugûn bûn.
B.M.Amin 30:2
3
Di zemînê nêzîkê (ereban da) ewan (rûmîyan) wê ji piştê sernugûnîya xwe, di nêzîk da serva werin.
B.M.Amin 30:3
4
Ewa (servahatina wan, di van) çend salê (para da tên wê bibe). Ferman; di pêş û paş da jî hey ji bona Yezdan ra ne. Di wê roya (servahatina rûmîyan) we bawerkerê şa bibin.
B.M.Amin 30:4
5
(Bawerker) bi arîkirina Yezdan (şa dibin). Yez­dan (ji bo) kîjanî ra bivê, arîkarya wî dike. Şixwa Yezdan bi xweber jî servahatê dilovîn e.
B.M.Amin 30:5
6
(Eva servahatina rûmîyan) peymana Yezdan e. Yezdan ji peymana xwe para nakebe, Û lê pirê kesan bi vî nizanin.
B.M.Amin 30:6
7
(Meriv) ji cîhanê hey jîna xwûyaî dizanin. Ewan bi xweber jî ji (jîna) para da bê guman in.
B.M.Amin 30:7
8
Ma qey ewan di nava xwe da raman nakin, ku Yezdan ezman û zemîn û çi tiştê di nava wan herdukan da heyî, hey bi mafî afirandîye û (ji bona hebûna wan jî) danekî navdaî gerandîye? Lê pirê ji kesan (di danê para da) bi rast ha­tina Xudayê xwe bawer nakin.
B.M.Amin 30:8
9
Ma qey ewan di zemîn da nagerin, ku mêze bikin ka encama wanê berya wan da borî ça bûye? (Ewanê berya wan da hebûne) hêj ji wanê naha bi hêztir bûne. Loma ewan di zemîn da (cuhê avan û karxaneyên madenan bi vekirî ava kirine û zevî çandine û dar çikandine) û xênîyî ji van çêtir ava kiribûne. Saîyên wan jî bi beratên hizwartî va hatibûne bal wan (ewan jî wekî wê bi gotina wan saîyan ne dikiribûne. Yezdan ji bona wan ra şapat daye). Îdî Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
B.M.Amin 30:9
10
Paşê ewanê sîkatî kirine hene! Bi sedema ku ewan beratên Yezdan dida­ne derewdêrandinê û bi wan beratan tinaz dikiribûne, şû­na wan sikê şûnan e.
B.M.Amin 30:10
11
Di cara yekem da Yezdan afirandin çê kirîye, paşê (ji piştî mirinê Yezdan) ewan radike, paşê hûnê li bal wî da bêne fetilandinê.
B.M.Amin 30:11
12
Di roya, ku hemî radibin; gonehkar bê deng şûna xwe da dimînin.
B.M.Amin 30:12
13
Ji bona wan (gonehkaran) ji wan hevrîyên, ku ewan (ji bona Yezdan ra çê dikin) qe tu mehderî çênabe. Ewan (di wê gavê da) bi wan hevrîyan dibine file.
B.M.Amin 30:13
14
Di roya ku hemî radibin, di wê royî da (bawerker û file) ji hev radiqetin.
B.M.Amin 30:14
15
Îdî ewanê bawer kirine û karê aştî kiri­ne hene! Ewanan di bihişta (gul û sosinan da) berxwudar dibin.
B.M.Amin 30:15
16
Lê ewanê bûne file û beratê û rasthatina para da dane derewdêrandinê hene! Evan jî di şapatê da têne amadekirinê.
B.M.Amin 30:16
17
Îdî di gava evar û sibehe da (hûn) Yez­dan (ji kemaîyan) paqij bikin.
B.M.Amin 30:17
18
Di ezman û zemîn da hemî sipazî ji bona wî ra ne. Di êvar û di gava hûn dikebine nîvro da jî.
B.M.Amin 30:18
19
(Yezdan) zindîyan ji mirîyan derdixe û mirîyan jî ji zindîyan derdixe û ji piştî mirin û (hişkaya) zemîn, dîsa zemîn jî zende dike. Hûn jî (gelî merivan!) wusa (bi mirin û zendetî ji hev) derdikebin.
B.M.Amin 30:19
20
Ji berate (şîn û hez û hebûna Yezdan e, ku ewî hûn) ji xwelîyê afirandine, paşê di gavekî da hûn bûne meriv (li ser zemîn) belav bûne.
B.M.Amin 30:20
21
Û ji beratên (şîn û hez û hebûna Yezdan e, ku ewî) ji bona we ra, ji we bi xweber zone we afirandîye. Ewî di nava we (zoyan da) hezkirin çê kirîye, ji bo ku hûn li bal hev hew bikin. Bi rastî di ­van (afirandinan da) ji bona komalên raman dikin berateên (derhoze) hene.
B.M.Amin 30:21
22
Û afirandina ezman û zemîn û ne wekhevbûna ziman û rengên we bi (xweber jî) beratên (şîn û hêz û hebû­na Yezdan in). Ji bona zanan (û cîhanê) di van (kirinan da) beratên (derhoze) hene.
B.M.Amin 30:22
23
Û nivîstina we ye di şevan da û (xwastina we ye, ku hûn) ji rûmeta wî rojî û jînê di royê da dixwazin, beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan in). Bi rastî ji bona komalên dibêhên, di van da beratên (derhoze) hene.
B.M.Amin 30:23
24
Û avêtina berqetavê, ku (Yezdan) berqatavê bi tirsa (ji teyrokê) û dilxwazîya (şilî barandinê) bi we dide dîtinê, beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan e). Ewa ji ezmanan aveke wusa dihênirîne, îdî ji piştî mirin û (hişkaya zemîn) Yezdan ewî ( zemînî bi wê avê zende dike. Bi rastî ji bona wan komalên, ku hişê xwe dixebitînin di van da beratên (derhoze) hene.
B.M.Amin 30:24
25
Ji beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan e) ku ezman û zemîn bi fermana wî bi hewyaî mane. Paşê gava carekî bi tenê ewa gazî we dike, hûn ji zemîn nişke va (bi zendetî) derdikebin.
B.M.Amin 30:25
26
Çi kesên di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona Yezdan ra ne. Hemî jî ji bona wî ra sitûxar in.
B.M.Amin 30:26
27
Ewê di cara yekem da heyî afirandine heye! Ewa (Yezdan) bi xweber e paşê ewa ewê (afirandina xwe) difetilîne hêj nû da diafirîne. Ewa (nû afirandin) ji (afirandina cara yekem da) li ser wî hêsantir e. Di ezman û zemîn da salixê bilind hey ji bona wî ra ne. Şixwa servahatê bijejkê ewa bi xweber e.
B.M.Amin 30:27
28
Ji bona we ra, ji we bi xweber jî hecwekîyek heye (di wî da jî beratên jîn û şîna hebûna Yezdan he ne). Ka (mêze bikin) gava ji bona we ra bendekî binê destê we da hebe; ewa benda bi xweber jî di rojîna we da hempar be (ça jî hûn hemî di rojînan da) wekî hev hempar in, hûn ji tirsa (yek bi mafê yekê maî ra) nêzîk nabe (heryek ji hev ra rûmetdar in). Şixwa ji têkilîya mafê hev, hûn wekî (pûçbûna) mafê xwe ditirsîyan (hûn ewan ji xwa ra naxine hempar, ça hûn bendeyên min ji bona min ra dixne hevrî û he­mpar?) bi vî awayî em ji bona komalên ku hişê xwe dixebîtînin, beratan ji hev derdixin.
B.M.Amin 30:28
29
Na (wekî kirina wan) nîne, 1ê ewanê cewr kirine hene! Bê zanîn bûne peyrewê hewasa xwe. Gelo ewê ku Yezdan ji rêya rast derxistibe, kesek dikare beledîya wî bike? Ji bona vanê bi van salixan hatine salixkirinê, qe tu arîkar jî tune ne.
B.M.Amin 30:29
30
(Muhemmed!) Tu îdî berê xwe li bal wê ola rast da bide. Ewa (ola) afirandina Yezdan e, ku meriv li ser wê olê afirandine. Ji bona afirandina Yez­dan qe tu guhurandin tune ye, ola rast eva ye. Lê pirên kesan pê nizanin.
B.M.Amin 30:30