1
E.L.M. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên di serê ferkeran da hatîye, dizane.)
2
Yezdanê (babetê perestîyê) ew e; ku ji pêştirê wî tu yezdan tune ne; zindeyê bi xwe ye, pir şîye.
3
(Yezdan) bi mafêtî ewa pirtûka, ku rastdar e ji bona wan pirtûkên di berya xwe da ne, li ser te da hînartîye. Û (hêj di berya naha da), ewî (pirtûkên bi nav) Tewrat, Encîl jî hînartîye.
4
Ji bo ku ewan pirtûkan bibne beled ji bona merivan. Û ewî ewa pirtûka, ku pûçatî û mafê ji hev derdixe jî, hinartîye. Bi rastî ewanên ku bi beratenê Yezdan dibine file, hene! Ji bona wan ra şapatek e zor heye. Û Yezdan servahatê xwayî tûl e.
5
Bi rastî li ser Yezdan qe tu tiştê di zemîn û ezman da heyî, veşartî nîne.
6
Yezdan ew e, ku ça bivê, we wusa di malberxan da dide rûçik kirinê. Ji pêştirê wî tu Yezdanê (babetê perestîyê tune ye). Servahatê bijejke hey ewa bi xweber e.
7
Yezdan ew e, ku pirtûk bi ser te da hinartîye, hinek beratenê wê pirtûkê hene, ku ewan beratan xîmê wê pirtûkê ne (loma ewan beratan, bûyeran bi rûçikê wan va vedikin). Û hinek beratên mayî jî hene! Ewan ji bona çend arşan, wekî hev in (yani ewan ji bona çend arşan bi hev ra tên). Îdî ewan merivên ku di dilê wan da xarî heye, dibine peyrewê wan berate ne (ku ji bona çend arşan hatine). Wekî armancên xwe arşan didine wan beratan, ji bo ku tevdanê derxin, lê arşa wanê rastî jî hey Yezdan dizane. Ewan zana ne, ku di zanîn da rehdayî, dibêjin: “Me bi wê bawer kirîye, loma hemûşk jî li bal Xwedayê me ye. Evê jî hey hişdar bîra xwe tînin.”
8
Xwedayê me! Tu dilê me ji piştî, ku te em anîne rêya rast, îdî xar neke û tu ji bal xwe, ji bona me ra dilovanîyekî bide. Bi rastî hey tu yî, ku bê baha pir dayînê dikî.
9
Xwedayê me! Bi rastî di wê roya ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, hey tu merivan dicivînê. Bi rastî Yezdan ji peymana dayî naşipite.
10
Bi rastî ewanê bûne file hene! Mal û zarê wan, bi tu tiştî ewan ji Yezdan nadine parisandinê. Û ardûkê agir hey evan bi xweber in.
11
Ewanê beratên me didane derewdêrandinê hene! Temtêla wan wekî temtêla wan komalên ku di berya Fir’ewn da (hatibûne) û wekî temtêla malyê Fir’ewn in. Îdî Yezdan jî bi sedema gunehê wan, ewan (bi şapan) girtin. Yezdan bi rastî zor şapata.
12
(Muhemmed! Tu ji bona wanê bûne file ra) Bêje: “Bi rastî hûnê di nêzîk da sernegûn bibin û hûnê li bal dojê da bêne civandinê.” Doj bi xweber jî çi qa sikê çîncîla ne!
13
Bi sond! Ji bona we ra, di wan her du destên, ku ji bona qirînê, têne hemberê hev, beratên hişhildanî hene. Destek ji wan di rêya Yezdan da qirînê dike, desta mayî jî file ne. Ewa desta bawer dikin, evê desta file li ber çavan ducarê xwe dibînin. Yezdan jî evînê xwe bi arîkarêya xwe bi hêz dike. Divê bûyerê da ji bona wanê xweyî dîtinê ra hişhildan heye (yanî ewan bivê servahatinê bi ponijandin hiş hil didin).
14
Ji bona merivan hezkirina jinan û zaran û komên ji zer û zîvan û revonê hespan û kerî û sûrîne tarişan û çandinî bi dil xwestin, hatîye xemilandinê. Evanan xişrê jîna cihanî ne. Û li bal Yezdan bi xweber da jî qencê şûnwaran heye, loma qencê zivirandina li bal wî da ne.
15
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Hûn hez dikin, ku ez ji bona we ra, hêj ji van hezkirinê we, çêtir bêjim? Ewanê Xweda parizî dikin, hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan, behiştên ku di bine darê wan da çem dikişin heye. Ewanan di behiştê da hey dimînin. Û ji bona wan ra zone paqij û qayîlbûna ji Yezdan heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne.
16
Ewan xwedaparizan in, ku dibêjin: “Xwedayê me! Bi rastî me bi te bawer kirîye, îdî tu ji bona me ra gunehên me bibaxişîne û tu me ji şapata agir biparisîne.”
17
Ewan xwedaparizan in, ku li ser aşît û teşqelan hew dikin û rast in û bi dil perestî dikin û malê xwe ji bona hewcan ra, di rêya Xwedê da, disixurînin û di sewgura sibehê da, ji bona baxişandina gunehên xwe, lavan dikin.
18
Bi rastî Yezdan û firiştan û ewan zane ne, ku bi dadvanî radibin, daditîyî bi cîh tînin şahidî dane, ku tu yezdan ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) tune ne, hey servahatê bijejke ewa ye.
19
Bi rastî “ol”a rastî li bal Yezdan, hey “ol”a (bi nav) Îslam e. Ewan komên, ku ji wan ra pirtûk hatîye hene! Ji piştî ku ji wan ra zanîn hatîye, paşê ji dexesîya di nava hev da, ne wekhevbûn çê kirine. Û kîjan bi beratenê Yezdan bibe file, îdî bira bizane! Bi rastî Yezdan zû hijmarok e.
20
Îdî heke ewan (Muhemmed) bi te ra di mafê (ol) ê da tekoşînê bikin, tu ji bona wan ra bêje: “Min xwe û bi wanê peyrewê xwe va ji bona Yezdan ra hispartîye.” Û tu ji bona wanê, ku pirtûk ji bona wan ra hatîye û ji bona wanê ne xwandî ra bêje: “Hûn jî misilman bûne?” Îdî heke ewan misilman bên, şixwa ewan hatine rêya rast û heke ewan pişta xwe dane te (misilman ne bûn) li ser te hey gotina (biryarên Yezdan ji wan ra) heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne.
21
Bi rastî ewanê ku bi beratenê Yezdan dibine file û pîxemberên wî bê mafî dikujin û ewan merivên ji kesan, ku fermana kesan ji bona dadvanitîyê dikin jî dikujin, hene! Îdî (Muhemmed!) tu ewanan bi şapata dilsoz bide mizgîndanê.
22
Evan in, ku keda wanê di cihan û di dan û gavê para da kirine şewitîye û ji bona wan bi xweber jî tu arîkar tune ye.
23
(Muhemmed!) Qey tu li bal wan merivan, ku parek e ji zanina pirtûkê ji wan ra hatîye dayînê mêze nakî? Ewan ji bona ne wekhevbûna heyî da, li bal biryarên di pirtûka Yezdan da heyî, têne gazîkirinê ji bo ku di nava wan da bi dadvanî berewanî bêt kirinê, paşê destek e ji wan, rû ji biryarê pirtûkê difetilînin. Ewan bi xweber jî eva ji xwe ra kirine xûy.
24
Eva (rû fetilandina wan) ji bo ku ewan gotibûne: “Bi rastî agir ji pêştirê çend rojên, hijmarî, bi me nagire.” Ewan bi van virên xwe, di “ol” a xwe da hatine xapandinê.
25
Îdî di gava, ku em ewan ji bona wê roja ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, bicivînin û ji bona her yekê ra jî, keda ku ewan kirîye tê dayînê, li wan bi xweber jî qe cewr nayê kirinê, gelo temtêla wanê, wê ça be?
26
(Muhemmed! Tu) bêje: “Xwedayê min e serokê, serekên bi hêzên maldarê berewan! Tu bi xweber î, hêz û berewanî bi serektî ji bona evînê xwe ra didî û tu kîjanî bivê, ji wî hêz û berewanî, bi serektî rût dikî û tu evînê xwe serfiraz dikî û tu kîjanî bivê, tu ewî sernegûn dikî. Hey çêtir bûyîn di destê te da ne. Bi rastî tu bi hemû tiştan dişî.
27
(Xwedayê min!) Tu î, şevan dixî royan û royan dixî şevan (bi van xistinê di nava hev da, şev û royan bi hev didî dirêj kirinê). Û tu zindîyan ji mirêyan û mirêyan jî ji zindîyan, derdixî û tu ji bona evînê xwe ra, bê hijmar rozînan didî.
28
Bawerger, filan ji xwe ra naxine serkar (ewan hey bawergeran ji xwe ra dixne serkar). Îdî kîjan bawergerê ji pêştirê bawergeran, filan ji xwe ra bixe serkar, li bal Yezdan tu dostîya wî tune ye. Ji pêştirê heke hûn xwe, bivê serkaryî ji wan biparisînin (ji bo ku ji wan, ji bona we ra tu teşqele çê nabe, hûn dikarin bi xûyayî wan ra bibine dost). Û Yezdan jî we ji xwe dide tirsandinê. Bi rastî fetilandin hey li bal Yezdan da ne.
29
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) Bêje: “Hûn di dilê xwe da çi tiştî veşêrin û ya jî derxin (bidine xûya kirinê) hey Yezdan bi wî dizane. Û ewa bi tiştên di ezman û zemîn da heye jî dizane. Yezdan bi rastî bi hemû tiştan dişî.”
30
(Hûn gelî merivan!) Ewê roya, ku hemû kes di wê royî da rastî qencînê xweyên kirî tên, ku amade ne û hemû sikatîne wî jî amade ne, ewa kesa hez dike, ku di nîveka wî û kirinê wî da danekî dûr hebûya (bi ponijandin bîra xwe bînin). Û Yezdan we (ji hatina di hemberya fermanê) xwe da, bi tirsdayî dide parisandinê. Yezdan ji bona benda ra mêhrivan e.
Sonraki 30 ayet →